Paristgeha Çiyayê Nemrûd

Faysal Dağlı

Çîyayê Nemrûd li rojhilatê navça Kolikê cîh digire û 2150 metre bilind e. Ji ser Nemrûd, deştên Ruha, Semsûr û Amedê tên dîtin.

Çiya havînan germ, zivistanan jî di bin 5 metre berfê de dimîne. Tê gotin ku qralê Sumeran Gûsya, zozanên Nemrûdê weke havîngeh bikaraniye.

Navê Nemrud di dema dagira Artêşa Musluman de li vî çiyayî hatiye danîn. Nemrûd li Mezopotamya hukumdarekî efsaneyî ye û dawa xwedatiyê kiriye. Bi vê taybetiya xwe wek firawûnên Mezopotamî ye.

Rêya paristgeha ser Çiyayê Nemrud ji Gundê Horikê derbas dibe û ji navçê 25 km dûre. Herçiqas newazeyên Nemrûdê bi têra xwe nehatine nasandin jî, her sal ji alî gelek tûrîstan ve tên ziyaret kirin.

Gotinên Antîoqosê Yekem

‘Divê cîhê merasimê bi awayekî wiha bê damezirandin ku carek din xeranebe. Ji bo ku ez bigîjim textê Zeûs ê bihûştê, ji bo ku rihê min bigîje rihetiyê, min bajarekî wiha avakir ku hemû textên xuda tê de digîjin hev.

Min tiştên di dilê xwe de anî ziman. Ev berhem, nîşana girêdayûbûna min a ji bo yezdana ye.

Ji bo ku ez bibim hevparê şerefa xwedayan min ji heman kevirî, portreya xwe, Zeûs, Bramedes, Apollos, Mîthras, Helîos û Hermes çêkir. Ez dilşad bûm, ku min dît, bawerû ji bo însanan ji mal giranbihatir e.’

Ev gotinên Qralê Kommagene Antîoqosê Yekem e. Antîoqos sedemê çêkirina peykerên Çiyayê Nemrûdê bi van gotinan îzah dike.

Dewleta Kommagene

Çiyayê Nemrûd navenda olî a Şaristaniya Kommagene ye. Dewleta Kommagene di nav heremên Torosan û Firadê de b.z di sala 69an de hatiye damezirandin.

Devera ku Kommagene lê hatibû damezirandin, yanê rêgehên nav Firad û Torosan ji bo tevgera leşkerî heremeke stratejîk bû. Ji aliyekî ve jî ev qraliyet cîranê dewletên mezin ê wek Ûrarto, Selokîdî, Ermenî, Persî û Partî bû.

Ji ber vê yekê hukumdarên Kommagene siyasetekî aştîxazî dimeşandin. Bi rêya zewacan xwe digihandin serkeş û malbatên dewletên mezin. Wek mînak malbata avakarê Dewleta Kommagene Antîoqosê Yekem digîje Mekedonî û Persiyan.

Ji ber kêmasiyên lêkolînên arkeolojîk di derbarê tixûbê Kommagene de agahiyên sererast tûnene. Piştî ku bermayînên Çiyayê Nemrûdê ji alî arkeologan ve hatin tesbîtkirin, Şaristaniya Kommagene jî derket holê.

Li gor van tesbîtan ev şaristanû di nav xaka Dîlok, Meletî, Gurgûm û Semsûrê de hatiye damezirandin.

Di wê dewletê de bargehên rûniştinê Meletî, Arsemiya/Kolik, Samosata/Samsat, Dolîşe/Dîlok, Arsemiya Jêrîn/Gerger bûne.

Hin berhemên ku dîroka Komegene ronîdikin jî li derûdora Navça Samsatê hatine dîtin. Ev berhem bi piranî ji neqşên derûdora paristgehên olî pêk hatine û ji dema Helenîstîk mane.

Di dema Komegene de di warê madenvanî, kiştûkal û bazirganiyê de gelek pêşveçûn çêbûne. Di bazirganiyê de pere hatiye bikaranîn.

Di alema raman û zanistî de jî gelek pêşketin çêbûne. Bingeha pergala ramanî û baweriya olî a Kommagene û stîla wan a peykervaniyê, ji çanda antîk a Helenan bû.

Ev dewlet û şaristanî ji aliyekî berdewama Dewleta Îskenderê Mezin e. Piştî mirina Îskender, fermandarên wî heremê di nav xwe de parve kirin û li Jora Mezopotamyê Dewleta Selokîdan ava kirin. Dewleta Kommagene ji serhildanekî nav Selokîdan peyda bû.

