Mam Zekî Şengalî û Pirtûka Hevreyê Rojê

Firaz Baran

Çavkaniyên Lêkolînê
– Hevpeyvîna Mam Zekî Şengalî: Arşîva Stêrk TVyê
– Pirtûka bi navê Hevrêyê Rojê
– Hevpeyvîna Gulê Ozden: Li bajarê Celleyê
– Hevpeyvîna Sozdar Avesta: Arşîva Stêrk TVyê

Danasîna Pirtûkê
Nav: Hevrêyê Rojê Mam Zekî Şengalî
Nivîskar: Mehmet Özcan
Werger: Ronî R.
Weşanxane: Meyman, Tebax 2022, 210 Rûpel

Mam Zekî di sala 1952an de li gundê ŞasimêBişêriyê (Êlihê) ji dayik bûye. Ev gund Kurd û Êzdî ye û li nêzîkî Çiyayê Raman e. Mam Zekî endamê dawî yê malbateke 8 xwişk û bira ye.

Dema ku 5 salî bûye bavê wî krîza dil derbas kiriye û cîhana wê guhertiye. Ew bê bav mezin bûye.

Stêrk TVyê bi Mam Zekî Şengalî re li Kurdistanê hevpeyvînekê dike. Şengalî dibêje: “Ez tenê 5 salan çûm dibistanê. Dibistan li gund bû. Paşê ji ber sedemên aborî û olî min dibistanê berdewam nekir.”

Li Almanyayê

Ew di 17 saliya xwe de (sala 1969an) wek xwendekar diçe Almanyayê û dema ku dibe 18 salî dest bi kar kiriye. Di navbera salên 1970 û 1986an de li fabrîqeyê xebitiye.

Mam Zekî Şengalî di Newroza sala 1970an de bi Gulê Ozden re zewiciye û 7 zarokên wan hatine dinyayê.

PKKê di sala 1976an de li bajar û gundên Bakurê Kurdistanê dest bi propagandayê dike. Di salên 1978 û 1979an de li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê şer kiriye. Her wiha Manîfestoya PKKê jî di wan deman de hatiye weşandin.

Mam Zekî ji têkoşînê û Manîfestoyê bandor bûye û li Almanyayê ji bo PKKê dest bi xebata şoreşê kiriye. Dibêje:

Çawa PKKê Nas kir

“Min di sala 1979an de Partî ji nêz ve nas kir. Wê demê tu kadroyên Partiyê tunebûn. Tenê welatparêz hebûn. Me wek komek heval perwerde kir û dest bi xebatê kir.

Dawiya sala 1979an bû. Me got:
Em dikarin çi karî ji bo Partî û welat bikin? Ewqas xizmetê dike. Dengê wê xweş tê. Li dijî dewleta Tirk û hêzên paşverû ê Kurdan şer dike. Mafê feqîr û bindestan diparêze. Em dikarin çi bikin?

Em gihîştin vê encamê: Em Partiyê di nav gel de bidin nasîn. Her wiha em di warê aborî de piştgiriyê bidin. Li bajarê Celle yê ku ez wê demê lê dimam, min dest bi berhevkirina aîdatan (ji 50 kesî) kir. Baş tê bîra min, dawiya sala 79an bû. Wê demê me her meh bi qasî 10 hezar Mark pere kom dikirin.”

Wek Welatparêz Xebatên Mam Zekî

Mam Zekî, hetanî sala 1986an hem li fabrîkayê dixebite û hem jî wek welatperêz xebatên şoreşê dimeşîne.

Çi dike? Rexistina gel mezin dike. Li bajarê Celleyê di sala 1980an de komeleya Kurdistanê ava dike. 1982an de jî dest bi belavkirina rojnameya Serxwebûnê dike.

Dîsa ji bo piştgiriya berxwedana Zindana Amedê tevlî grevên birçîbûnê dibe û cuntaya faşîst bi rêya agahdarkirinê teşhîr dike.

Meş û mîtîngan lidardixe û xebatên çandî organîze dike. Her wiha xebatekê balkêş jî pêş dixe. Welatparêzan qanî dike û her hafta rojekê ji bo PKKê li zevî û baxçeyan dixebitin. Mam Zekî li ser vî karî dibêje:

“Wê demê em li zeviyan xebitîn. Pincar, pîvaz û giya me kom dikirin. Em wek malbatên welatparêz diçûn. Me zehmetiyên şoreşê dizanî. Me got: Li vir ev ji destê me tê. Em ê vî karî bikin.

