Firaz Baran/Düsseldorf
A- Cihana Sînemaya Kurdî li Düsseldorfê Kombûn
2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê duh bi şev bi fîlma Binevşa Bêrîvan a bi navê “The Virgin and Child” dest pê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan, çêker, sînemager û derhênerên dîmenê û derhenêrên hunerî beşdarî vekirinê bûn.
Cîhana sînemaya Kurdistanê duh ji demjimêr 17:00an pê ve dest bi hatina Sînemaya Ufa Palastê kirin. Derhêner Binevşa Bêrîvan, Hawraz Mohamed, Olmo Couto û Alî Kemal Çinar amade bûn.
Di vekirina festîvalê de bi dehan stranbêj, nivîskar, hunermendên şanoyê, folklornas, helbestvan û mûzîkjen jî amade bûn. Di nav de Şemdîn, Berfîn Emektar, Cewad Merwanî, Dîno, Yunis Behram, Hekîm Sefkan, Firat Baran, Bermal Çem, Sosin, Hakan Akay, Canê, Fewzî Kiliç, Diyar, Yilmaz Beyazgül û Serhad Çarnewa hebûn.
Salona têketina Sînemaya Ufa Palastê bi rengên Kurdistanî hatibû xemilandin û navên her çar parçeyên Kurdistanê balê kişandin. Rojnamegeran eleqeyeke mezin nîşanî Binevşa Bêrîvan û lîstikvan Hêvîn Tekîn, derhênerê fîlmê Serê Kaniye Olmo Couto, ji Silêmanî Hawraz Mohamed û ji Amedê Alî Kemal Çinar dan.
Di şeva vekirinê de coşeke mezin hebû. Demjimêr di 20.00an de her kes çûn salona sînemayê ya jimare 8, ku dê fîlma Binevşa Bêrîvanê lê bê nîşandan. Beriya fîlmê li ser navê rêvebiriya festîvalê xêr hatina mêvanan kirin û gotin ku “Di festîvalê de bi giştî 40 fîlmên dirêj û kurt û dokumentar dê bên nîşandan.”
B- Bêdengiya 80 Deqe
Dûre fîlma “The Virgin and Child” a bi derhêneriya Binevşa Bêrîvan dest pê kir. Senaryoya fîlm ji aliyê Binevşa Bêrîvan û David Lambert ve hatiye nivîsandin. Lîstikvanên sereke Hêvîn Tekîn û Laetitia Eido ne.
Fîlm 80 deqe bû. Di vê salona mezin a sînemayê de 80 deqeyan yek deng û tevgerek nehate dîtin. Çîroka di fîlmê de pir rast e û Hêvîn Tekîn (ku lehenga karakterê sereke Avesta leyîstiye) performansek wisa rast daye. Lewma temaşevanan ji bîr kirin ku li salona sînemayê ne.
C- Şiroveyek Kurt
Ger em bi kurtî li ser fîlm şîrove bikin, em dikarin bibêjin fîlmek serkeftî ye. Fîlm bi tevahî bi hestên jinan hatiye kişandin. Ev fîlm nîşan da ku çîrokên jinan ji aliyê derhênerên jin ve baştir tên vegotin. Ji ber ku hin dîmen û axaftin hebûn ku derhênerekî mêr nikare wan hûrguliyan bifikire.
Lîstikvaniya Hêvîn Tekîn jî tam not wergirt. Wê kesayeta Avestayê pir baş nîşan daye û tu ji bîr dike ku ew lîstikvan e. Li gorî agahiyên ku ketine destê me, piştî xwendina senaryoyê tavilê rol qebûl kiriye. Karakter hembêz kiriye û bi dil û can li ser kar kiriye.
Jinên Kurd ên Êzdî yên di destê DAIŞê de bûne kole, weke her kesî bandoreke kûr li Hêvîn Tekîn jî kiriye. Lewma weke fîlm nêzî wê projeyê nebûye û gotiye: “Bila em nîşanî cîhanê bidin ku çi li xwişkên me hatiye kirin û xwişkên me çawa tevdigerin.”
Karaktera Avesta ne karakterekî “xemgîn e”. Berovajî, ew kesayetek e ku dixwaze tola xwe hilîne. Di dawiya fîlmê de jî li Brukselê vedigere Kurdistanê. Dibêje: “Ez bo tola xwe hatibûm Belçîkayê. Ez serî li penaberiyê nadim û ez ê vegerim Kurdistanê.”
Di dawiya fîlm de derhêner Binevşa Bêrîvan û lîstikvan Hêvîn Tekîn bi çepikên dirêj hatin ser dikê. Herkes di bin bandora fîlm de ma bûn. Piştî pirs û bersivan temaşevan bê deng û tije fikir ji sînemayê derketin.
Lîstikvan Hêvîn Tekîn piştî pêşandana fîlm bersiv da pirsên rojnameger Rengîn Kardelen (Jin TV).