Firaz Baran/Düsseldorf
Derhêner Alî Kemal Çinar kî ye? Endamê juriyê 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ye. Ew yek ji wan kesane ku di nav 20 salên dawî de xizmeta hunera sînemayê kiriye û berhemên balkêş derxistiye pêş perdeya sînemayê.
Çinar sala 1976an li Amedê ji dayik bûye. Zanîngeha Dîcleyê Beşa Perwerdehiya Bedenî û Sporê qedandiye.
Serpêhatiya xwe ya sînemayê li Klûba Sînemayê ya Amedê ku sala 2003an hatibû avakirin dest pê kiriye. Di sala 2010an de bûye kordînatorê 4. Rojên Fîlman ên Amedê.
Ali Kemal Çinar sala 2004an yekemîn kurtefîlma xwe kişandiye. Senaryonivîs û derhênerê deh kurtefîlman e (di navbera salên 2004-2013an de kişandiye).
Paşê dest bi kişandina fîlmên dirêj kiriye. Ew derhênerê pênc fîlmên dirêj e. Navê van fîlman, salên ku hatine kişandin û kurteya naveroka wan wiha ne:
2013/Kurte Fîlm: Sala 2013an bi îlhama kurtefîlmên xwe yekemîn fîlma xwe ya dirêj bi navê “Kurte Fîlm” kişandiye. Di fîlmê de derhênerekî ciwan hewl dide pirsgirêka xwe ya hemorroîdê çareser bike.
2015/Veşartî: Fîlma “Veşartî” ya sala 2015an di 15. Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Stenbolê û Komeleya Rexnegirên Sînemayê de xelata Fîlma Herî Baş wergirtiye. Di 28. Festîvala Fîlmên Queer a Navneteweyî ya Hamburgê de hêjayî Xelata Juriyê hatiye dîtin. Fîlma “Vesartî” behsa çîroka beqalekî dike ku dema ku bibe 30 salî pê dihese ku zayenda wî dê biguhere.
2017/Genco: Alî Kemal Çinar di sala 2017an de sêyemîn fîlma xwe ya dirêj bi navê “Gênco” kişandiye. Bi vê fîlmê di 28. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Enqereyê de Xelata Fîlma Herî Baş wergirtiye. Mijara fîlm wiha ye: Zehmetiyên jiyana rojane ya Amediyekî ku di 5 saliya xwe de bûye xwediyê hêza super, bi şêwazeke fantastîk tê destgirtin.
2018/Di Navberê de: Di sala 2018an de çaremîn fîlma xwe ya dirêj bi navê “Di Navbere de” kişandiye. Fîlm di Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Antalyayê de Xelata Taybet a Juriyê û li Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê jî xelata FIPRESCI wergirtiye. Di vî fîlmî de têgihîştina xerîb a axaftina bi kurdî ya li Tirkiyeyê nîşan daye.
2021/Beriya Şevê: Mijara fîlm ji pirtûka Erhan Sunar a bi heman navî hatiye girtin. Fîlm dema Berxwedana Sûrê (2016) zindî dike û bûyerên malekê nîşan dide. Ev fîlm wê di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de bê nîşandan. Çîroka fîlmê wiha ye:
Gulbîn wênesazek ciwan e û bi malbata xwe re dijî. Wê ji tabloya Whistler îlham girtiye û portreya diya xwe xêz dike. Dayik bi sebr ji keça xwe re dibe model ku mala xwe ji dengên şer dûr bixe. Lê ev hewldan bê encam dimîne. Bavê ku tenduristiya wî ber bi xirabiyê ve diçe, bi wêneyan dîroka bajêr difikire.