Me hem aîdatên xwe da, hem jî ji bo şoreşê em xebitîn. Karê zeviyan rihêkî kolektîf jî derdixist. Ez dikarim bêjim ku wê demê me berpirsiyariya aborî hinek anî cîh.

Dîsa me di nav gel de komîte ava kirin. Di her komîtêyan de 2 û 3 hevalan cîh digirtin.

Dibe ku bajarê Celleyê Êzdî pir bûn. Lê her ku çû xebat mezin bû me xwe gihand malbatên din.

Di sala 1980an de me dest bi xebata çandê jî kiribû. Hevalan karê muzîk û govendê dikirin. Anku bingeha xebatên çand, muzîk, rêxistinkirina gel û xebatên aborî di wê demê de me avêt.

Ez bawerim dawiya sala 1982yan bû. Dewleta Tirk ji bo 97 girtiyên PKKyî cezaya îdamê xwest. Em pir pê tesîr bûn. Tu bêje di nav me de zelzeleyek çêbû. Yanê ewqas însan ji bo maf û doza me derketine. Êsîr ketine û dewlet dixwaze wan îdam bike. Bandorek mezin li ser min çêkir.”

Di encamê xebatên Mam Zekî di nav civaka Êzdî şoreşger derdikevin û tevlî PKKê dibin. Wek mînak Abdullah Sevgat tevlî dibe û di sala 1987an de tevlî kerwana şehîdan dibe.

Binevş Agal di sala 1989an û Alî Agal jî di sala 1990an de şehîd dikeve.

Kurê Mam Zekî Kasim Ozden (Sîpan) jî tevlî dibe û di sala 1992an de şehîd dikeve.

Rêveberê Konseya KCKê Sozdar Avesta jî wê demê tevlî dibe.

Sozdar Avesta / Endama Rêveberiya Giştî ya KCKê
“Di xebatên Ewropayê de para hevalê Zekî diyar bû. Di kampanyayên girseyî, propaganda, ajîtasyon, aborî û xebatên demsalî de cih digirt. Ew xwedî hêzek mezin a qanîkirinê bû. Kesên derdora wî ew ji xwe re mînak digirtin. Ji bo min heval, rêheval û birayek bû. Me hemû pirsgirêkên xwe yên civakî dibirin cem hevalê Zekî. Di sala 1991ê de ez vegeriyam Kurdistanê.”

Mam Zekî di sala 1985an de diçe Bekaayê. Mehekê li vir dimîne. Tevlî perwerdeya Rêber Apo û fermandaran dibe.

Dema ku vedigere Ewropayê bi malbata xwe re diaxive û di sala 1986an de bi awayekî profesyonel tevlî xebatên PKKê dibe.

Heta sala 1999an li Almanya, Fransa, Swêd, Danîmarka, Çekoslovakya, Belçîka û Hollandayê xebatên rêxistinî dimeşîne.

Ew di sala 1988an de ji bo rêveberê Ewropayê tê hilbijartin.

Di sala 1992an de li Ewropayê hilbijartinên Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê çêdibin. 17 kes tê hilbijartin. Yek ji wan Mam Zekî bûye.

Sê Caran Zindanê Almanyayê Dît

Her wiha Mam Zekî li Almanyayê sê caran hate girtin.

Di sala 1988an de du meh, di sala 1991an de nêzî salekê û di sala 1996an de jî 2 sal û 4 meh wî di girtîgehê de digirin.

Mam Zekî her ku ji zindanê derdikeve karê ku ji cihê lê hiştibû berdewam kiriye.

Û di 27ê Mijdara 1999an de tam di salvegera damezrandina PKKê de vegeriyaye Kurdistanê.

Ji wê rojê heta roja ku şehîd dikeve, di nava xebatên şoreşgerî yên Kurdistanê de cih girtiye.

2002-2004: Xebatên Li Şengalê

Di sala 2002an de Mam Zekî li Mûsil, Şêxan, Sêmelê û Şengalê ji bo rêxistinkirina Êzdiyan dest bi xebatê kiriye.

Ji şahidê wê serdemê Beşîr Basî diyar dike ku Mam Zekî gund bi gund dest bi rêxistinbûnê kiriye.

Mam Zekî bi serokên eşîran, aqilmendên raya giştî û rêberên olî re civiyaye û bi gel re hevditîn pêk aniye.

