Firaz Baran/Düsseldorf
Li Rojavayê Kurdistanê welatekî nû tê avakirin. Piştî Şoreşa 19ê Tîrmehê (2012) qedexe bi dawî bûn. Piştî şoreşê hemû dibistan, ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê perwerdehiyê bi zimanê Kurdî didin. Sînema, muzîk û şanoya Kurdî bi lez pêş dikeve.
Gelek enternasyonalîst jî bi zanîna xwe beşdarîya serdema damezrandinê bûn. Yek ji wan Olmo Couto ye.
Ew derhênerê wêne û dîmenkêşiyê ye. Di heman demê de Operatorê Kamera, Gimball û Drone ye.
Olmo Couto di navbera salên 2017 û 2022an de li Rojavayê dimîne û derhênerê dîmenê ya fîlmên “Kobanê”, “Berbû” û “12 Suwariyên Şengalê” ye. Ew di rêzefîlmên televîzyonê û belgefîlman de jî xebitiye.
Olmo Couto, beşdarî Komîna Fîlm a Rojava bûye û zanîna xwe bi xwendekarên ciwan re parve kiriye. Ji ber vê sedemê, em dikarin bi hêsanî vê bibêjin:
Dema ku dîroka sînemaya Kurdî ya Rojava were nivîsandin, bêguman navê Olmo Couto jî bi tîpên zêrîn dê were nivîsandin.
Olmo Couto, di dema kişandina fîlmê “Kobanê” de
Ew di asteke profesyonel de beşdarî vê xebatê bûye û di avakirinê de cih girtiye. Gelê Kurd dê her tim spasdarê Olmo û hevalên wî yên Enternasyonel be. Ew di demên herî dijwar de li kêleka gelê Kurd rawestiyan. Dema ku gelê me xwe ji nû ve diafirand, bi zanîna xwe bûn hevrêyên gelê me.
Dokumentara “Serê Kaniyê”
Olko Couto dema li Rojavayê bûye dokumentarek jî kişandiye. Ev dokumentar bi navê “Serê Kaniyê” cara yekem di 24ê Avrelê de li 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê hate nîşandan. Ango promiyera cîhanî li vir pêk hat.
Danasîna Dokumentarê
Nav: Serê Kaniyê
Welat: Rojavayê Kurdistanê
Ziman: Kurdî û Erebî
Sal: 2025
Dem: 60 deqe
Mijara Dokumentarê
Olmo Couto beriya dagirkeriyê demeke dirêj li Serêkaniyê maye. Li vir dest bi dokumentarê kiriye. Çîrokên çend jinên têkoşer kişandiye. Wê demê dewleta Tirk û hezên Îslamîst Serêkaniyê dagir dikin. Olmo van êrîşan jî bi kameraya xwe tomar kiriye.
Piştî pêşandanê, me hevpeyvînek kurt bi Olmo Couto re kir. Olmo li Rojavayê Kurdistanê fêrî Kurdî jî bûye û bi me re Kurdî axivî. Wî bersivên jêrîn dan pirsên me:
“Ez xelkê Galîsyayê (Galiza) me. Min biryar da ku ji bo salekê biçim Rojava. Lê ez nêzîkî 6 salan mam. Ez dikarim bêjim ku ez çûm hemû bajarên Rojavayê. Taybetî ez di nav xebatên sînemayê de bûm. Lê ez tevlî xebatên cuda jî bûm. Wek mînak: Dema dagirkirina Serêkaniyê ez xebatkarê tendurîstiyê bûm.
Ez endamê Komîna Fîlm a Rojava me. Li Rojava xebata jinan girîng e. Ez pîroz dibînim. Dokumentara ‘Serê Kaniyê’ çîroka jinên tekoşer vedibêje.
Ez dixwazim spasiya Komîna Fîlm a Rojava bikim. Alîkarî dan min û min ev dokumentar kişand. Dîsa bo mêvanperweriyê spasiya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê jî dikim.”
Em jî (hemû gelê Kurdistanê) spasiya te dikin Olmo Couto. Te welatê xwe Galîsyayê terikand û tu çû Kurdistanê û nêzî şeş salan di şert û mercên herî dijwar de te alîkariya gelê me kir. Em spasiya te dikin. Mala te ava…