Strana Hewlêrê û Doza Kobanêyê

Firaz Baran

Yek kaseta Şehîd Serhad derketiye. Navê xwe “Hewlêr” e. Xwediyê gotin û muzîka stranê “Hewlêr”ê Şehîd Serhad e. Gotinên stranê li jêr in:

Hewlêr
Gotin û Muzîk: Şehîd Serhad

Hewlêr lorîka dayîkan
Hewlêr qîrîna zarokan
Hewlêr kilê çavên bûkan
Hewlêr bi xwîna şehîdan
Te navê xwe kir berxwedan

Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e
Qelayê berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna egîdan e Hewlêr

Hewlêr ji nû ve dayik bû
Hewlêr bi pêt û agir bû
Agirê dilê xortan
Nav mirinê kir jiyan Hewlêr
Agirê dilê keçan
Nav mirinê kir jiyan Hewlêr

Hewlêr namîne wek caran
Wê bibe gora xayinan
Bi xwîna Helîn û Salihan
Geş dibin çîçek û sorgulan

Hewlêr Hewlêr
Agirê serhildan e
Qelayê berxwedan e
Hêlîna şehîdan e Hewlêr
Hêlîna egîdan e Hewlêr

Komkujiya Hewlerê

PDKê di 16ê Gulana 1997an de êrîşî navendên PKKê yên li bajarê Hewlêrê kiribû. Êrîş saat di 16:00an de destpê kir. Saziyên ku hedef kirin ev bûn:

YAJK: Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistan
YNDK: Yekitiya Neteweyî Demokratî Kurdistan
NÇM: Navenda Çanda Mezopotamya
Rojnameya Welat û Rojî Welat: Her du rojname di heman avahiyê de bûn.
Nexweşxaneya Gerîla û Heyva Sor: Gerîlayên birîndar li van her du saziyan dihatin dermankirin.

Bi hezaran pêşmergeyên PDKê beşdarî êrîşê bûn. PDKê bi çekên giran ên wekî top, tank û doçkayan êrîşî van buroyan kir û di encamê de 83 şoreşgerên PKKê bi avayekî hovane kuştin.

Di nav şehîdan de bîst kes xebatên çapemeniyê dikirin. Ew nûçegihan û edîtorên Azadiya Welat, Roj, Rojî Welat û Med TVyê bûn. Gelo li cîhanê welatek din heye ku rojnamevan bi komî hatine qetilkirin? PDK dikare bi vê “serkeftinê”(!) pesnê xwe bide.

Navên Şehîdên Çapameniyê

Edîtorê Stêrk TVyê Karzan Alî Osman navê rojnamegerên şehîd bi me re parve kir. Navên şehîdan li jêr in:

1. Mihemed Nadir Gezneyî (Xogir): Sala 1970î li Hewlêrê ji dayîk bûye, lîse qedandiye.

2. Azad Mihemed (Kemal): Sala 1971ê li Rewandûzê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

3. Şiwana Hemelaw (Rêbaz): Sala 1971ê li Silêmanî ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

4. Îdrîs Alî Mihemed (Azad): Sala 1973yan li Pencewînê ji dayîk bûye. li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

5. Receb Mihemed Salih (Goran): Sala 1971ê li Kelarê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

6. Gelawej Kemal Hesen (Rewşen): Sala 1971ê li Silêmanî ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

7. Yûsiv Xalid Necîb (Mirad): Sala 1973yan li Silêmanî ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

8. Hamîd Berzencî (Kawa): Sala 1973yan li Kerkûkê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

9. Îsmaîl Ebdila Kurde (Aram Şaqlawa): Sala 1972yan li Şaqlawayê ji dayîk bûye, li akademiyê tevlî şoreşê dibe.

10. Gelawej Arif Mehmûd (Berxwedan): Sala 1975an li Silêmanî ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

11. Şêx Kamîran Hîranî (Kamiran): Sala 1968an li Hîranê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

12. Perî Osman Mihemed (Peyam): Sala 1973yan li Silêmanî ji dayîk bûye, li akademiyê tevlî şoreşê dibe.

13. Nahîde Hemad Salih (Rûken): Sala 1971an li Silêmanî ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

14. Günay Geçilmez (Ronahî): Sala 1971an li Pazarcikê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

15. Mêrxas Serêkanî (Mêrxas): Sala 1970an li Serêkaniyê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

16. Ronî Melezgîrd (Ronî): Sala 1978an li Melezgîrdê ji dayîk bûye, lîse qedandiye.

17. Roza Yûsiv (Roza Cudî): Sala 1969an li Dirbêsiyê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

18. Ciwan Şêxo (Hûner): Sala 1965an li Dêrîkê ji dayîk bûye, li zanîngehê tevlî şoreşê dibe.

19. Serkewt Xaneqînî (Serkewt): Sala 1972an li Xaneqînê ji dayîk bûye, lîse qedandiye.

20. Bekir Doxan (Nûman): Sala 1968an li Rihayê ji dayîk bûye.

Kurtedîroka Çapameniya Şoreşê

Her wiha em vê agahiyê jî bidin: Li Başûrê Kurdistanê xebatên çapemenî û weşanê ji salên 90î û vir ve dewam dikin. Ji bilî nûçeyên heyî, xebatkarên çapemeniyê bi sedan pirtûkên Rêber Apo û wêjeya PKKê wergerandin Soranî.

