Amadekar: Kovara Huner – Beşa Sînemayê
Xelata Fîlman a Almanyayê ji sala 1951ê ve tê dayîn û di sînemaya Almanyayê de xelata herî bi prestîj tê dîtin.
Merasîma xelatdayînê ya herî dawî di 3ê Gulana 2024an de li paytext Berlînê pêk hat û xelatgir hatin eşkerekirin. Derhênerên jin ên Kurd Ayşe Polat û Soleen Yusef gelek xelat wergirtin û mora xwe di merasîma xelatdayînê de dan. Milena Aboyan jî wek namzed hat hilbijartin.
Im toten Winkel
Fîlma “Im toten Winkel” (Li Cihê Kor) a Ayşe Polat 3 xelat wergirtin. Ev fîlm xelata “Çêkerê Herî Baş”, “Derhêneriya Herî Baş” û “Senaryoya Herî Baş” wergirt. Çêkerê fîlm Mehmet Aktaş ji Mîtos Fîlm e, derhêner û senarîst jî Ayşe Polat e.
Ayşe Polat duh bi şev beşdarî merasîmê bû û xelatên xwe wergirt. Polat li vir axivî û got, “Ez xelatê diyarî dikim hemû jinên ku bi lehengî ji bo edalet û azadiyê têdikoşin.”
Di fîlma ku li Qersê hatiye kişandin de tê gotin ku JÎTEMê Kurd revandin û qetilkirin. Di fîlmê de dayikeke kurd jî cih digire ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiye revandin û windakirin.
Mehmet Aktaş: Ez xelatê diyarî Yilmaz Guney dikim
Mehmet Aktaş ji ber ku ji bo projeyekê li Kurdistanê bû nekarî beşdarî merasîmê bibe. Aktaş peyamek nivîskî şand. Roj Haco ji Mîtos Fîlm xelata Aktaş wergirt û peyama nivîskî xwend. Aktaş, diyar kir ku wî xelata Lola ya ku wergirtiye diyarî Yilmaz Guney dike û wiha got:
“Ez xelata Lola diyarî Yilmaz Guney dikim. Ew mamoste û serkêşê min e. Min bi saya fîlm û jiyana wî cîhana sînemayê naskir.” Ev gotinên Mehmet Aktaş li salonê bi çepik û tilîliyên mezin hatin pêşwazîkirin.
Danasîna “Im toten Winkel”
Dem: 1 saat 58 deqîqe Sal: 2023 Çêker: Mehmet Aktaş Senaryo: Ayşe Polat Derhêner: Ayşe Polat Lîstikvan: Pınar Çelik Lîstikvanên Sereke: Katja Bürkle, Ahmet Varlı, Çağla Yurga Lîstikvanên Alîgir: Maximilian Hemmersdorfer, Aybi Era, Aziz Çapkurt, Nihan Okutucu, Tudan Ürper, Mutallip Müjdeci, Rıza Akın, Hülya Duyar, Hüseyin Taş Sînematografi / Dîzaynkirina Wêne: Patrick Orth Dîzaynkirina berhemê: Osman Özcan Cilûberg: Ece Erol Verastkirin: Serhad Mutlu, Jörg Volkmar Makiyaj: Antonia Petschow Muzîka Fîlm: Martin Berger, Matthias Wolf, Martin Rott Dîzaynkirina Deng: Johannes Grehl, Stefan Korte, Jürgen Funk VFX Supervisor: Julian Grumer
Sieger Sein: Fîlma herî baş a zarokan
Di merasîma Xelata Fîlmên Alman de, fîlma “Sieger Sein” (Serkeftin) wek “Fîlma herî baş a zarokan” hat hilbijartin. Derhêner û senarîstê fîlmê Soleen Yûsif ji Duhokê ye.
Lîstikvanên sereke yên fîlma ku ji aliyê Sonja Schmitt, Christoph Daniel û Marc Schmidheiny ve hatiye çêkirin ev in: Jacqueline Rietz, Liza Stutzky, Dileyla Agirman û Andreas Döhler.
Di fîlmê bi navê Sieger Sein de Mona tevî malbata xwe ya kurd ji Sûriyê derdikeve. Malbat li Berlînê bi cih dibe. Mona tevlî tîma futbolê ya dibistanê dibe û dibe golparêz. Lê Mona ji rewşa nebaş a sirgûnê tesîr dibe. Meta Monayê şervana YPJê ye. Mona meta xwe difikire û ji wê hêz digire û ji wê rewşê rizgar dibe. Tîma dibistanê bi saya ruhê tekoşer a Monayê beşdarî tûrnûvayekê dibe û tûrnûvayê bi dest dixe.
Sieger Sein ku li cîhanê beşdarî gelek festîvalan bûye, herî dawî hefteya borî di 1. Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de hat nîşandan.
Elaha Wek Namzet Hat Nîşandan
Fîlma “Elaha” jî ji bo du Xelata Fîlman a Almanyayê wek namzet hat nîşandan. “Elaha” ji bo xelata “Best Production” (Matthias Greving) û “Bêtirîn Serkêşiya Jinê” (Miss Layla) bû namzet. Derhênera fîlmê Mîlena Aboyan e û senarîst jî Milena Aboyan û Constantin Hatz e.
Fîlm çîroka Elaha ya 22 salî vedibêje. Elaha dergîste û roja dawete wê nêzîk dibe. Ew bi hêviyên derdora xwe re rû bi rû dimîne. Di navbera hêviyên xwe û a malbat û derdorê dimîne. Xwesteka wê ya jiyana diyar dibe. Fîlm jineke ciwan nîşan dide ku xwe bi hêz dike û li ser bedena xwe kontrol dike.