Suwariyên Şengalê û Dêrsim Zêrevan

Firaz Baran/Düsseldorf

“Suwariyên Şengalê” fîlma fînalê ya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ye. Fîlm 27ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 16:00 de li sînemaya Metropolê tê nîşandan.

Danasîna Fîlm

Nav: Suwariyên Şengalê
Derhêner: Dêrsim Zêrevan
Welat: Kurdistan
Ziman: Kurdî
Dem: 84 deqîqe
Senaryo: Medya Doz û Dêrsim Zêrevan
Lîstikvan: Roza Mistafa, Avar Alî, Rakan Şemo û Yasmîn Alî
Produksiyon: Fîlm a Nûjiyan, Kolektîva Kezî û Far Out Films
Muzîk: Mehmûd Berazî

Mijara Fîlm

Di fîlmê de em rêwitiya 12 gerîllayên Kurd ên ku ji bo rizgarkirina Şengalê dişopînin. Wekî çîroka Derveşê Evdî û 12 şovalyeyên wî…

Dema ku komên DAIŞ pir nêzî herêmê dibin, rêveberên fermî biryar didin û direvin. Ew parastina Êzdiyan nakin. Ji ber ku dibêjin: “Ew ne Misilman in.”

DAIŞ bi hezaran jin û zarokên Ezdî weke kole digirin û zilamên Êzdî jî îdam dikin.

12 Şovalyeyên Nû derdikevin. Ew komek biçûk a gerîla ye û pêşengiya wan jî jinên gerîla dikin. 12 şovalye li dijî Xîlafeta DAIŞê şerekî dîrokî pêş dixin û gel rizgar dikin û ber bi herêmên ewle ve dibin.

Kurtejiyana Dersim Zêrevan

Delal Yildiz 1ê Nîsana 2020an li ser Dêrsim Zêrevan nûçeyek dinivîse û di ANFê de parve dike. Di vê nûçeyê de danasîna Zêrevan jî dike û dibêje:

“Dêrsîm Zêrevan di 10ê Sibata 1980an de li bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.

Zarokê duyemîn ê malbateke welatparêz e ku 8 xwişk û birayan pêk tên.

Dibistana seretayî û navîn li bajarê Qamişloyê dixwîne.

Piştî dibistana navîn bûye çalakvan. Di navbera salên 1996 û 2000an de beşdarî tevgerên civakî bûye û li dijî zilma rejîma Sûriyê ya li ser Kurdan tekoşîn kiriye.

Di van salan de eleqeya wê bi wêjeyê re pêş ketiye. Ew biryar dide ku karê herî watedar nivîsandina tekoşêrên Kurd û Kurdistanê ye.

Dibihîse ku li çiyê Dibistana Wêjeyê hatiye vekirin û di destpêka sala 2000î de çûye çiyê û li Dibistana Wêjeyê dest bi xwendinê dike.

Çar sal li dibistanê dimîne û hem perwerdeya xwe pêş dixe û hem jî bîranîn û helbestên gerîlayan berhev dike. Di nav wan salan de sê salên dide Zîlanê (Zeynep Kınacı). Lêkolînan dike û romanek bi erebî li ser Zîlanê dinivîse.

Sala 2004an dibe şagirtê Xelîl Dag û perwerdeya kamerayê dibîne. Dikeve kar û xebatên sînemeyê.

Xelîl Dag û Dêrsim Zêrevan. Wêne ji ANFê hatiye wergirtin.

Serpêhatiya wê ya yekem lîstikvanî bûye. Sala 2005an di fîlma “Fîrmeskên Ava Zê” ya Xelîl Dag rola “Xwedawenda Îştar” dilîze.

Her wiha di fîlmên “Bêrîtan” û “Rewiyên Şad” de jî wek kameraman dixebite.

Dokumentara bi navê SARAyê li ser jiyan û tekoşîna şehîd Sakîne Cansiz e. Derhênera dokumentarê (2013-2016) Dêrsim Zêrevan e.

Paşê fîlmekî bi navê “Rûpelên Sor” kişandiye ku çîroka şoreşa Rojava vedibêje.

Di sala 2019an de jî li ser fermana Êzidiyan li Şengalê fîlmê bi navê “Nameyên Şengalê” kişandiye.”

Em bi kelecan benda fîlmê “Suwariyên Şengalê” ne. Ka em binêrin derhênera hêja ya şoreşa Rojava û şagirtê şehîd Xelîl Dag çîroka şovalyeyên Şengalê çawa aniye pêş perdeya sînemayê.

Dêrsim Zêrevan… Ew wek kameraman û derhêner tê nasîn. Lê di nav sînemayê de xebata wê ya yekem lîstikvanî bû. Wê rola Îştarê (Star-2005) lîstibû. Wêne ji ANFê hatiye wergirtin.