Nivîskariya Zindanê

Malpera nûçeyan a bi tirkî Artî Gerçek bi nivîskar Mehmet Akdogan axiveye û îro wek nûçe belav kiriye. Akdogan qala nivîskariya zindanê kiriye.

Ew 10 salan li zindanên Colemerg, Elezîz, Mîdyad û Hîlwanê maye. Di van zindanan de sê pirtûkên helbestan û du roman nivîsandiye û çap kiriye. Pirtûkên wî yên helbestan ev in:

Destana Cizîrê, Guh Nedin Loman û Serdam Çarmıhta.

Romanên wî jî ev in: Bayê Cîlo û Dengê Zê. Tenê Serdam Çarmıhta bi tirkî ye. Pirtûkên din bi kurdî ne.

Akdogan rojnamevan Zelal Sahidenur Sari re axiviye û gotiye:

“Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 60ê nivîskarên Kurd di zindanê de dinivîsin. Nivîskar ji bo nivîsandin û weşandina gelek têdikoşin. Nivîsandin, li zindanan derxistina nivîsan, barkirina li ser kompîturê û ya herî girîng jî pere dîtin û çapkirin. Her yek ji wan têkoşînek cuda dixwaze.”

Li gorî Mehmet Akdogan, ya herî bi êş ew e ku nivîsên wan bi têra xwe negihêje xwîneran. Ew dibêje: “Ji ber ku hejmara xwendevanên kurdî têrê nake, loma jî weşanxane dema ku  pirtûkên kurdî çap dikin du caran difikirin.

Divê trajediya pirtûka kurdî bi dawî bibe. Divê sazî hesasiyetê nîşan bidin. Gelê kurd pêş ketiye. Li seranserê cîhanê sazî û nûnertiya me heye. Divê em îmkanên ku li ber destên me hene baş bi kar bînin.”

Em nivîskarên zimanekî qedexe ne û nirxên qedexekirî dinivîsin. Wek mînak: Hemû pirtûkên min li girtîgehê bi min re hatin darizandin.

Nivîskar Mehmet Akdogan neçar maye û hatiye Swîsreyê û serî li mafê penaberiyê daye. Li vir romaneke nû nivîsiye. Pêvajoya nivîsandina vê romanê jî balkêş ê û wiha rave dike:

“Ez neçar mam û min romana xwe ya dawî li ser telefonê nivîsand. Pirtûka min dê li sirgûnê bê çapkirin. Lê şert û merc çi dibin bila bibin, divê kurd binivîsin. Û divê her kes û sazî erka xwe pêk bîne.”