Bermal Çem
Dîlber
Gotin: Baba Tahirê Uryan
Muzîk: Bermal Çem
Bedena min derdkêş e, ey Îlahî
Dilê min hesretkêş e, ey Îlahî
Ji şewqa war û derdê xerîbiyê
Agir di singa min da ye, ey Îlahî
Eger dil dîlber be, ma dîlber kî ye?
Eger dîlber dil be, navê dil çi ye?
Ez dil û dîlber tevlîhev dibînim
Nizanim dil kî û dîlber kî ye
Delal, nava çavê min qesra te ye
Nav du çavên min cihê piyê te ye
Ditirsim tu xafil gav biavêjî
Piyên te ji mijangê min bi êş in
Hem derdê min, hem dermanê min ji dost…
Hem wesla min, hem hîcrana min ji dost…
Eger qesab çermê min ji beden ke
Tucar venagere canê min ji dost
Çîroka Min û Mezrayê
Baba Tahirê Uryan bi kîjan hestê ev helbest nivîsiye nizanim, lê belê gelek kes li derdora vê helbestê civiyan û hevdu nas kirin.
Dibe ku min û hevala Mezra bi saya vê helbestê zêdetir hev nas kir. Ew ê digot, “Evina min Baba Tahirê Uryan e. Ez ji helbesta wî ya Dîlber pir hez dikim.” Lê min digot, “Ez ji te zêdetir ji wê helbestê hez dikim.”
Me carinan şer dikir, carinan jî em bi rewşa xwe dikeniyan. Her sibeh bi dengê bilind me ev helbest dixwend. “Gelo, kî ji me xweştir dixwîne?” Me li derdora xwe mêze dikir, hevalan bi lêvkenî serê xwe dihejand, xuya bû ku rewşa me ne baş bû.
Di şeveke tarî de, Mezraya delal pirtûka min veşartibû. Bi gotina gerîla, ew ê “sizma” kiribû. Nedixwest ez wê helbestê bi giştî ji ber bikim. Wê di tarîtiya şevê de bi ronahiyek biçûk a di bin destmala birêşî de helbest tev ji ber kiribû.
Roja din serê sibê, dema em daketin dibistanê, Mezraya me “Dîlberê” wek bilbilan xwend û di bin çavan re li min mêze kir. Yên derdorê bi heyranî ew guhdar kirin û gotin ku Mezra bi serket.
Êdî Mezra bask da û firiya, ez hem keniyam û hem qêriyam: “Wê pirtûka miiinnn biriye!” Ji ahenga xwendina hevala min herkes mest bûbû.
Ez û Mezra ji gelek zor û zehmetiyan re derbas bûn, em bi ruhekî tevdigeriyan. Piştî hevaltiya salan êdî em ê ji hev biqetiyana. Ji bo me ew dûrketin tiştekî biêş bû. Min Mezra bi strana “Dîlber” oxir kir.