Firaz Baran/Köln
Kawa heşt albûm derxistiye. Navê albûman li jêr in:
Ava Evînê: Mîr Muzîk
Taya Dila: Mîr Muzîk
Ez û Tu: Mîr Muzîk
Şeng: Mîr Muzîk
Feryad: Mîr Muzîk
Rojava: Mîr Muzîk
Veger: Mîr Muzîk
Tava Hîvê: Art Records
Stranên “Ava Evînê”
Yekem albûma Kawa “Ava Evînê” ye. Albûmê sala 2001ê Mîr Muzîkê li bajarê Düsseldorfê (Elamaniya) derxistiye. Kawa di albûmê de deh stran qeyd kiriye. Navê stranan li jêr in:
Heliyam
Gotin û Muzîk: Kawa
Sê Bira
Gotin û Muzîk: Kawa
Gaziya İsmaîl
Gotin û Muzîk: Kawa
Şevekî Tarî
Gotin û Muzîk: Kawa
Ava Evînê
Gotin û Muzîk: Kawa
Aşitî
Gotin û Muzîk: Kawa û Koma Kurdî
Hêz Bi Hêz
Gotin: Kawa
Muzîk: K. Cudî
Ha Bidare
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed (Mûş)
Berhevkar: Kawa
Ki Bûk Ki Zava
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Amed
Meyrem
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Kawa
Muzîkjenên ku di albûmê de cih girtine ev in:
Derhêner: Turhan Yapıştıran
Aranjor: Turhan Yapıştıran û Cebrail Kalın
Bateri: Bülent Ay
Perkusion: İzzet Kızıl
Klavye: Çağlar
Bas Gitar: İsmail Soyberk
Qanûn: Halil Karaduman
Erbane: Çi̇ya (Koma Gulê xerzan), Hi̇kmet (Koma Çi̇ya) û Turhan Yapıştıran
Klasîk Gîtar: Erdem Sökmen
Keman: Koma Kempa (Adnan Karaduman, Özcan Büyük, Şükrü Büyükçınar û Timur Şenyaylalar)
Tirnak Kemane: Furkan Bi̇lgi̇
Viola: İskender İencemal
Çello: Özer Arkun
Tembûr: Cem Yıldız, Engin Aslan û Turhan Yapıştıran
Mey û Zirrne: Ertan Tekin
Bilûr: Osman Aktaş
Ney: Ercan Irmak
Ev navên girîng jî ji Kawa re vokal kirine: Xelîl Xemgîn, Turhan Yapıştıran, Mehmet Yapıştıran, Delîl Dîlanar, Peywan Arjîn, Zarîfe Zêrîn û Binevş Narîn.
Her wiha:
Ton Maister: Nail Yurtsever
Edit û Mix: Emrah Aydoğdu
Wêne: Ferhat Bağdu û
Grafik jî Bülent Kılıç bûye.
Kawa li ser berga albûmê diyarî û spasiyek jî nivîsiye. Diyarî û Spasî li jêr in:
Diyarî
Merhaba guhdarên bi rûmet!
Ne hêsan e ku, mirov bi navê hunerê berhemeki biafirîne û biweşîne. Ji ber ku pêdivî bi zanisti, lêkolîn û têgihîştinek evin heye. Eger Hunermend ji wan rastiyan bêpar be, de nikaribe yarmetî ji hunera gel re bike. Alîkariya hevalên xwe dixwazim ku bi vê berhema xwe ya destpêkê dilopek ji Ave Evînê li hunera kurdîya netewî zêde bikim. Bì vê armancê bigihîjin hesten dilên we guhdarên hêja.
Spasdarî
Ji bo berhevkirin, amedekirin, tomarkirin û belavkirina vê albûma min spasiya Mîr Muzîk û Kom Muzîkê dikim. Bi taybetî ji hunermende hêja Xelil Xemgîn, rêvebirê xwe Turan Yapıştıran, tonmeîster Naîl Yurtsever, hunermend Diyar, Mehmet Yapıştıran, Delîl Dilanar, Peywan Arjîn, Zarîfe û Binevş ku bi aramcanî hestên xwe tevlî vê albuma mir kirin, bi dilgermî spasiyên xwe pêşkeş dikim. Dîsa ji hemû hunermendên Kurda re ji bo alîkarîya wan spasdar im.
