Albûma ku Dîrokê Tomar Kiriye

Têbîniya Kovara Huner: Wekî kovarahuner.org, me dest bi xebatek nû kiriye. Em danasîna albûmên ku wek kaset û CD derketine dikin. Heta niha me nasandina du albûmên Kawa (Ava Evînê û Taya Dila) û yek albûma Koma Zelal (Gurgum) parve kiriye. Îro me albûmek dîrokî amade kiriye. Albûma Mahmut Baran a bi navê “Derdo”.

Heta sala 1992, HUNERKOMê li ser kasetan gotinên stranan nenivîsandiye. Tenê navên stranan nivîsandiye. Me kaseta nemir Mahmut Baran guhdarî kir lê bo nivîsandina %100 me fehm nekir.

Stranbêj Alî Baran, kurê Mahmut Baran e. Wî bo me hemû stranên kasetê nivîsand û çîroka stranan jî parve kir. Em spasiya Kak Alî Baran dikin. Dîrokek rizgar kiriye. Gotara Alî Baran li jêr e…

*

Albûma Mahmut Baran: Derdo, Sala 1985

Alî Baran

Bavê min Mahmut Baran sala 1923an li gundê BargînîXozatê ji dayîk bûye û 24ê Tîrmeha 1975an kirasê xwe guhertiye.

Bavê min li malan distira û dengê wî li ser kasetan dihat tomarkirin. Bavê min stranên xwe bi Kurmancî û Dimilî digot. Dema bavê min cîhana xwe guhert, min stranên wî berhev kirin.

Sal bû 1985, me 10 stran hilbijartin û li HUNERKOMê kaseta wî derxist. Navê kasetê “Derdo” ye. Ev 11. kaseta HUNERKOMê ye.

Sala 2020an min pirtûkek çap kir. Di vê pirtûkê de, min hem stranên bavê xwe û hem jî yên xwe bi gotin û noteyan çap kirin. Girîng bû ku stranên bavê min me bi vî rengî ji dîrokê re hişt. Ji ber ku stranên bavê min wek dokumentên dîrokî ne.

Di vê gotarê de, em ê gotinên stranên ji kaseta “Derdo” parve bikin. Pêşî, em navên stranan binivîsin…

Axdada Bivêso
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Axzunik
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Dayê narim Xozatê
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Dayê Sebikeri
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Derdo Derdo
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Estembol
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Hey Lê Hey Lo
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Rabe Rabe
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Tew lê tew lê
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Xezal
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

*

Gotinên Stranên Albûmê

Axdada Bivêso
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Axdada bivêşayê heylo
were lemine warê bi beleke
Çene rejyaje tiki yarê mi biyanê heyle
mi ti nêdêni Feleke
Were lemine ti sene ka orti sodiri lemin wece
birabitiri hûrî melekê
Were heylo heylo heylo
Were lemine heylo

Axdada biwêşaye heylo
were lemine bi pula worê
Ceniyan cardi xopanane yeno lemi qile
Çene rejya mini çemi şiyaye çimi gilore
Şeytani kor vane urze çimane gilor veci teve
were lemine bori
were lemine heylo heylo
were lemine heylo

Gundê Seyîd Riza: Axdad

Axdad gundekî Pulur (Ovacık) e. Warê Seyîd Riza ye. Nezikê çiyayên Muzir, Mercan û Çiyayê Spî ye. Heta dawîya 1937an, heta ku Seyîd Riza çûye Erzînganê eskerên Tirkan nikarin bikevin aliyê Axdadê.

Bo ku gel neyê kuştin Seyid Riza dixwaze bi devleta Tirk re bikeve tekîliyê. 5ê Îlona 1937an bi 72 hevalên xwe re diçe Erzinganê. Gava ji Pira Mutiyê derbas dibin eskerê Tirk Seyid Riza nas dikin û wî dibin Erzinganê. 13ê Îlonê dibin Elezîzê û roja 15.11.1937an li Elezîzê tê dardakirin.

Axzunik
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Axzunig kowo vêsayi yo wiy lemin
No çi miz û duman o wayi lemine biko!
Cemşi Axayi be Memed Ali Axayi re
Binê sungiyan de milqi danê wayi lemın lemin !
De wayi wayi wayi, lemin lemın wayi!

