Cîhana sînemaya kurdî îro li Düsseldorfê civiyan. Erê, 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê îro bi fîlma Binevşa Bêrîvanê dest pê dike.
Piştî demjimêr 17:00ê li sînemaya Ufa Palastê bi dehan derhêner, çêker, lîstikvan, derhenêrên dîmenê mêvan kir. Derhênerên Kurd Binevşa Bêrîvan, Hawraz Mohamed, Olmo Couto û Alî Kemal Çinar amade bûn.
Dîsa di serî de Şemdîn, Berfîn Emektar, Cewad Merwanî, Yunis Behram, Hekîm Sefkan, Bermal Çem, Sosin, Hakan Akay, Sirri Ayhan û Serhad Çarnewa bi dehan stranbêj, nivîskar, şanoger, helbestvan û muzîkjen jî tevlî vekirina Festîvalê bûn.
Yekemîn fîlmê festîvalê “The Virgin and Child” e û gavek din demjimêr 20:00ê tê pêşandan.
Wêneyên li jêr: 1- Olmo Couto, 2- Binevşa Bêrîvan û Berfîn Emektar, 3- Yunis Behram, 4- Rengîn Kardelen û Berfîn Emektar, 5- Ali Kemal Çinar û Sirri Ayhan û 6- Sînemahêz niha kom dibin û gavek din fîlmê Binevşa Bêrîvanê dest pê dike.