36. Mîhrîcana Govendên Kurdistanê Destpêkir

Kovara Huner/Duisburg

36. Mîhrîcana Govendên Kurdistanê dest pê kir. Mîhrîcan îsal li bajarê Duisburgê li dar tê. Komên govendan doh êvarê hatibûm bajêr. Îro wek her sal xwestin serê sibê di nav bajêr bimêşin. Lê ber baranê Komîteya Amadekar meşê taloq kir.

Îsal 34 komên govendê tevlî Mîhrîcanê bûn. Kom li welatên Almanya, Fransa, Swîsre, Awusturya, Holland û Belçîkayê hatin. Govendgeran bi cil û bergên xwe bajarê Duisburgê xemilandin.

Mîhrîcana 2025an îsal li bajarê Duisburgê (Almanya) li Şanoya Bajêr a Rheinhausenê çêdibe. Ev der sala 1977an hatiye ava bûye û Charles Aznavour jî li vir konserek pêşkeş kiriye. 900 temaşevan dikarin di salonê de rûnîn û temaşe bikin.

Dora nîvro salon tije bû û Mîhrîcan saat 12:00ê dest pê kir. Pêşkeşvana Mîhrîcanê Rojnamevan Berfîn Hêzil bû. Hêzil herkesî bo şehîdan dawetî rêzgirtinê kir. Bêdengî herkes yek deqe bo şehîdan rabû rêzgirtinê.

Piştî rêzgirtinê sînewîzyonek hate temaşe kirin. Mijara sînewîzyonê Mîhrîcanên berê bû. Temaşavanan û taybetî jî govendgeran sînewîzyon bi kelecan pêşwazî kirin.

Piştre li ser navê Juriyê Mamoste Weliyê Botî, li ser navê TEV-ÇANDê Sînan Asya û li ser navê Komîteya Amadekar Mamoste Mustafa Şahîn axivîn.

Axaftin bi dawî bûn û bi kelecanek mezin yeko yeko komên govendan hatin ser dike. Komên govendan bi disîplînên xwe tê nasîn. Ev bû salek her kom bo Mîhrîcanê amadekariyên xwe dike. Lewma her kesî bi mereqek mezin komên govendan temaşe kir.

Mîhrîcana Govendên Kurdistanê bi coşek mezin berdewam dike! Çend wêneyên Mîhrîcanê ev in:

Juriya Mîhrîcana 2025…

Mamosteyên Ma Musicê Şêrko, Derya û Evîn jî beşdarî Mîhrîcanê bûn. Gel û govendgeran hezkiriyek mezin pêşkêşî wan kir.

Keç û xortên Kurd bi cil û bergên xwe Mîhrîcana Govendên Kurdistanê xemilandin.

Sînan Asya bi cil û bergên Colemergê beşdarî Mîhrîcanê bû.

* Wêneyên Nûçeyê: Firaz Baran