Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Amadekar: Kovara Huner/Beşa Wêjeyê
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di 18ê nisana 1992yan de li Stenbolê hate avakirin û di 31ê
berfanbara 2016an de ji aliyê dewleta tirk ve hate girtin.
Enstîtuya ku li bakurê Kurdisanê derbarê ziman, wêje û dîroka kurdan de lêkolînan dike, heta
niha bi zaravayên kurmancî û kirmanckî ji 50î zêdetir pirtûk weşandine.
Enstîtuyê bi sedan mamosteyên ku xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn dikin perwerde kirin.
Gelek komxebat/konferans li dar xistin. Konferansa yekem di sala 1992yan de ji aliyê Profesor
Celilê Celîl ve hat pêşkêşkirin.
Kurt û kurmancî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo zindîkirina zimanê kurdî û pêşvebirina
xwendin û nivîsandina bi kurdî bû xwedî risteke girîng.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 21ê adara 1994an dest bi weşandina kovareke bi navê ‘Zend’ê kir.
Kovara ‘Zend’ê bi nivîs û lêkolînên bi mijarên ziman, wêje, zargotin, dîrok, çand û hunerê derket
pêşberî xwendevanên xwe.
Enstîtû di sala 2014an de dest bi weşana kovara ‘Fêrname’yê kir. Bi riya vê kovarê hewl hat
dayîn ku mamoste û xwendekar kurdî hê baştir hîn bibin û hîn bikin.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji roja destpêkê heta dawiyê rastî gelek zext û zehmetiyan hat. Roja
ku hatiye avakirin, hêzên dewleta tirk bi hinceta ku tabelaya wê bi kurdî ye avêtin ser û tabelaya
wê anîn xwarê.
Serokê yekemîn ê enstîtuyê Apê Musa bû. Heft mehan piştî avabûna enstîtuyê Apê Musa ji
aliyê dewletê ve hate kuştin. Ew hem cangoriyê çapemeniya azad, hem jî cangoriyê Enstîtuya
Kurdî ye. Mehekê piştî şehadeta Apê Musa polîsên dewleta tirk careke din avêtin ser enstîtuyê.
Hemû kesên ku li enstîtuyê bûn desteser kirin û dest danîn ser gelek belge, alav û hacetan. Di
demên cuda de derbarê gelek rêveber û xebatkarên saziyê de doz hatin vekirin.
Herî dawiyê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 31ê berfanbara 2016an ji aliyê dewleta tirk ve hat
girtin. Girtina enstîtuyê têra wan nekir dest danîn ser hemû belge, alav û hacetan. Û qedexe
kirin ku enstîtu careke din bi heman navî vebe.
Nav girîng in. Hûn saziyekî vedikin û navekî lêdikin. Bi salan kedê didin ku ew nav bê zanîn û li
her derê belav bibe. Paşê hinek derdor radibin wê saziyê û wî navî qedexe dikin. Avakirina
saziyekî ya bi navekî nû û danasîna wê hema wisa di rojekê de pêk nayê. Divê ji nû ve û bi
kedeke gelek mezin xebata vê yekê bê meşandin. Mêtingerî vejena kurdan bi vî rengî jî didize.
Helbet dîsa jî nikare bigihe armanca xwe; lewra kurd bê navber têkoşîna xwe li her derê
dimeşînin.

Pirtûkên ku di weşanxaneya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de çap bûne ev in:

Lêkolîn
Mem û Zîn Îdeal Destan: H. Mem, Nîsan 2005, Tirkî, 106 Rûpel
Rastiyên Destana Memê Alan: H. Mem, Rêbendan 2006, Kurmancî, 112 Rûpel
Xanî ve Newroz: H. Mem, Sibat 2009, Tirkî, 125 Rûpel
Xanî û Newroz: H. Mem, Cotmeh 2009, Kurmancî, 144 Rûpel