Niha em ê gotinên stranan parve bikin…
Heliyam
Gotin û Muzîk: Kawa
Per baskê min hebûya
Ez ê bilind bifiryam
Li ser deşt û zozanan
Xweziya ez bigeriyam
Bihuşt û li rûkê dinê
Ji bo te ez heliyam
Dîsgotin
Heliyam heliyam
Ji bona te ey serok
Navê te gotinên te
Hebûna te bû dîrok
Per û baskê min tune
Ez nikarim bêm cem te
Çend sala li xerîbiyê
Ji welat ez dur ma me
Dikşînim evîniyê
Bê cîh û bê war ma me
Xweziya gul sosin bûma
Li ser qebra Mem û Zînê
Li her dewerê Kurdistanê
Bibûma warê jînê
Li seranserê welat
Bibûma hêlîna evînê
Stran bo Serokê Giştî ya PKKê Abdullah Öcalan hatiye nivîsandin. Öcalan 15ê Sibata 1999an dîl hate girtin. Wê demê Bangîn strana “Serokê Min” û Kawa jî strana “Heliyam” derxistibû. Stranhêzan ev her du stran bi salên dirêj guhdar kirin.
*
Aşitî
Gotin û Muzîk: Kawa û Koma Kurdî
Hêsrê çavê me em tenêne
Ax digirî dilê me em tenêne
Şewitandin warê me em tenêne
Agir berdan gundê me em tenêne
Dîsgotin
Hêsrê çavê me ax digirî dilê me
Şewitandin warê me em tenêne
Aşitî wek hevî çi xweşe
Yekitî biratî êdî wê başe
Welatê me gula geşe
Niştiman gula geşe
We kîngê welatê me ava be
Jarîtî û bindestî wê rabe
Jarîtî û xizanî wê rabe
Wê demê dilê me pê şa be
*
Şevekî Tarî
Tekst û Muzîk: Kawa
Şevekî tarî, bi berf û baran
Dilê min dinale, hey, dixwaze derman
Dilê melûl dinale, dixwaze îsyan
Pêtekî agir bû li cerga dilan
Destê min bilind bû, hey, agiran dadan
Destê min bilind bû, agiran dadan
Dîsgotin
Hoy dil, hoy dil, hoy dilo, dilo, dil
Pîr bûm, dil pîr nabe, evdalo dil
Hoy dil, hoy dil, hoy dilo, dilo, dil
Kal bûm, dil kal nabe, rebeno dil
Şevekî tarî, zilmat û giran
Agirek dibînim, hey, li min dibe mêvan
Agirek pêdixim, hey, ji xwe’r dikim mêvan
Şev hat nîvê şevê, li min hawar bû
Ketim govenda agir, hey, li min dereng bû
Ketim dîlana agir, hey, li min dereng bû
*
Ava Evînê
Tekst û Muzîk: Kawa
Ji te re nabêjim av, avê zelaltirî
Şêrînî şerbetî, hingiv şêrîntirî
Bermaliya mala min qinyatar vedirî
Ji te re nabêjim gul, tu ji gulê bêhntir î
Dîsgotin
Şev dirêj bûn roj qet naçin
Meh li min bûn weke sale
Ey rinda min çima nayê
Hatina te xewn û xeyale
Delala min çima nayê
Hatina te xewn û xeyale
Eşq û evîndar im delalê min dilketî
Berbanga sibê de mîna stêrkek vêketî
Ez bûm koçerê rêyan çavê min bi te neketî
Êdî were rinda min canê min nar pêketî
Êdî were rinda min malê min nar pêketî
Tu wek Xeca çelengî li ser çîyayê Sîpan
Şewq û şemala te ax daye her deran
Evîndarê te me, ez dikişînim xeman
Bes e, were rinda min, ez bûm jar û perîşan
*
Gaziya Îsmaîl
Söz-Müzik: Kawa
Meke birê min meke
Meke çavê min meke
Destê bêbextiyê kine
Dijminê me yeke
Tu serê xwe ji xeva şîrin rake loo lo
Wiy de menal menal
Heval Îsmaîl menal
Kesekî xêrxwazê xêra tune li gaziya te be
Ax bike qêrîn û hewar û hewar
Çilê zivistanê seat yekê şevê
Heyran min dît cotê şeran serî avêtin xevê
Canê delal hîştin li hêviya bêbext xwediyê malê
Ez nemînim bejna zirav dan ber gûleyan sor kirin bi xwînê
Avêtin ber sur û seqema zivistanê
Kesekî xêrxwezê xêra tune cawebekî bide kuliya şewitî
Bila werin canazê bavê Sefqan ax hilînin ji erdê lo lo
Wîy de menal menal
Heval Îsmaîl menal
Kesekî xêrxazê xêra tune li gaziya tê bê
Ax bike qêrîn û hawar û hawar
*
Strana bi navê “Gaziya Îsmaîl” li ser şehîd Îsmaîl Sever (Welat) e. Ew ji Erzirom/Tekmanê bûye. Kawa û Sever li çiyayên Kurdistanê ji hev dû nas dikin.
