Amadekar: Kovara Huner – Beşa Wênesaziyê
Wênesaz û xetkêş Hisên Elî, sala 1965an li gundê Til Zîwan ê Qamişloyê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li gundê xwe, navîn û lîseyê Qamişloyê dixwîne.
Di 14 saliyê de dest bi wênesaziyê kiriye. Destpêkê bi rengên zêtî tabloyan xêz dike. Piştre li ser textan dixebite.
Piştî lîseyê diçe Şamê û beşdarî Navenda Hunerî ya Edhem Îsmaîl dibe. Lê rewşa zehmet ya jiyanê li pêşiya wî dibe asteng.
Ji bo wê ji dibistanê derketiye û 35 sal bajarên cuda kar kiriye. Silêmanî, Duhok, Bakurê Kurdistanê, Beyrûd, Edene, Tehran û hin welatên din di gelek karên cûda de xebitiye.
Piştî Şoreşê Vedigere
Hisên Elî beriya 10 salan ango bi destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmehê re vegeriyaye Rojava. Gelek pêşangeh ji Dêrik heta Kobanê vekiriye. Her wiha tev li pêşangehên li Silêmanî, Beyrûd û Antakyayê jî bûye.
Hisên Elî îsa bi xebatek balkêş derket nûçeyan. Wî 75 wêneyên Rêber Apo li ser textan xêz kirine. Ew cudabûna wêneyên textan û tabloyan wiha rave dike:
“Em dikarin wêneyan bi rengan bixemilînin û bedew bikin. Lê di şewitandinê de tenê du pêvajo hene. Yek şewitandin û ya duyemîn jî rengkirin.
Ji ber wê hinekî ev huner zehmet e. Pisporî di hilbijartin û bikaranîna van rengan û kalîtaya text de veşartî ye.”
Ji bo 4ê Avrelê
Gelo Hisên Elî çima 75 tabloyên Rêber Apo çêkiriye? Dibêje:
“Min 75 tablo amade kirin. Temenê Rêber Abdullah Ocalan temsîl dike. Ev xebat salekê min girt. Ez rastî zehmetiyan jî hatim. Min dev ji karê xwe berda û otomobîla xwe firot. Hêvî û daxwazên her kesî cuda ne. Xeyala min ew bû ku heta 4ê Avrelê ev tablo amade bin. Ev xeyala min pêk hat.
Wetaya 4ê Avrelê ji bo min ev e: 4ê Avrelê ez ji tariyê derxistim ronahiyê. Bi saya wê rojê gelê Kurd ji komkujiyan rizgar bû. 4ê Avrelê xwedî girîngiyeke mezin e. Ez hêza xwe ji wê rojê digirim.”
Lîna Cankir xebatên Hisên Elî wiha vedibêje:
“Hisên Elî li gel wênesaziyê berhemên li ser belor, textan û remilê jî çêdike. Ew dîroka Kurdistanê, jiyana kurdan, êş û azarên berê û yên niha, çîrokên biyanî û koçberiyê, şer û doza gelê xwe xêz dike.”
Çavkanî: Lîna Cankîr, Silava Ebdurehman û Ehmet Semîr