Beşîr Basî van agahiyan dide (Ji pirtûkê):

“Mam Zekî behsa tifaqa Êzdiyan dikir. Divê Êzdî yekîtiya xwe ava bikin, xwe bi rêve bibin û xwe biparêzin. Heta niha her kesên ku dihatin digotin em hatine parastin û rêvebirina we. Lê kesî negotiye: “Ji niha û pê de divê hûn xwe bi rêve bibin û xwe biparêzin”. Mam Zekî ev ji civaka Êzidî re got.”

2004: Kongreya Êzdiyan

Mam Zekî di sala 2003an de di nava civakê de hêzeke rêxistinkirî ava kiriye. Piştre pêşniyara lidarxistina kongreya Êzidiyan dike.

Piştî amadekariyeke dûr û dirêj, di 18-20 Nîsan 2004an de kongreya sê rojan pêk hatiye.

Kongre li saloneke li nêzî bendava Seddam a li bakurê Mûsilê pêk hatiye. Omer Salihê ku beşdarî kongreyê bûye van agahiyan dide:

“Nêzî 500 kes beşdarî kongreyê bûn. 141 kes delege, yên din jî mêvan bûn. Kongre 3 rojan dewam kir. Ji bilî Şengal û Şêxan, Êzdiyên ji Bakur, Rojava, Ewropa, Rûsya û Ermenîstanê jî beşdar bûn. Tevgera Civaka Demokratîk û Azadiya Êzdiyan – TEVDA – hat ava kirin. Di kongreyê de 51 kesî ji bo Meclîsa TEVDAyê hatin hilbijartin.”

Bexda û PDKê Çekên Ezdiyan Kom Dikin

Dema ku xebatên Meclîsa TEVDAyê bi rêkûpêk dibin, Mam Zekî di destpêka sala 2006an de ji Şengalê derketiye û çûye Qendîlê.

Wekî endamê Dîwana Kongre-Gel xebatên xwe berdewam kiriye.

Balkêşe… Dema ku Mam Zekî ji herêmê derketiye, PDKê ji TEVDAyê giliyê hikûmeta Nûrî Malikî kiriye û ev propaganda belav kiriye: “TEVDA rêxistina PKKê ye. Ger nayê qedexekirin yan girtin wê PKKê Şengalê bidest bixe.”

Hikûmeta Malikî di bin bandora vê prapagandayê de maye û bi rêveberên TEVDAyê re rûniştiye û ji wan xwestiye ku TEVDAyê fesh bikin.

Lê Meclîsa TEVDAyê guh nedin van gilî û xwestekan û xebatên xwe berdewam dikin. Piştî vê sekina TEVDAyê Hikûmeta Navendî û PDKê bîryar dide û çekên gel kom dike. Gel bêçek dimîne. (3ê Tebaxa 2014an bifikirin. Ger çekên gel hebûna ewqas zirarên giran dernediketin.)

2007-2014: Xebatên Mam Zekî

Di sala 2007an de Mam Zekî wek Konseya Rêvebir a KCKê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2007 û 2011an de li Qandîlê di nav Komîteya Siyasî xebatên şoreşê rêvedibe.

Di sala 2011an de derbasî xebatên Komîteya Dîplomasiyê dibe û hetanî Jenosîda Şengalê (2014) xebata dîplomasiyê rêvebiriye.

Wek mînak di sala 2013an de ji bo ku Kongreya Netewî ava bibe li Başûrê Kurdistanê gelek xebat meşandiye.

3ê Tebaxa 2014: Masaya Krîzê Ava Dibe

Dema ku Fermana 74an destpê dike Mam Zekî û Sozdar Avesta Masaya Krîzê ava dikin.

Li hemû cîhanê saziyan û kesayetan digerin û dikevin di nav tevgerek a kûr.

Piştre Mam Zekî diçe çiyayê Şengalê û li cem gel dimîne. Civînan lidardixe. Ji bo pêdiviyên gel bi hêzên gerîla re dixebite.

Dema Fermana 74an hatina Mam Zekî gelek bandor li ser gel dike. Ji ber ku gel ji Mam Zekî bawer dike û Mam Zekî di nav gel de dibe stûnê tifaqê.

Ayşe Sîdo / Rêvebera Navenda Êzdî a Şehbayê
Mam Zekî di nav Şengalê got: “Ez civaka xwe bi rêxistin bikim. Em pêşiya fermanan bigirin.” Dunya kor, kerr, lal û bêdeng bû. Got: “Ez ê xwedî li Êzdiyan derbikevim.”Civaka Êzdî rastî gelek fermanan hatin. Gelek zor û zehmetî kişandin. Lê berxwedana xwe jî nîşan dan. Mam Zekî xwest ku vê civakê birexistin bike û tifaqa wan ava bike.