Kawa dibêje: “Di salên 1992-93an de li herêma Serhêdê me du caran hev dîtibû. Ew ji Fransayê tevlî şoreşê dibe. Dema ez li Mûşê di girtîgehê de bûm şehîd ket. Hevalekî bi tevahî cûda bû.”
Rojnameya Özgür Politikayê 29ê Mijdara 1995an nûçeyek li ser malbata Îsmaîl Sever weşandiye. Ji bo ku em malbata şehîd hên baş nas bikin, em ê vê nûçeyê parve bikin (Têbînî: Nûçe bi tirkî ye. Me wergera wê kiriye):
Ser Bavê Gerîla Qedexeya Derketina ji Gund Danîn
Hasan Toprak / 29.11.1995, Rojnameya Özgür Politikayê
Mehmet Zekî Sever (66) li gundê Kuluyê (Tekman/Erzirom) jiyan dike. Du kurên Sever di nav refên ARGKê de şehîd bûne. Ji ber vê yekê, hêzên leşkerî yên Tirk zextên giran li ser Sever dikin. Wan bavê şehîdan sala 1995an sê caran girtine. Herî dawî du hefte berê wî digirin û îşkenceyeke giran lê dikin.
Çarşema borî jî hêzên dewletê êrîşî gundê Kuluyê kirine û xwestine ku gel ji gund derbikeve. Ji 120 malbatên gund, 75 malbat neçar mane û ketine rêya koçê. Kesê ku zexta koçê li ser gel kiriye Fermandarê Bolukê Cendirmeyan Tuncay û leşkerên di bin fermandariya wî de bûne.
Mehmet Zekî Sever li hember zexta koçê li ber xwe daye. Lewma hêzên dewletê gef li Sever xwarine û bo wî derketina ji gund qedexe kirine.
Leşkeran ji Sever re gotine: “Çûyîna bajêr û navçeyê ji te re qedexe ye. Ger tu bixwaze derbasî gundekî din bibe ji qereqolê destûr bistîne. Ger tu destûrê nagire em ne berpirsiyarin.”
Xizmên Mehmet Zekî Sever ji jiyana wî bi fikar in. Du kurên Sever, Îsmaîl Sever (Welat) û Yunus Sever (Erez), endamê ARGKê bûne û wek gerîla di nav şer de şehîd ketine. Hîn jî di nav refên gerîla de endamên malbata Sever hebûne.
*
Sê Bira
Gotin û Muzîk: Kawa
Sê bira ji bo Kurdistanê canê xwe feda dikin. Navê wan Îsmet, Ehmed û Şêxo Ozkan e. Ew ji Pirsûsê ne. Kawa li ser şehîdan stranekê bi navê „Sê Bira“ saz kiriye. Gotinên Sê Bira wiha ne:
Dîsgotin
Sê bira, sê heval, sê şehîdên Kurdistan
Mêrxasî li berxwedan wan egîdan qehreman
Bira bira sê bira
Her sê bira bi hev ra
Şêr dikin her wek şêra
Sê heval sê şehîd bira
Mazlûm ji we re bû rêber
Rengê Egîd ketin şer
Deng dan cenga jiyanê
Sê birayê welatperwer
Piştî vê bendê Kawa diaxive û dibêje: “Bêguman dayîkên me cegerên xwe bi destê xwe kirine xelata azadî û serfiraziyê. Lewma jî ev çîrok bi xwîna pakrewanan hatiye nivîsandin. Piştî şevên tarî ronahî tê. Ji dayîkên dilsoz re…”
Dilêm bû behra Wanê
Dîjle û Firat û Sîpanê
Sê navê berxwedanê
Bo welat canfêdan e
Pirtûka Bavê Şehîdan
Di Gulana 2010an de ji Weşanên Mezopotamyayê pirtûkek li ser sê birayan derketiye. Pirtûka bi navê “Sê Bira Sê Heval Sê Şehîd”, bavê şehîdan Celal Ozkan nivîsiye. Ozkan jî kadroyê PKKê bû. Navê wî di nav rexistinê de Herbijî bû.
