Kovara Huner/Düsseldorf
Husamettin Kurultay li Meletiyê ji dayik bûye. Ermenî ye lê wek Tirk û Misilman mezin bûye. Dema ku zarok bûye wî dikin dijminê Ermenan. Wê demê gorên Ermeniyan jî kevir kiriye.
Paşê mezin dibe û nasnameya xwe ya Ermen kifş dike. Çîroka Husamettin Kurultay di dokumentara “Asadur/Li Ser Rêça Nasnameya Winda” de tê pêş perdeyê.
Derhêner diçe Meletiyê û li gundan û navenda bajêr digere. Dokumentarê li cihên ku şopa gelê Ermenî lê hene kişandiye.
“Asadur” dê di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de bê nîşandan.
Hûn dikarin di 24ê Nîsana 2025an de saet di 21:40 de li sînemaya Ufa Palastê temaşe bikin.
Danasîna Dokumentarê
Nav: Asadur
Derhêner: Mehmet Emin Yıldız
Welat: Bakurê Kurdistanê
Sal: 2024
Dem: 50 deqîqe
Ziman: Tirkî