Sofî Serhad
Ji dengê me Mizgînê re
“Oy lê lê li min dayê…”
Ev awaz bûye gotina dawî ya dengê me yê jibîrbûyî û windabûyî. Mîna gotinên dawî yên dîroka civakî û çandî ya Kurdan e. Di rastiyê de ne wekî gotinek dawî ye jî.
Nuhurînek neqediyayî ya di qirikê de asê maye. Banga destpêka gelek tiştên ku bêne gotin e. Weke ku bêje, “Ê ku hat serê me ev in.”
Banga serhildanê ya meylek kûr a azadiyê. Kurtegotina tiştên ku hatine serê jiyanek bêdeng, aram û têrîxwedikir e. Wekî destpêka zêmarek li ser zimanê Kurdên ku devên wan ên hînî bi dilê xwe kenînê bûye di tirs, nediyarî û xerîbiyê re dageriyabe.
Ma ne pêşî dayîk an şa dibin an digirîn. Afirînerên keda bê heqdest a mirovahiyê ne. Zêmar encama rewşa xemgîn a dayikê ye. Zêmarê cara pêşî li ba wan tol girt. Çawa ku wan her tişt fêrî me kirin, wan rewşên zêmarê jî bi lorîk û awazên xwe bi hesret gihandin guhên biçûk.
Piştî wê ye ku em fêrî zêmar gotinê bûne. Zêmar tên gotin. Ji ber ku ew encama rewşên hêjayî zêmarê ne. Û di nav kurdan de timî hewl hatiye dayîn ku zêmar wekî tovê serhildanê bê çandin. Zêmar bahozên deng in ku di encama bûyerên ku bûne sedema serhildanê de ji dil derdikevin.
Dengê kurdan ê ku bi tevahî nîvco maye an jî di nêvî de hatiye hiştin di quntarên çiyayan de û di lorîkan de xwe veşartiye. Bi hêviya ku rojekê hin kesên bibînin û bibihîzin hebin. Di nêvî de mayin nîşaneya bendewarî û hêviyê ye.
Bi qasî ku yên ne di hundirê xwe de, li derve li hêviyê digerin qet nikaribin bibînin jî xwe veşartiye. Qet nebe ji bo ku bi kêmanî rojekê lêger û xwediyên kar bibînin û neyên girtin û talankirin xwe binerd kirine. Hinekî wan bi xwe binerd kiriye, beşekî jî hinekan binerd kirine yan jî dizîne. Ev kurteçîroka muzîka kurdî ye…
Hewldana gihandina nifşên pêş a vî dengê ku gav bi gav dihat qutkirin ji aliyê çend jinên ku hezar bela girtin serê xwe ev perpitîn gihişt noqteyeke ku ruh dide.
Ger mirov li çîrokên jiyana Meryemxanan, Ayşe Şanan û yên din binêre jî ev yek xwe dixe bîra mirov. Û di dawiyê de, bangawaziyan dest ji cihê xwe yê qutbûyî berda û bi biyanîbûnê ber bi xeyalek xav a lêgerîna xwe ve dest bi perpitînê kir.
Her ku hewl da ku li derveyî xwe li xwe bigere, ewqas bêtir hate teşwîq kirin ku ji xwe dûr bikeve û ne ku bibe yekê din lê bibe kopiyek yekê din. Her ku xwezîpêanînê xwe kûr kir hewesên guhdarkirin û gotinê di biyanîbûnê de ketin nav pêşbaziyekê.
Çi yên xwe hebe dest bi jê fedîkirin û neecibandina wan kir. Her çiqas di gotinan de xwe vegotin hebe jî di bangkirinê de ji ber ku nekarîbû bibe êdî deng jî dest bi wendabûnê kir. Ev tiştên dawî ku hatin vegotin kurteçîroka tiştên hatiye serê yên ku dixwazin muzîka xwe çêkin û guhdar bikin e.
Ew wekî hembêzkirina heweseke balkêş a li van erdên ku pêlêkirina kulîlkên wî yên çolê nedihat dîtin xwestina çandina kaktusên ku qet derfeta çêbûna wan tuneye bû. Divê kaktus jî bihata hezkirin.
Lê gunehê bêhejmar kulîlkên çolê çi bû? Çima bibûn yên pêwiste bêne pêlêkirin, eciqandin û neyên dîtin. A dema hate ketin rewşa “nekarina pirsîna vê” hatina nîşaneyên metirsiya mirinê dest pê kiribû.
Dengê Kurd divê ya bibûya xwe yan jî divê bi destê hinekî din ve rehmet jê re bihata xwendin. Ji dilên bi qasî ku “ji bi destên xwe xwendina rehmetê fedî dikin” jixwedûrketin tê de hatine jiyîn çawa dikarîbû bihata hêvîkirin ku şîretên dayikên xwe, zêmarên xwe, hêvî û bêriyên xwe hîs bikin.
