Rojîna Gulê
Dengbêjiya Mûşê nav û deng e. Hema hema li her gundî dengbêjek heye.
Reso, Zahiro, Hacî Sidîq, Ferzê, Hisêyno û Marûf dengbêjên sereke ne. Em îro qala Dengbêj Hisêyno bikin.
Ew ji gundê Orginosê yê Mûşê ye. Di 8ê Avrela 2001an de koça dawî kiriye. Gora wî li gundê wî ye.
Dengbêj Hisêyno bi navê Hisêynoyê Mûşê jî tê zanîn. Hisêynoyê Mûşê her çend vê dawîyê koça dawî kir jî, stranên xwe bi awayekî profesyonelî di stûdyoyê de tomar nekiriye.
Keda Rêber
Li gorî kevneşopiyê, wî stranên xwe di nav gel de gotiye. Heval û cîranên xwe dengê wî tomar kirine. Kurê wî Rêber di nava civakê de geriyaye û 250 stranên cuda yên ku bavê wî gotine berhev kirine.
Em ji van berheman dibînin ku wî him stranên xwe û him jî stranên dengbêjên wek Ferzê, Evdalê Zeynîkê û Fêrîkê Borîzan xwendine.
Dengbêj Hisêyno zêdetirî 20 stran jî li ser hevjina xwe gotiye.
Muzîk di malbatê de
Zarok, nevî û biraziyên Hisêyno jî bi dengê xwe li Kurdistanê têne naskirin. Em tenê du mînakan bidin:
Dengbêj Cahîdo kurê Hisêyno ye ku 15 kaset derxistiye. Delîl Dîlanar jî biraziyê Hisêyno ye.
Bersiva Hisêyno ji Radyoya bi tirkî re
Kurê wî Rêber wiha behsa bavê xwe dike:
“Diya wî Husna dengbêj bû. Bavê min dengê xwe ji diya xwe distîne. Her çiqas bi saetan stranan distira jî detone nedibû. Taybetmendiyeke bingehîn a dengbêjan ev e. Mêvanan wî kêm nedibûn. Min gelek caran dîtiye ku diya min di rojekê de du caran tenûrê şewitandiye.
Her wiha bang li bavê min dikirin ku pirsgirêkên civakî bi rêya aştiyê çareser bike.
Bavê min pir girêdayî zimanê xwe bû. Rojekê Radyoya Erziromê pereyekî zêde pêşkêşî bavê min kirin ku bi tirkî bistirê. Bavê min ji zabit re got: Tu hemû pereyên dinyayê bidî min jî, ez bi tirkî naaxivim.
Bavê min berhemên nifşê beriya xwe ezber dikir. Wî ev stran digotin û gihandin nifşên nû. Ev di dengbêjiyê de erkek netewî ye. Bavê min ev erk baş bi cih anî.”
Dengbêj Hisêyno