Celal Ozkan di sala 1982an de dema ku kurê wî Îsmet şehîd dikeve tevlî PKKê bûye. Di navbera salên 1982-2015an de beşdarî xebatên komî û saziyan dibe. Ew endamê KNKê jî bû. Herwiha yek ji damezrînerên saziyeke girîng a weke Heyva Sor a Kurdistanê ye. Ozkan ji ber nexweşiya xwe di sala 2015an de çûbû Pirsûsê û di 11ê Tebaxa 2016an de şehîd ket.
Pirtûka Celal Özkan 195 rûpel e. Di pirtûkê de hem behsa şehîdan, hem jî behsa herêma Pirsûsê dike. Dinivîse ku gelek mêrxasên wek Derweşê Evdî ji Pirsûsê derketine û Pirsûs bi navê „Deşta Sirucê embara mêrane“ hatiye naskirin. Ozkan agahiyek balkêş jî parve dike:
“Eşîrên Dînan û Beraziyan ên li Pirsûsê dijîn, di 13ê Gulana 1920an de Fransiyan têk birin. Artêşa Fransayê ber bi Sûriyê ve paşde vekişiya. Tirk wê rojê wekî ‘Roja Rizgariyê’ pîroz dikin.” (R. 154-155)
Tirkan li ser xwîn û cesareta Kurdan ji xwe re dewletek ava kirine. Mînaka vê ya herî berbiçav agahî li jor e.
Celal Ozkan behsa roja ku kurê wî Ehmed çûye gerîla jî dike. Ev beş mirovan pir bandor dike. Şehîd Ehmed li Almanyayê serdana bavê xwe dike. Çend rojan bi wî re derbas dike. Roja dawî ji bavê xwe re taştê amade dike. Özkan dema van beşan vedibêje pir hestiyar dibe û xwendevanan dikişîne nava wê hestê. Zimanê pirtûkê jî pir sade ye.
Kawa di sala 1995an de diçe Fransayê û li Marsîlyayê bi cih dibe. Li vir diçe komeleya kurdan û Herbijî (Celal Özkan) nas dike. Kawa beşdarî xebatên çandî yên komeleyê dibe. Wê demê Herbijî jî xebatên girseyî meşandiye.
Kawa dema ku dibihîze ku sê kurên Herbijî şehîd bûne, gelekî bandor dibe. Wê demê strana „Sê Bira“ nivîsiye û jê re muzîkek saz kiriye. Di sala 2001ê de dema ku albuma xwe ya yekem li Mîr Muzîkê amade kiriye, „Sê Bira“ ji nû ve aranje kiriye û xwendiye.
Em ve beşê bi bîranîneke xweş ji pirtûkê bi dawî bikin: Rojekê Celal Ozkan diçe serdana Serokê Giştî ya PKKê Abdullah Ocalan. Ocalan dibêje: “Navê te yê kod Herbijî ye. Dijmin mecbûre ku ji te re bêje Herbijî.“
Em Apê Herbijî û sê şehîdên Kurdistanê Îsmet, Ehmed û Şêxo Ozkan bi rêzdarî bi bîr tînin.