Xanî ve Memzaları: H. Mem, Rêbendan 2013, Tirkî, 224 Rûpel
Xanî û Memzayên Wî: H. Mem, Hezîran 2014, Kurmancî, 228 Rûpel
Mamosteyê Sêyemîn Xanî: H. Mem, Adar 2015, Kurmancî, 632 Rûpel
Üçüncü Öğretmen Xani: H. Mem, Berfanbar 2019, Tirkî, 494 Rûpel
Analîza Du Xebatên Destpêkî: Sami Tan, Mijdar 2019, Kurmancî, 199 Rûpel
Xebatên Rewşenbîriya Kurdî: Miraz Ronî, Mijdar 2019, Kurmancî, 142 Rûpel
Afirandinên Sedsalan: Halit Azizoğlu, Kurmancî, Adar 2022, Kurmancî, 63 Rûpel
Pergala Rojê û Cîhan: Halit Azizoglu, Adar 2022, Kurmancî, 59 Rûpel

Çîrok
Çîrokên Gelerî: Zekî Akdag, Gulan 2016, Kurmancî, 172 Rûpel
Pirço: Orhan Budak, Berfanbar 2016, Kurmancî, 48 Rûpel
Cindî: Ali Aydin Çîçek, Tîrmeh 2021, Zazakî, 62 Rûpel
Gulîsinêm: Alî Aydin Çîçek, Tîrmeh 2021, Zazakî, 96 Rûpel

Dîrok
Dîroka Nîjada Şêrwan: Salihê Kurê Xan Budaq, Tebax 2004, Kurmancî, 144 Rûpel
Osmanlı B. Dersim ve Civarı: Kerem Soylu, Hezîran 2013, Tirkî, 216 Rûpel
Osmanlı B. Bitlis ve Civarı: Kerem Soylu, Hezîran 2017, Tirkî, 400 Rûpel
Elîkok: Hertûs Berwarî, Rêbendan 2021, Kurmancî, 160 Rûpel
Wêje
Dîroka Wêjeya Kurdî: Feqî Huseyn Sagniç, Mijdar 2014, Kurmancî, 704 Rûpel

Ferheng
Gotinên Pêşiyan: Mehmet Oncu, Tîrmeh 2014, Kurmancî, 704 Rûpel
Ferhenga Biwêjan: Mustafa Borak, Cotmeh 2014, Kurmancî, 1005 Rûpel
Ferhenga Mîtolojiya Kurdî: R. Çeper-K. Yitik, Adar 2017, Kurmancî, 256 Rûpel
Ferhenga Kurdî (Destpêk): Evdirehman Bakir, Rêbendan 2019, Kurmancî, 207 Rûpel
Ferhenga Navincî: Zana Farqînî, Rêbendan 2021, Kurmancî, 1312 Rûpel
Ferhenga Mezin a Kurdî-Tirkî: Zana Farqînî, Sibat 2022, Kurmancî, 2648 Rûpel
Ferhenga Kurdî-Ingilîzî (Ya Destan): Aysel Çetîn-Samî Tan, Tebax 2022, Kurmancî, 383 Rûpel

Pirtûkên Perwerdehiyê
Hînker 1: Ronayî Onen-Samî Tan, Tebax 2022, 175 Rûpel, Kurmancî
Hînker 2: Ronayî Onen-Samî Tan, Adar 2016, Kurmancî, 160 Rûpel
Hînker 3: Ronayî Onen-Samî Tan, Berfanbar 2020, Kurmancî, 192 Rûpel
Hînker Soranî: Hewa Salam Xalid, Berfanbar 2019, Soranî, 152 Rûpel

Rêziman
Rêzimana Kurmancî: Samî Tan, Rêziman, Tebax 2015, Kurmancî, 432 Rûpel
Lêker û Rastnivîsîna Wan: Zana Farqînî, Rêziman, Mijdar 2019, Kurmancî, 208 Rûpel

Roman
Momo: Nîzam Algunerhan, Rêbendan 2021, Kurmancî, 439 Rûpel