Jixwe hêvî,hest û bêrîkirin jî hatibûn hewesdarkirin ku ji kokên xwe bi dûr ve birevin. Mîna ku bê gotin “Ma kî dikare te bigre”..
Tevgera me ya azadiyê derxistina holê ya dengê wendabûnê yê azadiyê, hêvî û potansîyela wê ji bo xwe wekî sedem û armancek hebûnê ya feraseta azadiyê ya rojane danî holê.
Ji vê re temamkirina ya di nêvî de maye jî dikarîbû bihata gotin. Gaveke nû ne ji derve bi xwenûjenkirina ya di nêvî de maye dikarîbû xwe nû bikira. Ango çandek çav li derve ya “wek yê birinca mala xwe dihêle û ji yê biyanî birinca amade dikire” wek nexweşiyek pandemîk belav bû.
Wisa ku pîvana yekane ya tişta ku wek xwebûnê tê pênasekirin bi asta pejirandina biyanîbûnê hate diyarkirin. Pesindayin, ber bi derve gazin kirin ji xwe re psikolojiyek peyda kir. Lê belê şîreta dayikên me hebû: “Bera çavên te ne li derve bin. Çav birçî nebe”.
De were û îcar nepirse “Kanî dayikên me ‘yên ku me yê wan qet jibîrnekiribûna’ bûn?” Lêgerîn aliyê herî xweş ê mirov e. Lê di cihê şaş de destpêkirina lêgerînê aliyê herî belengaz ê kar e.
Mîna ku mirov here li cihê ku kaktus tê çandin li gûza kakao bigere. Wek ku mirov li Efrîka li Zebeşên Amedê bigere. Wekî ku mirov di welidîna dayikek din de li xwe bigere, ne wisa.. Her erdnigarî bi xweşikiyên xwe heye. Xweşikiya wê di wê de ye. Aydî wê ye.
Her erdnigarî xwedî dengekî ye. Xwedî bangekê ye. Mantalîteyek xwe heye. Dengên ku bi olana çiyan têrbûye li deştan rûdana wan cûda dibe. Çawa ku dengên tam tamê reseniyeke Efrîkaya reşik e, dengên erbaneyan jî reseniyek Kurdistanê û Rojhilatanavîn e.
Hezkirin li ku dest pê dikin, helbet li cihê ku mirov ji xwe hez dikin. Hewldana ji yên din hezkirina kesên ku ji xwe heznakin wê çiqas rasteqîn be. Helbet gotina me ne ji yên dildarê xwe ne re ye. Bêje ji yê din hez dike û ji xwe nefret bike an ji xwe fedî bike. Zehmetiya vê derûniyê mirovek çawa dikare di bedena xwe de hilgire.
Xwebûyin bi hawakî din gotina xwe bicîhanîn e. Ji bo ku ji gotina wî/wê, bi hevaltiya wî/wê, bi hezkirina wî/wê bê bawer kirin, xwebûyin ma ne şertê yekane yê tik û tenê ye. Tenê heta ku tu bibe xwe hezkirina yekê din dikare bawerî bide.
Vana hemû di vê cîhana em lê dijîn me dibin çawabûna pirsên li ser em dixwazin çawa bijîn. Xwesteka mezin û azad jînkirinê di encamê de wê berê mirov bide li ser kokên xwe nûjenbûnê û xwevekirinê Ne ku xebatên li ser ast û lêgerînên muzîka Kurdî nehate kirin an jî nayê kirin.
Bûyinên bi xwestek û xweşik jî hene. Lê hîn bi rihetî nikare bê gotin ku asta tê xwestin hatiye zeftkirin. Sedem zêde ne. “Ji bo çi pêknehat”ina wê re hincet dîtin hêsan e. Pirsgirêkê di şert û derfet û zîrekiya de lêgerîn jî nebes e.
Hema hema vana hemû digihêjin asta ku tê xwestin. Baş e, çi ye ku astê nade zeftkirin? A ji vê pirsê destpêkirin, niqaşkirin heke çavkaniya xwe ji pirsa “divê ji ku bê destpêkirin” negre nîqaşên ku bi vê pirsê destpêdikin jî nabe encamê.
Ji ber vê yekê em pirsa xwe dubare bikin: Divê em ji ku dest bi muzîka xwe bikin? Ku em bêjin pêwiste em muzîka xwe ji cihê ku nîvco maye bidin dewamkirin wê bibe bersivek rast lê hêsan û qutebir. Tiştên ku nîvco mane çi ne divê ew bêne tespîtkirin. An jî dema em bêjin ’em ji cihê nîvco maye dewam bikin’ em bi dubarekirina wê derê nikarin bi pêş bikevin.
