Çalakiya yekemîn a 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê di 22ê Nîsanê de pêk hat.
Di demjimêr 18:00ê li Pirtûkxaneya Navendî (Zentralbibliothek) dê nivîskar Yavuz Ekinci hinek beşên pirtûka xwe ya bi navê “Axên Wenda yên Bihuştê” xwend.
Semîner ji aliyê Agit Boztemur ve hat vekirin. Boztemur bixêrhatina mêvanan kir û got ku ew bi li dar xistina çalakiya yekemîn a festîvalê kêfxweş in.
Boztemur, anî ziman ku di çarçoveya festîvalê de wê nêzî 40 fîlmên dirêj, kurt û dokumentar bên nîşandan. Camêr, 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurdistanê jî li hemû rojnamegeran pîroz kir. Piştre Nivîskar Yavuz Ekinci û werger Çiller Firtina vexwend ser dikê û semînerê dest pê kir.
Yavuz Ekinci bi pirtûkên bi navê “Axên Wenda yên Bihuştê” û “Aziz” beşdarî semînerê bû.
Nivîskar beşên pirtûka “Axên Wenda yên Bihuştê” bi tirkî, Boztemur jî bi almanî xwend in. Wergêr Çiller Firtina jî di navberê de pirs ji nivîskar kirin. Paşê beşa “Pirs û Bersivê” dest pê kir.
Yavuz Ekinci, anî ziman ku kesayeta sereke yê pirtûka “Axên Wenda yên Bihuştê” dapîrek Ermenî ye û got: “Dapîr xwe tenê, bêxwedî û bêwelat hîs dike.” Nivîskar da zanîn ku ji bo fêmkirina vê hestê ew çûye bajarên wekî Beyrût û Qahîreyê ku wan bajaran nas nake û zimanê wan jî nizane û demeke kurt li wir jiyaye.
Xwendevanek peyivî û got: “Dapîra romanê dapîra te ya rast e?” Nivîskar got “Na”. Xwendevan gotina xwe wiha domand: “Hingê we karekî girîng kiriye. Ji ber ku dapîra min Ermenî ye. Hestên wê wek yê karakterê romanê ye. Min roman xwend û ez pê gelekî tesîr bûm. Me ne li ser dapîra xwe nivîsiye û ne jî qal kiriye. We çîroka me vegotiye.”
Navê romana herî dawî ya Yavuz Ekinci “Aziz” e. Di romana Aziz de du karakter derdikevin pêş. Çêker û stranbejek… Çêkerek jîr li ciwanên bi deng xweş digere. Di nav wan de Ezîz kifş dike û wî dike stranbejek navdar. Salên ewil ji bo Ezîz baş derbas dibin. Lê bi demê re ji aliyê psîkolojîk ve nikare bûyeran rabigire û di 27 saliya xwe de xwe dikuje.
Piştî semînerê nivîskar pirtûkên xwe îmza kirin û çalakî bi dawî bû.