Memed vano „Sıma bêrê metersêrê
Telqırafê ma Anqare ra amo
alay qumendari soz daro be ma
kes marê tewa nêvano “wayi lemın
De wayi wayi wayi, lemın bıko

Cemşi Axayi vano Ala haydar vejiyê
tivar ro neyi nêbeno wayi lemin
Belka na kafır ma xapneno
Ma sero gulero risneno lemin wayi
De wayi wayi wayi, lemın wayi

Mem vano „Mi va sıma metersêrê
ez şûna lewê qumendari va ma de hureyino lemin wayi!
Nêzona ke no zalım ma qırkeno
birayê mi to mi ra visneno lemin wayi!
De wayi wayi wayi wayi, lemın wayi!

Cemşi vano „To dıma yeno niyade
no çıko ma sero voreno lemin wayi
Koyê Axzunige mız û dumano
Na hukmatê tereşi rê tivar nêbeno lemin wayi
De wayi wayi wayi wayi, lemın wayi

Qirqirina Axzunigê

Axzunig berî salên 1900î gundeki Ermenan bû. Îro ji navên zeviyan û mêrgan bi navên Ermenan têne nasîn. Mesela dibêjin: “Zeviya Agos”, “Çayira Miçkirran.” Axzunig li hember gundê me ye, gelek nezîkê.

Piştî qirkirin û koçkirina Ermenan, axelerên Qirxan li vir bi cih kirine. Gava di 1937an de Qirkirina Dersimê dest pêkirîye serokê eşira Qirxan Memed Alî Axa û eşîra Feretan Cemşîd Axa alikariya Seyid Riza nekirine. Mabenîya xwe bi dewletê rê xira nekirinê.

Piştî Qirkirina Dersimê ya 1938an dewlet vedigere aliyê Xozatê, dor tê Axaleran.

Mahmut Baran di strana “Axzunig”ê de kuştina Memed Alî Axa û Cemşîd Axa tîne ziman. Balkêş e… Ev stran di gelek kaset û CDyan de cih girtiye.

Qirkirina Axzunigê Tebaxa 1938an pêk hatiye. Hemû Axzunigiyan dane ber gulan. Digel Memed Alî Axa zarok, jin û mer bi giştî 202 kes kuştine. Cemşîd Axa, xanima Cemşîd Axa û du lawên wî jî li ser gunde Încixê kuştine.

Di strana Axzunigê de Mahmut Baran dibêje:

“Bi va dewleta teres re îtîbar nabe
Em jî xapandin, ax bira ax
Derdê te û qirîna zarokan
Cîgera min dişewitîne”

*

Dayê Sebikeri
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Dayê evro agiro kuto zerê mi… heqo….
Na wez wesena, zeremî desena wiy lemine…
Zer Pepûgê vusarî heqo… heqo… yazî yabanan di vana…
Na kilê koyî Dersimî de fetelîyo…
Dayê memleketandî çerixîno
Derdê xorî dermanî ne bena… wîy le minê…

Dayê sebikerî… kilê sebikerî…
Melemek çîna wîy pepo… pepo…
dirbetîyane birayê xorê kerî… wîy lemin… lemin…
Na Dayê sebikerî…
Kilê wez sebikerî…
Melemek çîna dirbetîyanê birayê xorê kerî …
Wîy lemin… lemin…

De Dayê bîyê bîyê… na emsar marê bîyê…
Kemer û Kuçê yabanê biyê… wîy lemin… lemin…
Dayê Xozatî di wera… kilê bi hegayî…
Zalimo însane ma top kerdo doxane bene…
Li celebe mali…

Dayê ez sebikerî… Kılê wez sebikerî…
Wadirek çîna… werê dirbetîyanê birayê xorê kerî…
Dewayi le min… le min… de wayî… wayî …
Wortê Aşirende… çîna… teke birayî…

Çîroka Stranê

Piştî Qirkirina Dêrsimê dewlet mal û milkên Kurdên Dêrsimê talan dike. Pez û dewerên wan top dike û dibe. Rûn, çolik, penêr, ard û genimê wan jî li heywanan bar dike û dibe. Piştre jî warên wan dişewitîne û wêran dike. Bi dehhezaran gelê me dikûjin. Malbatên mayî dibin Rojavayê Tirkiyeyê. Li wir weke mihaciran bi cih dikin.

Di vê stranê de Mahmut Baran wê rewşa gelê Dêrsimê tîne ziman. Mahmut Baran dibêje:

“Ax Dayê Dayê ez çi bikim
Derdê xwe re li ku derman bibînim
Li deşt û çîyayên Dêrsimê digerim
Melhemek ji kulên xwe re nabînim
Dayê binê Xozatë kaşe, kevire, zinare, bilinde
Milet di zinaran de avêtine
Ketine ser hev wek gurzē zeviyan
Nalína milet derketîye ezmanan
Ax lê min lê min derdo derdo”

Kaseta “Derdo” piştî salên 2000an bi hevkariya NÇMê (Navenda Çanda Mezopotamya) û KOM Muzîkê li Stenbolê wek CD derket.