Ango divê em rojane bikin. Nexwe di serê pirsên li pêşiya me de ya yekemîn naskirina kokê, ya duyemîn jî rojanekirina wê ye. Ango pirsa ” divê em ji ku dest pê bikin” bi vê wateya xwe girîng dibe.
Muzîka Kurd xwe di dengbêjan û stranan de mixkirî hiştiye. Naverok rojane nebûye. Şêweyê xwe di ber çav re derbas nekiriye. Ji ber vê yekê pêwiste muzîka me jî li dijî biyanîbûn û tunebûnê bikeve nav vejînekê. Stranên hatiye çêkirin jî di encamê de bi giranî ji bo ku karibe bijî wergeriyaye pesindayina jiyana mîr û reîsan.
Û dîroka jiyanê ya Kurdan di wateyekê de eynî bi aqûbeta rewşa dijwar a ku wêjeya me ketiyê rû bi rû hatiye ku jixwe çavkaniya xwe ji wira digre, bêgav maye ku bikeve xizmeta têkçûn û çînên serdest ên Kurd.
Weke hunermendan jî ji ber ku hêz û formasyona ji civakê re pêşengiyê bike nebû, vê rewşê nikaribûye xwe derxe dervî dubarekirinê.
Careke din DIVÊ JI KU DEST PÊ BIKIN Hevala me Mizgîn-GURBET AYDIN belkî nikarîbû lêkolînek xurt a muzîkê bike. Lê belê pişta xwe da deng, awaz, tingîn û şîroveya Meryemxanan ê nîvco maye ku bi wê re jî hebû û bi li naverokê zêdekirina hêvî û xeyalên meyla azadiyê derkevtinek kiribû.
Dema ku digot “oy lê lê li min dayê” ne ku zêmarek li ser Kurdan, zêmarek li ser zêmara Kurdan digot. Dilê wê yê Kurd dilê meyla azadiyê ya gel bi deng dikir. Vejîna kurmancên fekîr ên piraniya gel bi deng dikir. Ji pesindayina mîran û teşwîqkirina yê biyanî dûr, bi dengkirina gelê Kurd, dengê me, dengê dilê me bi deng dikir bi muzîka xwe.
Dengê me yê ji cihên jibîrbûyî yê dîrokê, ji bayên azadker ên çiyan hatiye komkirin û anîn bi me dabû guhdarkirin. Ew bibû cihê ku dengê me yê wenda lê hatiye dîtin û lê hatiye destpêkirin. Dildarî û hewla azadiyê berê wê dabû xwe. Bi hunera muzîkê destpêka derkevtina jina şervana azadiyê kiribû.
Ew bi ser ketibû ku di navbera ya kevn û ya nû de bibe pireyek jî. A rast ev bibû qismetê wê. Ev hemû pênase me dibin encama, nexwe bêyî kirina lêkolînên berfireh jî dema ku li cihê rast bê sekinîn û rast bihîstin, hîskirin, fêmkirin hebe, destpêkên derbarê ya nû de dikare bên kirin.
Aliyekî tiştê ku di muzîkê de jê re guhê saxlem tê gotin jî pêzanîna bihîstina kîjan dengî ye. Wê guhê dabû dengê Meryemxanan. Nota dengê wê jî ew bû. A li dû, lêbarkirina naverokên rojane bû. Hate kirin jî. Tişta ku jê re “hestiyariyê hunermendî” tê gotin jî hîskirina êş û kêfên devera lê tê jiyîn û jê re pêşengî kirin bû. Wisa jî dikir.
Weke şervaneke meyla azadiyê jî xwe temam dikir. Dema ku dil bi azweriya meyla azadiyê lê da ne pêkan bû ku deng û şîroveyên din xwe di wê de serdest bikin. Wisa jî bibû. Dema ku me hevala xwe Gûrbet Aydin girte dest, tespîtkirina “ji ku dera muzîka Kurd destpêkirina wê” dibe şertê xwesteka xwedîderketina li bîranîna wê. Lê belê temenê wê têrî pêşxistina xeyal û xwestekên wê nekir. Û di nêvî de ma…
Gotinên herî xweş dema bi uslûb û sekna herî bi wate neyê gotin ji bo astê nikare bibe pîvanek.
Gûrbet Aydin-MIZGÎN- eynî weke wateya di navê xwe de ango mizgîn, mizgîniya dîtina li ser navê muzîkê tişta ku pêwiste bê kirin û ji ku bê destpêkirin e.
Pêkanîna xeyalên Mizgîna ciwan tenê ne peywira me ye kî. Jixwe xeyalên me bûn. Êdî me dengê xwe nas kir. Me li cihê ku wendabibû dît. Ma em hinekî jî li xwe guhdar nekin?