Kelha Qeladizê bûye qurbanê xemsariya hikûmetê

* Ev nûçe ji Rojnewsê hatiye wergirtin. Nûçeyek girîng e û “FK” nivîsiye.

Kelha Qeladizê yek ji cihên dîrokî û kevnar ên devera Pişdereyê ye. Temenê wê digihije 6 hezar û 500 sal. Lê ji ber nebûna saziyeke arkeolojîk a li herêmê piraniya kelhê xirab bûye.

Gava ku mirov li deriyê bajarokê Qeladizê re derbas dibe, kelhek ji heriyê û ji kevir a ku dîrok û çanda kurdî nîşan dide, balê dikişîne.

Lê ji ber paşguh kirinê her ku diçe qada wê kêm dibe û li gel girîngiya wê ya dîrokî metirsiya tunebûnê zêde dibe.

Cihê balkêşiyê ye ku bajarokê Qeladizê jî navê xwe ji vê kelhê girtiye. Keleh dikeve navbera her du (Ava Zê-Zap) yan de.

Bilindahiya kelhê nêzîkî 25 meter e. Rûbera wê heta niha nêzîkî 4000 m²e, lê tê texmînkirin ku berê nêzîkî 8000 m² bû.

Li Qeladizê gelek şûnwarên arkeolojîk hene, lê ji ber nebûna saziyeke taybet a arkeolojiyê li herêmê metirsiya tunebûna van şûnwarên arkeolojîk heye.

Elî Dînke agahiyan dide

Şarezayê Arkeolojiyê yê ji devera Pişder Elî Dînke li ser mijarê ji Rojnewsê re axivî. Elî Dînke destpêka axaftina xwe de behsa dîroka Kelha Qeladizê kir û wiha got:

“Dîroka Kelha Qeladizê dihije beriya 6 hezar û 500 sal beriya niha ku niha buye sembol û rumeta bajarokê Qeladizê.”

Ev keleh di sala 1957an de ji aliyê arkeologên Iraqî ve hate qeydkirin, her wiha di sala 2012an de carek din ji aliyê Zanîngeha Munich ya Almanyayê hate tomar kirin.

Piştî wê jî di sala 2015an de ji aliyê tîmek Fransî û arkeologên Silêmaniyê ve hate tomarkirin û wek cihek dîrokî hate diyarkirin.

Lê bi ti awayî lêkolînek zanistî li ser nehatiye kirin. Elî Dînke li ser vê yekê dibêje:

“Heta niha li Kelha Qeladizê lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Lê tenê wek seranser li ser ew parçe dîzikên li ser kelhê mane dîrokek hatiye diyarkirin.

Ev keleh di serdema Sasaniyan de navendek giring a Pişder bû. Her wiha di dema Osmanî û paşatiyê de jî wek navendek giring bû.

Ev keleh duyemîn kelha herî kevnar a li sînore. Ruberê wê gelek fireh bû, lê ji ber rêjeya niştecihbûna nêzîk bûye, keleh pir biçûk kirine.

Tenê qadek biçûk ku ji sedan 50 kêmtirî qada xwe ya rast, maye.”

Şarezayê Arkeolojiyê Elî Dînke herî dawî got: “Hikûmet di parastina dîrok, çand û nasnameya vî gelî de gelek bê xeme ku yek ji dîrok û nasnameya Qeladiz û Kurdistanê ye.

Em bang li berpirsên pêwendîdar dikin ku di zûtirîn dem de li ser beşa mayî ya kelehê lêkolîneke zanistî bikin û dîrok û çanda kelhê eşkere bikin û wê biparêzin.”

Hêjayî gotinêye ku li devera Pişderê 272 cihên dîrokî hene ku ji wan 37 keleh û 44 jî şikeftin. Lê ji vê hejmarê 91 cih ji ber çêkirina proje, rê û xaniyan wêranbûne.

Tevî hebûna ewqas cihên dîrokî, lê hîna cih an jî saziyek taybet ji bo parastina wan nehatiye avakirin. Li gel vê heta tîmek jî nîne ku lêkolînê û lêgerînên arkeolojîk bike. Ji ber vê jî her ku diçe ev cih bi tunebûnê ru bi ru dimînin û wêran dibin.