Derdo Derdo
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Lo lo kuro kur maro min got sibe ye
Kavilê gundê we ye, bişewit. li yan e
Delaliya dilê min sekinî li roka der û li orta erd û ewliyan e
Ew dibarîne histrên çavan e
Ez çi bikim bêbext bû qîza heramê mêran e, way…
De hayê… hayê… de wiy derdo derdo kula bê mirinê derdo…
Derdo derdo derdo… derdo derdo

Lo lo kuro kur maro, min got sibe ye
Karwanek di bin gundê me da derbas bû, qey naleqê
Ez çûm pêşiyê, min got, karwancî tu bi xwe kî, bi xwedê kî barê te çi ye
Got, ez terim welatê xerîb xerîbistana şewitî

Ser barê min kul e, bin barê min meraq e
Xelk ê alêm bûn maşûqê malê dinyayê, ez terk nakim sûretê bixal û deq e
De hayê… hayê… li welatê xerîb xerîbîstana şewitî şeva şevîn reşînê
Xewa çavên min nayê… wiy derdeo…derdo derdê girano derdo…
Derdo derdo derdo…derdo derdo

Lo lo kuro kur maro, min got kavilê gundê we bişewitî li berê gazê
Dehe salê min xelas bûn, ez dixwînim mîna şiflîng û şewta qazê
Bila xwedê biqedandana miradê miradxwazan,
Miradê min û xerîbê min biqedandana bi têla tembûr û sazê…

Keçikê bi xwedê, rast e bavê min soza min daye, diya min lê poşman e
Xerîbê min bila bihatana li welatê xerîb raketana pişta min bidiyana
Miradê min û xerîbê min biqedandana bi têla Tembûr û sazê…
De hayê… hayê… li welatê xerîb xerîbistana şewitî, şeva şevên reşînê
Seba çavên reş û belek caran xewa çavên mìn nayê…
Wiy derdo derdo derdî girano derdo…

*

Estembol
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Dayê Estenbolo way le mine estenbolo
Tayine rë na golo tayini rê na çolo
Piyê kokim vano; wez şiyo xestexanê Heyder Paşayî
Mi tê de niya da ke cilê cigerê mi tipi tolo
Ez pêyser vejiyo teber wax biko..oy berxo..o..oy…

Wiy heqo heqo çenê rijiya ye heqo
Na derde cigere çi derde zoro
Estenbolo vêsayê serve cigere mi, vere çimanê mi de
Biyo miz û dumano, way leminê biko ay oy berxo

De urze urze cigere mi urze
Welate xeribe weşaye di ti sere xo we darê
Piyê xoyê kokimî re weşîyanê xo biye..oy berxo..oy..biko…
Xebere de piye kokimi vanê lacê te zewciyo
To sera ciya beno, be hesa cigerê xo, xo dest ra cida
wax lemine biko…wiy..berxo…

Qonaxê cigerê mi vera yêna şuyê
Mino tedarekê laze xo diyo ruşnena wesayiya eskeriye…
Wera payizi, cigerê xo keno wayirê veyvika ne wiyê
Vana deyra vaze zalimi feleki lacê torê amo mêymaniye
Wax..lemine..biko..wiy..berxo…

Qonaxê cigerê mi vera yêna teke
Piyê mine kokimi re vacerê; „Porê mi tenê cirake
Bere xo desti re verê miya nê waştiya mi ke,
Porê weştiya mi ci rake biyê serê zeriya mi ke
Waştiya mi Aspor ke verê cenazê mi da rastke”
Wax leminê biko wax.biko.biko..berxo…

Wiy heqo heqo çenê rijiya ye heqo
Na derde cigere çi derde di zoro
To kerdo virmiya mi kemer û kuçe yabani ver meke
Wiy lemine biko..oy berxo..wax..biko…

Alî Baran ev pirtûk sala 2020an çap kiriye. Di pirtûkê de gotin û noteyên 148 stranên Mahmut Baran û Alî Baran cih digirin.

