Sirri Ayhan / Düsseldorf
Ez bi kelecanek mezin li benda festîvala sînemayê mam. Ji ber ku ez evîndarê sînemayê me. Min bi rojan hewl da ku nûçeyên festîvalê li derdora xwe û li ser medyaya civakî belav bikim.
Roja yekem ez bi kelecan çûm û min bilêta xwe ya COMBÎ kirî. Bilêta COMBÎ gelek avantajên xwe hene. Avantaja herî mezin ew e ku mirov bi dil û can piştgirî dide organîzatorên festîvalê.
Ez difikirim… Ger 4-5 hezar mirovên me bikaribûna bilêtên COMBÎ bikirana, wê bidana heval û ciwanên ku nikarin bilêtan bikirin. Bi vî rengî, ew ê alîkariya bêtir mirovan bikin ku fîliman temaşe bikin. Divê ev yek di festîvala sala bê de neyê jibîrkirin. Bi vê rêbazê hejmara temaşevanên ku werin sînemayê jî zêde dibin.
Ji bo vekirina festîvalê dema fîlmê yekem hat û em çûn salona sînemayê. Gelê me salona sînemayê tijê kiribûn. Çavên min tije hêsir bûn. Fîlmê vekirinê “Rojbaş” bû. Di fîlmê de jiyana rast a xebatkarên çand û hunerê hate eşkerekirin. Ji ber ku me wan nas dikir ez ji fîlm bêtir bandor bûm. Lîstikvanên fîlm hunermendên NÇMê bûn. Di nav wan de Nazmî Kirik, Mamoste Kemal, Kewê, Nîhat û derhênerê fîlmê Ozkan Kuçuk jî hatîbûn sînemayê. Bi temaşevanan re li fîlm temaşe kirin.
Nazmî Kirik di fîlmekî de karakterê “Zirekê Ajokar” lîstibû. Ez çûm ba Ajokar Zîrek, min wî hemêz kir û got: “Ez jî ajokarekî taksiyê û Keko me.” Me sohbet kir û min pirtûka xwe ya bi navê “Dansa Berber” îmze kir û diyariya wî kir.
Salon ji bo fîlma Cîran tije bû
Roja duyemîn ez zû çûm sînemayê. Min dixwest li hemû fîlman temaşe bikim. Dilê min hinek muzîk jî xwest. Min got, “Xwezî di bernameya festîvalê de konsera muzîka enstrumental jî hebûya.”
Fîlmê wê rojê Cîran bû. Em hemû benda fîlmê Cîran man. Êvarê me fîlm temaşe kir. Salon tije bû. Derhênerê fîlmê Mano Xelîl jî li wir bû. Dema ku fîlm qediya, bi deqeyan dengê çepikan nesekinî. Min ji fîlm û atmosfera li wir pir eciband. Dilê min şad bû.
Di festîvalê de min li gelek belgefîlm û fîlmên ku nayên jibîrkirin temaşe kir. Ez dikarim hinek ji wan wiha rêz bikim:
Hasan Sağlam: Hawazgé Kilamo – Xidir
Denîz Deman: Rew
Nuray Şahîn: Ez Edelate Dixwazim
Derya Deniz: Hêza
Berbû ya Gotubejin, Jinwar û Sevînaz Evdikê…
Fokusa Festîvalê li ser Êzidiyan bû
Fokusa festîvalê li ser civaka Êzidî bû. Fîlm û bi taybetî jî belgefîlmên li ser civaka Êzidî gelekî girîng bûn. Bi dîtina min divê li hemû saziyên kurdan bên nîşandan.
Her wiha fîlmên wekî Cîran, Ez Edeletê Dixwazim û Rojbaş ji bo dostên Kurdan bên nîşandan. Di warê dîplomatîk de dê tevkariyên mezin bikin.
Temaşevanên fîlman jî ne tenê Kurd bûn. Alman û civakên din ên koçber jî hatin û li fîlman temaşe kirin. Di vî warî de festîvalê ji bo danasîna kurdan kedeke girîng da.
Beşeke girîng a ciwan û malbatên Rojava li bajarên wekî Bonn, Essen, Bochum û Dortmund ên eyaleta NRW jiyan dikin. Fîlm û belgefîlmên ku li Rojava hatin kişandin mora xwe li festîvalê hiştin. Min hêvî dikir ku gelê me yê ji Rojavayê zêdetir eleqe nîşan bide.
Ez ji sala 1986an vir ve li Düsseldorfê dijîm. 25 sal in ez ajokarê taksiyê me. Ez Dusseldorf û derdora wê baş nas dikim. Ez jî wek nivîskar beşdarî gelek çalakiyan bûme. Hat gotin ku zêdeyî 3 hezar temaşevan beşdar bûne. Ez dixwazim sala bê ev hejmar du qat bibe. Ji ber ku ev potansiyel heye. Beşek girîng a temaşevanan ciwan bûn. Ez difikirim ku ev jî pir girîng bû.
Di festîvalê de panelên hatin lidarxistin jî gelek girîng bûn. Pêşkêşkirina hem derhêner û hem jî ji aliyê nivîskar Helîm Yûsiv… Lê bi baweriya min divê temaşevan di panelan de pirsan bikin. Divê moderator wextê wek hincet bikar neynin. Dibe ku di sala bê de bal were kişandin ser vê mijarê. Ji ber ku nîqaş mirovan araste dikin û wan teşwîq dikin ku bixebitin.
Wek nivîskarekî ku li Düsseldorfê dijî, ez amade me ku ji bo çalakiyên hunerî yên li Düsseldorf û derdora wê alîkariyê bikim. Ger organîzatorên Festîvalê sala bê peywirekê bidin min, ez ê bi kêfxweşî vî karî bikim. Ji ber ku ez girîngiyeke mezin didim xebatên hunerî.
1. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê pîroz be.