Dîlber Birahîm/Kovara Huner
Namzetên ji bo 97emîn Xelatên Oscarê dê roja Înê, 17ê Çileya 2025an, bên eşkerekirin. Merasîma Xelatên Oscarê dê 2ê Adarê 2025an, roja Yekşemê were lidarxistin.
Merasîm dê li Dolby® Theatre a li Ovation Hollywoodê were li dar xistin û dê ji zêdetirî 200 navendên cîhanê zindî were weşandin.
Merasîma xelatdayînê dê ji hêla komedyen Conan O’Brien -yê xelatgirê Emmy®- ve were pêşkeş kirin. O’Brien dê ji bo yekemîn car weşanê bike.
Xwediyê Arşîva Fîlman a Herî Mezin
Xelatên Oscarê ji hêla Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ya Dewletên Yekbûyî ve ji bo baştirîn fîlmên salê têne dayîn. Xelatên Oscarê cara yekem di sala 1929an de hatin dayîn.
Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê xwedan endamek gerdûnî ya zêdetirî 10,500 hunermend û rêberên pîşesaziya fîlimê yên herî serfiraz e. Di salên dawî de, Bahman Ghobadî jî xelata Akademiyê wergirt û wek endamê juriyê jî hate hilbijartin.
Taybetmendiya herî girîng a Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê arşîva wê ye.
Akademî xwedî koleksiyonek ji zêdetirî 52 mîlyon perçeyên sînemayê ye. Ev tê wateya arşîva sînemayê ya herî mezin a cîhanê.
Hûn dikarin bi awayên jêrîn xwe bigihînin arşîvê:
*Pêşangeh, bernameyên gel û nîşandana fîlman li Muzeya Akademiya Sînemayê.
*Referans û berhevoka lêkolînê ya Pirtûkxaneya Margaret Herrick ya Akademiyê.
*Navenda gihîştina Arşîva Fîlman a Akademiyê.
*Û malpera oscars.org
Ji ber pêvajoya pejirandinê, fîlmên Amerîkî di serê lîsteyên serketî de cîh digirin. Herî dawî, 96emîn Xelatên Oscarê di 10ê Adara 2024an de hatin dayîn.
Xelatên Oscarê di kategoriyên birêkûpêk ên jêrîn de têne dayîn:
Ji sala 1929an heta îro
Fîlma herî baş
Derhênerê herî baş
Lîstikvanê herî baş
Lîstikvana Herî Baş
Senaryoya herî baş
Kameraya çêtirîn
Derhênerê Hunerê yê herî baş
Ji sala 1930î heta îro
Baştirîn Tomarkirina Deng
Ji sala 1932yan heta îro
Kurtefîlma herî baş a anîmasyonî
Kurtefîlma herî baş
Ji sala 1935an heta îro
Montaja çêtirîn
Muzîka çêtirîn
Strana çêtirîn
Ji sala 1937an heta îro
Lîstikvanê Herî Baş Di Rola Piştgiriyê de
Lîstikvana Herî Baş Di Rola Piştgiriyê de
Ji sala 1940an heta îro
Efekta herî baş
Ji sala 1942yan heta îro
Dokumentara herî baş
Ji sala 1943yan heta îro: Baştirîn Kurte Dokumentar
Ji sala 1947an heta îro: Fîlma Navnetewî ya Herî Serketî (ji sala 2019an vir ve navê xelatê bûye Di zimanê biyanî de fîlmê herî baş)
Ji sala 1982yan heta îro:
Baştirîn rûxemilandin (makeup) û modelên por
Ji sala 2002yan heta îro:
Anîmasyona Herî Baş