Hemîd Avci: Dildarê Zimanê Kurdî

Firaz Baran

Strana “Hey lê Dayê” li ser şehîd Hemîd Avci hatiye sazkirin. Xelîl Xemgîn û Zozan di kaseta bi navê “Siwaro” (Kaseta Xelîl Xemgîn-1990) de xwendiye. Di stranê de dayîkek û kurê wê diaxivin.

Me li ser telefonê çîroka vê stranê ji hunermend Xelîl Xemgîn pirskir. Hunermend got:

“Hevalê Hemîd bi kurdî helbest dinivîsandin. Li ser dayikan bendek -malikek- helbest nivîsandibû. Dema min bihîst ku hevalê Hemîd şehîd bûye, min xwest ku bîranîna wî zindî bihêlim. Min helbest temam kir û saz kir û bi hevala Zozanê re me xwend. Ez hevalê Hemîd bi rêzdarî bibîr tînim.”

Hey lê Dayê
Gotin: Hamit Avcı û Xelîl Xemgîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn dixwîne:
Hey lê dayê
Tu destê xwe zû bigire û lê lê dayîkê tu zû bilezîne
Yadîgara bavê min çeka wî di binê axê de
Lê lê dayîkê tu ji min re bîne
Bi rext û fîşekan min bixemlîne
Hogirên min çûne dîlanê de lê lê dayîkê
Tu min dereng nehêlîne

Zozan dixwîne:
Here lawo here lawo, dilê min ji were bi evîne
Min hun xwidî kirin bi êş û nalîne
Bi stuxwarî bi kul û birîne
Ji bo vê roja şadî
De here lawo tu li paş nemîne

Xelîl Xemgîn dixwîne:
Hey lê dayê hey lê dayê
Tu bi sere delalê xwe bike lê lê dayîkê tu menalîne
Hatin refê ARGKê, xweşmêran li hev civîne
Girtin çiya û zozan, dayîkê serê çiya xemilîne
Li gund û bajaran bû ye xweş mizgîne
De hey lê dayê, de hay dê dayê, tu wê çekê ji min re bîne

Zozan dixwîne:
Here lawo here lawo ez jî ji we bi hêvî me
Bi sebr û aramim, lo lawo ji we bi bawerîme
Ev doza bi şan û şerefe, ez jî bi were rêwîme
Ax de here lawo
Tu li paş nemîne

Îsmet Kayhan: Li Kampan Dersên Kurdî Dide

Îsmet Kayhan 27ê Hezîrana 2019an di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de gotarek weşand. Sernavê gotarê “Ji Rabirdûyê heta îro PDK-3” bû. Kayhan gotara xwe de behsa Hemîd Avcî jî dike û dibêje:

“Hamît Avci yek ji kadroyên di dema damezrandina PKKê bû. Ji ber ku ji aliyê fizîkî ve qels bû, Mazlum Dogan nasnavê ‘Sömürge’ (Kolonî) lê kiribû.

Hamît Avcî sala 1977an Enstîtuya Perwerdehiyê ya Amedê qedandiye. Bi Mazlum Dogan re li Êlih û Kercewsê xebatên rêxistinî meşandiye.

Hetanî sala 1979an ango du sal mamestetî kiriye.

Bihara 1980an li Lubnanê perwerdeya leşkerî dîtiye. Havînê vedigere Bakur û piştî demekê kurt derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Gerîlayên destpêkê (1982) perwerde kiriye. Li kampên gerîla dersên xwendin û nivîsandina kurdiya kurmancî daye.”

Duran Kalkan Xebatên Avci Parve dike

Yek ji damezrînerê PKKê û gerîlayên destpêke Duran Kalkan e. Ew Hemîd Avci ji nêz ve nasdike. Hevpeyvînek Kalkan 4ê Tîrmeha 2019an di ANFê de hat weşandin. Kalkan behsa Hemîd Avcî jî dike û dibêje:

“Hevalê Hemîd Avci ji Kercewsê ye. Kercews wê demê giredayî Merdînê bû. Ji ber ku qels bû hevalan jê re digotin ‘Sömürge’ (Kolonî).

Şagirtê Enstîtuya Perwerdehiyê bû. Hevalêkî jîr bû. Kurdiya xwe baş bû. Her tim berhemên wêjeyî dixwendin. Helbestvan û ajîtator bû.

Hevalê Mehmet Karasungur ji bo Rojhilatê Kurdistanê hat wazîfedar kirin. Bihara 1980an komek heval li Êlihê hatin û bi hev re derbasî Rojhilatê bûn.

Dûre diviyabû komeke din bihatana şandin. Komê duyemîn havîna sala 1980an derbas bûn. Hevalê Hemîd di wê komê de cîh girt.

Wê demê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bû mîlîtanekî çalak.

Civaka Kurd baş nas dikir. Têkiliyên wî bi gel re pir baş bûn. Nivîsandina kurdî di asteke bilind de bikartanî. Wêjeya hevalê Hemîd xurt bû.

Bi vî awayî navbera salên 1981 û 85an xebatên xurt meşandin.

Bi navê Partiya me partiyên cuda re tekîlî danî. Hemû partiyên Rojhilat û Başûr nas dikir. Berpirsiyar û kadroyên wan hevalê Hemîd wek berpirsiyarê PKKê nas dikirin.

– Di nav komên propaganda û ajîtasyonê de cîh girt. Hem propagandaya nivîskî, hem jî devkî dikir. Li ser sînor gel rexistin û perwerde kir.

– Li Rojhilatê di nav eşîreta Gerdî û li Bakûr jî li Şemzinanê tekîliyên xurt ava kirin. Li ser Rûbarok û Mûsaka û li ser xata Herkiyan di nav gundan de xebatên şoreşê meşandin.”

Şehîdbûna Hemîd Avci

Duran Kalkan li ser şehadeta Hemîd Avci van agahiyan dide:

“Hevalê Hemîd havîna sala 1985an derbasî xata Avaşînê bû. Dixwest ku li Behdînanê xebatên propaganda û ajîtasyonê bike. Gundên li ser sînor jî xebat dikir.

Cem PDKê perpirsiyarê fermî ê PKKê hevalê Hemîd bû. Hemû fermandar û peşmergeyên PDKê hevalê Hemîd nas dikirin.

Sala 1985an PDKê dawî bi Protokolê re anî. Têkiliyên me bi PDKê re qut bûn. Hin derdorên PDKê dest bi êrîşan kirin. Bi taybetî jî ji bo yekîneyên li ser sînor kemîn danîn.

Gelek kadroyên PKKê piştî van êrişan şehîd ketin. Şehîdê herî naskirî hevalê Hemîd Avcî bû.

Li ser sînorê Şemzînanê, derdora Beroxê, li ser navê PDKê bi fermî bangî hevalê Hemîd dikin. Heval çû hevdîtinê lê careke din venegeriya. Paşê em hîn bûn ku wî şehîd xistine.

Berûxî hîn jî ji vê yekê berpirsyar in. Ev gundên Mûsaka ne û ji eşîra Gerdî ne. Lê li ser navê PDKê ev kirin. Wê demê hemû dilsozên PDKê bûn. Di nava rêxistina PDKê de cîh digrin.

Ber bi zivistanê ve li qeraxa Xabûrê Emîn Hoce jî qetil kirin. Di kemînên wiha de gelek hevalên me şehîd xistin.”

Şehîd Hemîd Avci / Foto Arşîv: Îsmet Kayhan