Rêber Kerkûkî, sembola xebatên çapemeniya şoreşger e. Di navbera salên 1993-2000î de di hemû xebatên çapemeniyê de cih girtiye. Rêber Kerkûkî di sala 2001an de diçe Çiyayê Qendîlê. Wê demê aşûtek hatiye û di bin aşûtê de şehîd ketiye.

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Şehîd Diyar Xerîb û Endama Komîteya Navendî ya PKKê Viyan Soran jî di dema ciwaniya xwe de li Başûrê Kurdistanê di nava xebatên çapemeniyê de cih girtine.

Cenazeyên Gaziyan Hatin Rûxandin

Di Komkujiya Hewlêrê ya 16ê Gulanê (1997) de 50 Gazîşehîd bûn. Wan di şer de dest, çav û lingên xwe ji bo Kurdistanê kiribûn qurban.

Tenê ji bo dermankirinê hatibûn Hewlêrê. Bêçek û bêparastin bûn. PDKê wan kuştin û cenazeyên 14 jinên şoreşger bi panzeran ve girêdan û li kolanên Hewlêrê kaş kirin. Cenazeyên şehîdan li ser rêyan hatin rûxandin!

PDK Bû Nêçîrê Hewlêriyan

Paşê PDKê li bajêr bû nêçîrê mirovan. Ji hezarî zêdetir kesên ku alîgirên PKK, YNK û YNDKê bûn û mirovên sosyalîst, komunîst, serbixwe, muhafazakar û karker hatin girtin.

Li Zanîngeha Selahedînê 350 xwendekar binçav kirin. 24 endamên Partiya Karê Serbixwe ya Kurdistanê, bi şêwaza Saddam, li ber dîwêr gulebaran kirin.

Gelo sedema vê êrîşa hov çibû? Hewlêr heta sala 1996ê di destê YNKê de bû. Di 31ê Tebaxa 1996an de PDKê ku bi Seddam re tifaq kir, artêşa Iraqê anî û Hewlêr ji destê YNKê girt.

Xelkê Hewlêrê ne endamên PDKê bûn. PDKê bi van komkujî û girtinan armanc kir ku bajar ji pêkhateyên muxalefetê paqij bike û gel bi tirsê bitirsîne. Peyam da ku yên teslîm nebin û yên nekevin bin kontrola wan wê bên qetilkirin.

PDKê di 16ê Gulana 1997an de li kolanên Hewlêrê Kurdan kuştin û tecawiz li jinan kirin. Malên endamên rêxistinên cuda talan kirin. Îşkence li kesên Kesên ku girtibûn îşkence kirin. Wî gelek kes winda kir û cenaze hilweşand.

Xwepêşandana li Silêmaniyê

Di 20ê Gulana 1997an de xwenîşandanek mezin li Silêmanî hate lidarxistin. Bi deh hezaran welatiyên Silêmanî ji bo şermezarkirina Komkujiya Hewlêrê li kolana Sûareke kom bûn.

YNKê barîkat danîn û xwepêşanderên ku dixwestin bimeşin asteng kirin. Lê 2 hezar xwepêşander barîkat şikandin û meşiyan û hêrsa Komkujiya Hewlêrê anîn ziman.

Dirûşmeyên “Bakur Başûr Rojhilat / Welat her yeke welat”, “Caş caş Barzanî / Tirk ji bo Başûr anî”, “Barzanî tu îxanetkarî”, “Bijî PKK” qiriyan.

Xwepêşanderan alên Tirkiyê şewitandin, alên Kurdistanê hildan û bi dirûşmên serketinê belav bûn.

Komkujiya Hewlêrê hem di nava gerîlayên PKK’ê de hem jî di nava raya giştî de bû sedema hêrseke mezin. Gerîla bi hestên tolhildanê tije bû. Û li pey hev çalakiyên fedaî pêk hatin.

Doza Kobanêyê

Biryara Doza Kobanêyê di 16ê Gulana 2024an de hat dayîn. Yanî di salvegera Komkujiya Hewlêrê de.

Di dozê de 108 kes hatin darizandin. Ji bo Selahattîn Demîrtaş 42 sal (!), ji bo Fîgen Yuksekdagê jî 30 sal “cezayê” girtîgehê hat birîn.

Çima dewleta Tirk ev biryar di 16ê Gulanê de ragihand û ne rojek din? Kes nikare îdia bike ku tu têkiliya vê bi Komkujiya Hewlêrê re nîne.