Firaz Baran/Lozan
Yaqob Tîlermenî çardeh pirtûk nivîsandine.
Ji wan pênc çîrok, pênc roman, yek lêkolîn, yek şano û dû heb jî pirtûkên zarokanin. Di nav pirtûkên çîrokan de jî bi giştî herî kem pencî çîrok hene.
Berhemên Wî
Berhemên Yaqob Tîlermenî ev in:
Êşbazî: Çîrok, 2002
Bermeqlûb: Çîrok, 2003
Ferhenga Sirgûnê: Çîrok, 2004
Kitim: Roman, 2005
Qerebafon: Roman, 209
Bavfileh: Roman, 2009
Kermêşa Gerok: Çîrok, 2011
Kulîlkên Apê Mûsa: Şanoya Zarokan a Mûzîkal, 2012
Danişîna Zimanekî: 2012
Sergotina Calvino: Roman, 2013
Metamorfoz: Çîrok, 2013
Lemişta Çîrokên Kurdî: Lêkolîn, 2015
Hêlange: Roman, 2016
Pizdank: Çîrok, 2018
Navên pirtûkan jî xûyaye Yaqob Tîlermenî gotinên tozgirtî û êdî hatine ji bîrkirin bikartînî. Gelek gotin hene ku Tilermenî nivîsandiye û ketiye nav lîteratûrê.
Kitim (Kayıpdışı), qerebafon (Gramafon) û bermeqlûb (tersyüz) gotinên bi vî rengîne. “Meqlûb” gotinek bi zimanê arabiye û wateya xwe ters e. “Ber” jî kurdî ye. Nivîskar li ser gotina bermeqlûbê xarinek a Nisêbînê mînak dide:
“Li Nisêbînê navê xwarinekê jî bermeqlûb e. Li binê beroşê balîcanên qelandî tê rêzkirin. Goştê pijandî li ser tê danîn. Dû re jî riz pê tê dakirin û tê kelandin. Piştî kelandinê beroş berovajî li sênîkê tê valakirin.”
Gundê Biloka
Yaqob Tilermenî sala 1972an li Qoserê ji dayîk bûye. Ew li Qoserê ji gundê Biloka ye. Biloka gundêkî dîrokiye. Kêleka gund gelek şikeft hene. Dîsa Kela Nemrûdê jî nêzîkê gunde.
Ev gund gelek carî ji şervanên Kurd re bûye wek siparteyek. Gund di sala 1993-1994an de ji hêla dewleta Tirk ve hatiye xirakirin.
Dewlet dixwaze ku gundî bibin qoricî. Lê gundî qebûl nakin û koçî Qoser, Mêrdîn, Amed, Manîsa/Turgutlu, Stenbol û Konyayê dikin. Gundê Biloka bi giştî 50 mal bûne û bi vî avayî belav bûne.
Piştî ku li bajaran bicîh bûne ciwanên gund xwendine û îro bi dehan doxtor, mamoste, dermanfiroş, endezyar û hemşîre derketine. Yaqob Tîlermenî jî yek ji wan kesan e.
Wî li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya Perwerdehiyê beşa fîzîkê qedandiye û bi salan mamostetî kiriye. Ji ber ew Kurdekî welatparêz û nivîskarekî Kurd bû wî van salên dawî li vî karî dûrxistine.
Malbatên gundê Biloka beriya sed salî ji aliyê Kercosê hatine û Biloka bi cîh bûne. Ew ji eslê xwe ji aşîra Aşîta ne.
Kilama Hedoka Qaso û Hesenê Mala Mûsa çîrokek a evîndariyêye. Hedo ji aşira Aşîtaye. Ji ber Hedo û Hesen dil dane hev tên kuştin. Li ser wan kilam hatiye gotin. Yaqob Tîlermenî pirtûka xweya yekemîn de ev çîrok nivîsandiye.
Romana Sêbareya Merdînê sê bergin. Berga yekemîn de roman şikeftekê gundê Biloka destpêdike. Yaqob Tîlermenî dibêje, “Îro herkes cîhê wê nizane. Devê wê girtiye. Lê demekê wek stergeha şervanan bû.”
Temayên Tîlermenî
Tîlermenî jiyana modern û mirovên îro dinivîsîne. Behtir li ser pirsgirekên şexsî, derûnî, evînî û netewî disekine.
Gernasên çîrok û romanên wî ne tenê kesên xwedî derdin. Di heman demî de di nav lêgerînê de ne jî. Ew bûyeran behtir rewş û derûniya kesan dinivîsîne.
Her nivîskar li gorî xwe metodek diafrîne û dinivîse. Tîlermenî li ser nivisandina roman û çîrokên xwe wisa dibêje:
“Roman û çirokan ez ewilî di serê xwe de diqedînim. Bûyer, cîh, kesan û hwd. difikirim û diafrînim. Piştî wê dinivîsînim ango xebata zimên dikim.
Dema ku çîrok xelas dibe ez radikim û demekê wê ji bîr dikim. Piştra dinerim û kemasiyan sererast dikim.
Yek jî hin hevalên min hene ku xwendekar û nivîskarên jîr in. Ez pêşniyaran wan jî digirim. Ger peşniyaran wan munasîbin ez li gorî wê dîsa dixebitim û wisa diweşînim.”
Ji bo nivîskar dîtinên dûyem şansek e. Ji ber ku nivîskar carna 300-400 rûpel dinivîse û dibe ku hin tiştan nabîne.
Yek jî Yaqob Tîlermenî berî nivîsandina roman û çîrokên xwe pêşxebatekê lêkolînî jî dike. Wek mînak romana dawî a Tîlermenî Hêlange ye. Roman dû bajaran derbas dibe: Cizîr û Antakya.
Tîlermenî berî nivîsandinê diçe herdû bajaran. Demekê li wan bajaran dimîne. Herdû bajêr bi têrê xwe digere û cîhê ku karakterên romanê dimeşin dibîne. Dîsa li ser herdû bajaran gelek pirtûk û nivîsan jî dixwîne.
Sirgûn
Yaqob Tîlermenî 14ê meha 9an 2018an hat Swîsreyê. Ew bi helbestvan Dîlber Hêma re zewîciye û bavê dû zarokan e. Malbata xwe jî Tîrmeha 2019an de hatin Swîsreyê. Niha nêzî bajarê Lozanê jiyan dikin.
Tîlermenî nexerîbê penaberiyê ye. Di sala 94an de dewleta dagirker gundê wan xira kir û 2002an de jî ji ber ku ew mamosteyekî welatparêz bû wî sirgun kirin û 3 sal li bajarê Yozgatê jiyan kir.
Ew wek Kurdistanê, li welatê Siwîsreyê jî di nav gel de ye. Tevlî meş û mîtîngên Kurdistaniyan dibe û cîhê cûda semîneran liderdixîne.
Tîlermenî dibêje: “Kurdî gotinek xweş heye: ‘Herkes mîmarê dîwarê xwe ye.’ Ev dîwar ango xebatên giştî jî dîwarê me Kurda ye. Vî awayî xizmetê didim.”