*
Hêz Bi Hêz
Gotin: Kawa
Muzîk: K. Cûdî
Balgiyê ber serê wan zinar û kevir, zinar û kevir
Lihêfa li ser wan berf û ewr, berf û ewr
Doşaga binê wan tim erdê sar tim erdê sar
Sir û serma li wan beden dixwar
Lehengê Kurdan li berxwe dan
Dîsgotin
Sîwarê azadiyê hêz bi hêzin hêz bi hêzin
Li dûv hev dimeşin rêz bi rêzin rêz bi rêzin
Wan çav reşa bejn û bal girêdane girêdane
Li dûv hev dimeşin bi salane bi salane
Parazvanên mafê xwe can fîdane
Ew welatparêzin can fîdane
Lehengê Kurdan li berxwe dan
Digerin deşt û nawal û rûbar û newal û rûbar
Wan dilsozan xort û keçên kubar keçên kubar
Lawên Rûstemê Zal Medya û Merwan
Ji bo doza xwe canê xwe dan
Lehengê Kurdan li berxwe dan
* Stran li ser gerîlayan hatiye çêkirin.-
Ha Bidare
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed (Mûş)
Berhevkar: Kawa
Ha bi dare bi darê bi dare dilo seriyê çariyanê bi dare
Ha bi darê bi darê bi darê dilo biniya çariyanê bi dare
Lê diçerê berx û kare dilo seriyê çariyanê bi dare
Lê diçerê berx û kare dilo binya çariyanê bi dare
Derdê min keçika mixtare dilo seriyê çariyanê bi dare
Kula min keçika mixtare dilo binya çariyanê bidarê
Ha bi bî ye bi bî ye bi bî ye, dilo seriyê çariyanê bi bî ye
Ha bi bî ye bi bî ye bi bî ye, dilo binyê çariyanê bi bî ye
Lê diçere berx û miye dilo seriyê çariyanê bi bî ye
Lê diçere berx û miyê dilo binyê çariyanê bi bi ye
Derdê min keçika Cindiye dilo seriyê çariyanê bi bî ye
Kula min keçika Cindiye dilo binya çariyanê bi bî ye
Ha bi geze bi geze bi geze dilo seriyê çariyanê bi gez e
Ha bi geze bi geze bi geze dilo biniya çaryanê bi gez e
Lê diçere berx û peze dilo seriyê çariyane bi gez e
Lê diçere berx û pez e dilo binya çariyanê bi gez e
Derdê min keçika geweze dilo seriyê çariyanê bi gez e
Kulam keçika geweze dilo binyam çariyanê bi gez e
*
Kî Bûk Kî Zava
Muzîk: Gelêrî
Herêm: Amed
Diyarbekir dergeye wey wey wey wey wey
Deynê min li bavê te ye kî axa kî paşa
Sed hezarî zêdeye wey wey wey wey wey
Ew jî qelenê te ye kî bûkê kî zava
Dîsgotin
Wey wey wey wey wey kî axa kî paşa
Wey wey wey wey wey kî bûke kî zava
Bûk derkete ji malê wey wey wey wey wey
Xatir dixwast ji dê û bavê kî axa kî paşa
Megrî bûkê delalê wey wey wey wey wey
Por sorê wek xezalê kî bûkê kî zava
Govend hate ber derî wey wey wey wey wey
Bi dahol û berbûrî kî axa kî paşa
Bûk bi xêlî xemilî wey wey wey wey wey
Ji zava re bermalî kî bûkê kî zava
*
Meyrem
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Kawa
Yar ha Meyrem ha Meyrem
Ha meyrem ha meyrem
Yar ha Meyrem ha Meyrem
Gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can Meyrem
Çav reşê birû qelem
ha meyrem ha meyrem
Çav reşê birû qelem
Gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can meyrem
Dîsgotin
Yar ha Meyrem ha Meyrem
Ha meyrem ha meyrem
Çav reşê birû qelem
Gewrê ha gewrê
Rindê ha can rindê can meyrem
Kil bikşîn derhem derhem
ha meyrem ha meyrem
Tu ji xortan re wek melhem
gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can meyrem
Çû ser kaniyê şemitî
ha meyrem ha meyrem
Kilê çava niqûtî
gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can Meyrem
Çav dît dil peritî
ha meyrem ha meyrem
Dilê xorta şewitî
gewr ha gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can meyrem
Çû ser kaniyê vegerî
ha meyrem ha meyrem
Cêr li ser mila xemilî
gewrê ha gewrê
Rindê ha rindê can meyrem
Çend salin li benda te me
ha meyrem ha meyrem
Nizanim tu li kî digerî
gewrê ha gewrê
Rindê ha can Meyrem