Kommagene, wek dewleteke serbixwe, heta dema ku Romayî hatin keviyên Firadê, li ser piyan ma. Piştî 140 salê vê şaristaniyê, fermandarê Romayî Wespasîanûs dawî li Kommagene anî. Herem bi Eyaleta Sûrî ve hat girêdan û serpêhatiya Kommagene qediya.

Lêkolînerên Nemrûdê

Di sala 1881an de Dewleta Osmanî ji bo ku li ser rêyan lêkolînan bike Endezyar Charls Suster şand heremê. Suster di lêkolînên Kurdistanê de rastî berhemên Nemrûdê hat.

Piştî vê tesbîtê, di sala 1883an de çend car arkeologên Alman û Osman Hamdi Begê ressam li Çiyayê Nemrûdê lêkolînan kirin.

Di sala 1954an de jî zanist Teresa Cille ya Amerîkî û di sala 1960an de jî arkeolog Sabahatin Eyüboğlu li Nemrûdê lêkolînan kirin.

Peykerên Nemrûdê

Çiyayê Nemrud pûrozgeh, yanê îbadetgeha Kommagene ye. Girê li seriya Çiyayê Nemrûdê qebra Qral Antioqos e. Ev gir ji kevi rên birandî wek pîramîdekî hatiye çêkirin. Derûdora vî girê biîhtîşam bi peykerên mezin hatine xemilandin.

Peyker li gorî girîngiyên xwe yên olî, rêvebirî û malbatî hatine rêzkirin.

Di palkên gir de, li bakûr, başûr û rojhilat de sê sekû hene. Ev sekû ji zinnarên rastkirî hatine çêkirin.

Antîoqos ji bo ku di nav yezdanên bêmirin de cîhbigre vê paristgeh û qebristana mezin çêkiriye. Ji ber îhtîşama xwe evder di nav berhemên wê demê de cîhekî sereke digre.

Sekûya rojhilat 10 metre ji a rojava bilindtir e û li vê derê 7 peykerên yezdanan û peykerê Antîoqosê Yekem heye. Bejna van peykeran 9 metre, serê wan jî 4-5 metre bilindin. Serê peykeran hatine qelibandin, ew niha li xwarê ne.

Li herdû milên peykerên yezdanan peykerên şêr û qertelekû hene. Şêr sembola Persiyan, qertel jî a Mekodoniyan ye. Ev herdû jî parastvanên vê pûrozgeh û şaristaniyê ne.

Meydana hemberê peykeran cîhê îbadetê ye. Peyker vê sekiyê ku ji çepê, berbi rastê ve hatine rêzkirin, Apollo, xwedayê rojê ê Kommagene, Fortûna xwedaya bereketê, Zeûs xwedayê mezin, piştî Zeûs, Antîoqosê Qralê Kommagene, piştî wî jî Heraklesê xwedayê qudretê ye.

Peykerên sekûya rojava hîn jî zexmtirin. Ew jî di rêza sekûya rojhilat da ne. Peyker tev ketine erdê. Lê serê Zeûs, Herakles û Apollo nerizî ne. Li nivûsarên vira wesiyeta Antîoqos jî cûh digre. Ew ferman dide ku her sal di salvegera zayîna wî de qurban bên dayîn û merasim bên çêkirin.

Li rûyê başûr, kortekî mezin hatiye kolan. Tê hezrkirin ku evder cîhê qebra Antioqos e. Qebristan ji kevirên birrandî pêk tê û 150 metre fireh û 50 metre jî bilind e. Li sekûyê bakûr jî sûreke 85 metre dirêj heye.

Dîwar ji kevirên qûmê hatine rîsandin. Binê vê sekûyê jî cûhê rûniştina oldar û ko- leyan bûye.

Artêşa Ereb ku hat heremê, ji ber peykeran navê deverê wek ‘Çiyayê Nemrûd’ danîn. Musluman, peykeran ku wek pûtperestî dinirxînin, hinek ji wan xerakirin. Tê hezrkirin ku di dema dagira Artêşa Ereban de serê van peykeran hatine xistin û hinek ji wan îmha bûne.

Ev berhemên giranbiha ji ber bêxwedîtî gelek caran bûne hedefa xezînegeran. Xezînegerekû Alman, bi hêviya derxistina xezûneyan, cîhê qurban bexşkirinê bi dînamîtan xerakiriye.

