Firaz Baran/Düsseldorf
Berfîn Emektar endama juriyê ya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê ye.
Ew hostaya hunera şano ye. Ji sala 1996an hetanî îro li Îzmîr, Stenbol û Amedê wek lîstikvan û derhêner beşdarî bi dehan şanoyên cihêreng bûye.
Me xwest em xebatên wê nas û parve bikin.
Emektar sala 1979an Gêxiyê (Kiğı) ji dayîk bûye. Dibe 3 salî malbata wê koçî Îzmîrê dike. Berfîn Emektar li Îzmîrê mezin dibe. Sala 1993an li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Îzmîrê di beşa zarokan de tev li perwerdeyan bûye. Piştre li Şanoya Hêvî perwerdeya lîstikvaniyê girtiye û wek lîstikvan hunera xwe pêşkeş kiriye.(1)
1996-2004, Îzmîr
Berfîn Emektar 8 sal li Îzmîrê ked daye şanoya kurdî. Lîstikên ku bi Şanoya Hêvî (Îzmîr) re lîstiye ev in:
Hevîya me Hun in
Simurg û Ronahî (1997)
Guri (1998)
Lorîna Aso (1998)
Qedexek Din (1999)
Dewreşê Evdî (1999)
Zimanê Çiya (1999)
Helebce – Qirîna Bêdeng (2000)
2004-2008, Stenbol
Berfîn Emektar sala 2004an derbasî Stenbolê bûye û li wir wek lîstikvan bûye endama Teatra Jiyana Nû. Teatra Jiyana Nû di nav şanoya Kurdî de xwediyê serpêhatiyek girîng e. Bi vê komê re weke lîstikvan beşdarî du lîstikan bûye:
Mirin û Keçik (2004)
Sê Sêv bi Nanek (2004)
2009-2022, Amed
Berfîn Emektar sala 2009an li Amedê bi cih bûye. Di navbera salên 2009 û 2016an de li Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê, di navbera 2018 û 2022an de jî li Şanoya Bajêr a Amedê wek lîstikvan û derhêner xebitiye.
Berfîn Emektar bi Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê re di van lîstikan de derketiye ser dikê:
Çîrokek Zivistanê (2009)
Qeyd (2010)
Dawete Xwînî (2011)
Antîgone (2012)
Mem û Zîn (2014)
Papûcen Min ên Xweşik (2014)
Palyaçoya Winda (2015)
Bûn an jî Nebûn (2016)
Masireşka Biçuk (2016)
Spîmend (2016)
Desthilatên Enqereyê sala 2016an qeyûm tayînî Şaredariya Amedê kirin. Qeyûm dijminê çand û hunera Kurdî ne. Heman salê ne tenê Amedê, bi giştî 94 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan kirin û bi sedan saziyên ziman, çand, huner û pîşeyî girtin. Wê salê Bakurê Kurdistan ji saziyan re bû goristan.
Qeyûm li Amedê lîstikvanên Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbakirê jî ji kar dûr xist. Yek ji wan Berfîn Emektar bû.
Şanoya Bajêr a Amedê
Lê Berfîn Emektar û hevalên wê teslîmî şert û mercan nebûn. Ew di salên 90i de hatibûn. Bêderfetiyê nas dikirin. Avakirin karê wan bû. Ew li Bakurê Kurdistanê ji bo şanoyê kesên avakar bûn. Ji tunebûnê şanoya kurdî afirandibûn.
Dîsa dest bi xebatê kirin û bi Şanoya Bajêr a Amedê re xebatên xwe berdewam kirin. Berfîn Emektar di navbera salên 2017 û 2022an de li vir weke lîstikvan, derhêner û rêveber xebitiye. Hin lîstikên ku di vê heyamê de lîstiye ev in:
We Hesap Neye Dayîn (2018)
Tartuffe (2018)
Xewna Şevek Havînê (2019)
Don Kîxot (2022)
Her wiha Berfîn Emektar derhênera du lîstikên şano ye: “Hema Hema Jin Elizabeht” û “Mirina Jeanne d’Arcê Ya Din”.
Ev avakar û kedkara şanoya kurdî niha dibe jurîya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê. Em serkeftinê jê re dixwazin…
1- Zarema: 28.09.2023, Çêtoyê Zêdo: Hevpeyvînek li gel Lîstikvaneke ji Şanoya Kurdî