YBŞê Ava Dibe

Mam Zekî li çiyayê Şengalê bi hêzên HPGê, YJA STAR, YPGê û YPJê re civîn lidarxistin.

Bi sedan ciwanên Êzdî jî tevlî berxwanê bûbûn. Bi wan re jî civîn lidarxistin.

Piştî van civînan Yekîneyên Berxwadana Şengalê – YBŞ hate ava kirin. Piştî vê bîryarê civaka Êzdî bû xwedî hêz.

Piştre Mam Zekî derbasî Dêrîkê bûye û hetanî dawiya sala 2014an xebatên berxwedanê li Dêrîkê birêvebiriye.

Azadkirina Şengalê

Çiyayê Şengalê 1900 m bilind e û bi qasî 40 km dirêj e û ji sînorê Sûriyê heta Tilaferê dirêj dibe.

Li derdora çiyê endamên DAIŞê hebûne. Şerê li vê herêmê heta meha Kanûnê dom kiriye û derdora çiyê di Kanûna 2014an de bi temamî hatiye rizgarkirin. Di sala 2015an de jî navenda bajarê Şengalê rizgar dibe.

2016: PADÊ Ava Dibe

Di sala 2016an de 6. Kongreya TEVDAyê tê lidarxistin. Mam Zekî jî beşdarî kongreyê dibe. TEVDA xwe fesih dike û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan-PADÊ tê damezrandin. Yanî Êzidî di dîroka xwe de cara yekem bûne xwedî Partî.

Zekî Şengalî di axaftina xwe ya li kongreyê de wiha gotiye:

“Ev cara yekeme ku Êzidî beşdarî kongreyeke wiha dibin. Qe nebe wan bê tirs ramanên xwe anîn ziman û dest bi tevgerê kirin. Êdî Êzidî wê li ser navê xwe siyasetê bikin. Em li wir bûn, lê kesî em nas nekir. Niha em ê raya xwe ji cîhanê re ragihînin.

Ger em xwe li hember dîrok, ax û civakê berpirsyar bibînin, divê em nêzî bûyerên yekalî nebin. Ger îro li derve êrîşek li ser me hebe, divê em para xwe tê de bibînin.

Sedema van êrîşan ne rêxistinbûna me bû. Ger em xwe bi rêxistin bikin em ê bi ser bikevin. Lê ger em xwe bi rêxistin nekin wê desthilatdar bi ser bikevin.

Eger TEVDA beriya fermanê xwe xurtir birêxistin bikira, dikaribû heta asteke mezin pêşiya fermanê bigire.”

15ê Tebaxa 2018: Mam Zekî Şengalî Şehîd Dibe

Dewleta Tirk di 15ê Tebaxa 2018an de li dijî Mam Zekî Şengalî êrîşeke hewayî pêk aniye. Encama vê êrîşê de Mam Zekî şehîd dikeve.

Zekî Şengalî civaka xwe yê ku rastî Jenosîdê hatîbû ji nû ve birêxistin kiriye. Partî û Artêşa Êzîdiyan damezrandiye. Di têkbirina çeteyên DAIŞê de bi biryar şer kiriye. Kesên ku Mam Zekî dikin hedef tenê dikarin bibin şirîkên DAIŞê. Her wiha hemû cîhan jî dizane ku dewleta Tirk her tim destek daye DAIŞê.

Rêvebera Navenda Êzdî a Şehbayê Ayşe Sîdo şîroveyek girîng dike. Dibêje, “Rêberên Êzidiyan tên qetilkirin, qetlîam bi Mam Zekî re sînor nîne.”

Ayşe Sîdo / Rêvebera Navenda Êzdî a Şehbayê
Çileya 2020an. Rêveber û fermandarê leşkerî Zerdeşt Şengalî bû hedef.

Seîd Hesen bi heman sedemê bû hedef.

Merwan Bedel bû hedefa heman sîstem û zîhniyetê.

Heta Meclîsa Şengalê jî bombe kirin û zarokekî 4 salî tê de şehîd bû.

Em dibêjin “Şehîd Namirin”. Em ê bibin şopdarên Zekî, Avesta, Barîn û Arînan. Em ê bibin şopdarên şehîdên xwe.”