Kovara Huner/Düsseldorf
2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê 23ê Avrelê dest pê dike û 27ê Avrelê bi dawî dibe. Gelo jin çawa beşdarî festîvalê bûne? Em ê li pey bersiva vê pirsê bin.
Festîval dê di 23ê Nîsanê de bi fîlmê “The Virgin and Child” vebe. Derhênera fîlmê Binevşa Bêrîvan e. Bi fîlmê “Suwariyên Şengalê” jî festîval bi dawî dibe. Derhênera vê fîlmê jî Dêrsim Zêrevan e.
Her wiha Nivîskar Jana Seyda jî mêvanê taybet ê festîvalê ye û dê 26ê Nîsanê li Bibabuzeyê hinek beşên pirtûka xwe ya dawî (roman) bixwîne. Navê romana wê “Jinekê Mirî li Cihangirê” ye.
Şanoger Berfîn Emektar jî wê bibe juriya festîvalê.
Di beşa belgefîlman a festîvalê de derhênereke jin bi xebatên xwe yên balkêş derdikeve pêş. Ev derhêner Maria Laura Vasques e. Vasques bi dokumentara bi navê “Lêgerîn”ê beşdarî festîvalê dibe.
Derhênerên jin ên di beşa kurtefîlman de ev in:
Leyla Toprak: Distant, 17 deqîqe, Bakur û Rojavayê Kurdistanê
Helime Aktürk: Ezda, 14 deqîqe, Kanada
Mariam Samadî: Saltsallers, 15 deqîqe. Rojhilatê Kurdistanê
Khaje Redoor: Zaro Zemar, 14 deqîqe, Rojhilatê Kurdistanê
Khatereh Foroutan: Wahit Dream, 10 deqîqe, Rojhilatê Kurdistanê