Piştî Şerê Cîhanê ê Yekem ji Nemrûdê gelek peyker û berhemên din ji alî hêzên dagirker ve hatine talankirin. Îro gelek ji berhemên Nemrûdê di muzeyên Awûstûrya, Almanya, Ingîlîstan û dewletên din de tên veşartin.

Dijminekî van berheman jî xweza ye. Zivistanan pênc metre berf dibare ser peykeran û vî çiyayî. Ji ber ku tedbîr nayên sitendin sal bi sal ev berhemên bêminak dirizin.

Zayîna Rojê

Helbestvanan navê Kurdistanê wek welatê rojê danine. Li rûyê rojgerena me, tenê li çend deveran derfeta temaşa hilatina rojê heye. Taybetiyeke Çiyayê Nemrûdê jî temaşa zayîna rojê ye.

Ji ber ku Nemrûd li heremê noqta herî bilind e, roj dema hildide û diçe ava, ji vî çiyayî tê temaşekirin. Hilatin û avaçûna rojê, wek senfoniyeke rengan e.

Dema hilatina rojê havîrdor di nav kirasekû lacîwerdî de ye. Taili ber zayînê ye, li ber ronahiyê ye. Asîman bi rengê şînegirtî ve boyaxkirî ye. Ewr veşartîne. Aso wendaye. Dem sekiniye. Jiyan rawestiya ye, di nav xweweke kûr de ye. Firad wek deryayekî zîvrengî, bêliv e.

Peykerên cemidî ê Nemrûdê, ev nobedarên dîrokê, ku bihezaran car, bideh hezaran şeveq, şewqa vê tavê temaşekirine, bi ronahiyê carek din dertên holê. Nemrûd bi haşmeta salan rojê silav dike.

Roj wek teyrekî ji ronahiyê, ku ji hêlîna xwe derdikeve, hêdîka û giran bilind dibe û her diçe sor dibe. Ji lûtkeyên çiya, aso bêbinî ye.

Di şeveqa seherê de tava cemidî hêdî hêdî kirasê xwe yê sor li xwe dilefîne û wek ku ji xwewê şiyar be, bi livên sivik bilind dibe û her diçe germ dibe. Mîlîm mîlîm, santîm santîm, tîrej tîrej hildikşe jorê.

Çavê mirov dibetile, ji ber vû dîmenê çîrokî, vê taswira pîroz lerzek li ser laşê mirov digere, mirov bêhemdê xwe li hember vê ciwaniyê diricife. Wêneyeke bihûştî.

Temaşa vê manzarê, hazeke mezin dide însan. Mêvanên rojê li ser bilindahiyên Nemrûdê bîhnên xwe girtine û wejîna çavkaniya jiyanê temaşedikin, dibin şahidê derketina qudreta bêdawî, dibin pêşwazên ronahiyê, germahiyê.

Piştî hukmê tavê destpêdike, tevî tariyê, ewr jî belav dibin. Niha asîman sayîne. Edî hukumdarê asîmanan roj e.

Ev cismê ecêb niha wek gogeke agirîn li asîmanan daleqandî ye. Bi dehan, bi sedan, bi hezaran tîrejên rengîn, bi hemû tonên rengan, wek tîrên germ li rûyê axê direşin. Tav wek çavkaniya enerjiya jiyanê, xêrûbêr belavdike ser rûyê erdê. Cîhan êdî ronî bûye, jiyan destpêkiriye.

Her sal bi hezaran kes di mehên havînê de, ji bo temaşekirina zayîna rojê, Çiyayê Nemrûdê ziyaret dikin. Tûrîstên ku ji welatên gelek dûr tên Nemrûdê, bi dilşadî li reqsa tûrejan temaşedikin.

Ji sedemên ku li nêzî lûtkeyan tesûsên şevêrkê tûnene, ew bi şev li vir radizên. Berdestê sibê, nêzî zayîna rojê şiyar dibin û bi heyraniyekî mezin li govenda tîrêjan temaşe dikin. Û vî dîmenê eceb, vê delaliya bêmînak heta dawiya temenê xwe li mêjiyê xwe dikolin.

* Ev gotar ji pirtûka Faysal Dagli a bi navê “Welatê Me” hatiye girtin. Weşanên Mezopotamya, Rûpela 304-310, 2003/Köln