Hey Lê Hey Lo
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Hey lo lo hey lo lo xaino lo
Lo kuro mal xirabo çima lal buyî qe deng nakî babo
Hey lo lo hey lo lo zalimo lo
Lo kuro mal xirabo dilê min feqîre xirabeye
Lo lo çima qê şen nakî
Lo lo min çav reşe çima nabî li ser xwe
Qeyd û dapu nakî hey lo hey lo
Eman eman sebe çavê reş û belek
Heliyam nemam hey lo lo hey lo lo

Hey lê lê hey lê lê lê bilmez lê lê
Keçê mal xirabê ez dîn nebûm
Te ez dîn kirim lê lê lê lê zalim lê
Hey lê lê hey lê lê çav reşê lê lê
Keçê mal xirabê ez kal nebum
Te ez kal kirim lê lê xayin lê lê
Min go li welatê xerîb û xerîbîsdana şewitî
Zelûl gûn kirim lê hey lê
Eman eman seba çavên reş û belêk bejna zirav
Cotên ser memikê fêrfurî heliyam nemam

*

Rabe Rabe
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

De rabe rabe birao rabe, de rabe rabe kekê min rabe
Wiy rabe rabe birao rabe, de rabe rab brao rabe
Te mala dayîka kokim kirê xan û xirabe

Rîya Erzinganê rîyeka text e, Riya Erzinganê riyeka text e
Lo Qundaxa tifîngê birayê min xange rext bi rext e
Qundaxa Tifînga Mistefayê min xange rext bi rext e
Yê ku birayê min lêxîstîne qolê Gulabîyanê bêbext e
De rabe rabe bira rabe, De rabe rabe keko rabe

Bayê tê xayinga mine îro tê guvîne
Gulîyê dar û beran birayê min têhejîne
Mal xirabê qulê dil û gurçikê birayê min dikelînî
De rabe rabe birayê min rabe…de rabe kekê min rabe
De rabe rabe bira o rabe, de rabe rabe
Te îsalî mala dayîka kokim kirê xan û xirabe

Xange Pira Kamaxê Pireka teng e
Cilê hespê birangê min xange reng bi reng e
Cilê hespê birayê min xange reng bi reng e
Lo xadê têkin delê Mistefayê min mekin
Ev yekî tene ye na gune ye
Ev yekî teneye feqir e gune ye
De rabe rabe biraye min rabe, de rabe rabe Mistefa
Te îsalî mala dayîka kokim kirê xan û xirabe

*

Tew lê tew lê
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Baranek jî bariyo
Hey lê, hey lê, hey lê canê
Hewra kirin xurme xurm e
Tew lê, tew lê, tew lê canê
Ramîsana jinebiyan, dilo hayê
Nanê nanê garisî
Tew lê, tew lê, tew lê canê

Lo rabe lawik rabe
Lo rabe xortik rabe
Gul mêvanên me hatin
Li ser çavan û rûyan e
Hey lê, hey lê, hey lê canê
Tew lê, tew lê, tew lê canê

Ew gul e, gula zer e
Hey lê, hey lê, hey lê canê
Ew dukana û bajar e
Tew lê, tew lê, tewl canê
Ramîsana qîz û bûkan, dilo hayê
Nanê nanê genim e
Tew lê, tew lê, tew lê canê
Ramîsane qîzan, dilo hayê
Derdê min ra derman e
Hey lê, hey lê, hey lê canê
Lo rabe lawik rabe

*

Xezal
Gotin û Muzîk: Mahmut Baran

Hey lê Xezal Xezal
Delalīya dilê min seba çavên reş û belek bûm fílar û bê mal
Lê lê te ez helandim, li welatên xerîb seba çavên reş û belek
Qey heliyam bûm mîna pirpirekan, wîy xezal, wîy bêmal, wîy dela
Eman eman eman eman eman, seba çavên reş û belek, bejna zirav
Cotên ser memikên ferfûrî heliyam nemam xezal wîy dela

Hey lê hayê hayê hayê
Delalîya dilê xwe ti caran ji bîra dilê xwe nekir
Şeva reşînî xewa çavên mìn nayê, wây Xezal, wîy delal, wiy bêmal
Ez Xezal im, Xezal im, Xezal im, mîna berxa ber Kozê dikalim Xezal
Eman, eman, seba çavên reş û belek heliyam, nemam wiy Xezal

Hey lê Xezal Xezal
Delaliya dilê min çima îsal te li min va kir
Te ez helandim, emrê min teva kir, oy oy Xezal
Qey te li soza xwe û kula dilê minê sadiq bona Xwedê fedî nekir
Wiy delal, oy lê lê dînê, dîna dînê
Eman eman eman seba çavên reş û belek, bejna zirav
Cotên ser memikên ferfurî helîyam nemam Xezal wiy bê mal

Eman eman seba çavên reş û belek, bejna zirav
Cotê ser memikên ferfûrî heliyam nemam
Wiy xezal wiy delal wiy bê mal
Ez xezal im xezal im mîna berxê ber gazê dikalim Xezal

Stranbêj Alî Baran…