Bernameya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê

Firaz Baran/Düsseldorf

23.04.2024: Roja Çarşem

2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê 23ê Avrelê roja Çarşemê dest pê dike û 27ê Avrelê roja Yekşemê bi dawî dibe. Fîlm wê li sînemayên Ufa Palast û Metropolê bên nîşandan.

Navnîşana sînemayan ev in:
Ufa Palast: Worringer Str. 142, 40210 Düsseldorf
Metropol: Brunnen Str. 20, 40223 Düsseldorf

Festîval dê di 23ê Nîsanê de bi fîlmê “The Virgin and Child” vebe. Fîlmê 80 deqîqeyî wê saet di 20:00an de li sînemayê Ufa Palastê bê nîşandan.

Ji ber ku roja ewil a festîvalê ye, tê payîn ku girseyek mezin hebe. Mêvan wê danê êvarê ji bo merasîma vekirinê ya ku li Sînemaya Ufa Palastê bê lidarxistin dest bi kombûnê bikin.

Di vekirinê de wê gelek derhêner, senarîst, çêker, kameraman û derhênerên hunerî bi taybetî jî derhênera fîlma “The Virgin and Child” Binevşa Bêrîvan amade bibin.

Beşek girîng a stranbêjên ji ekola Hunerkomê li deverên derdora Köln û Düsseldorfê dijîn. Tê payîn ku Xelîl Xemgîn jî di nav de bi dehan hunermend û muzîkjen beşdarî vekirinê bibin.

Fîlma destpêkê ya 80 deqeyî behsa çîroka Avesta ya Kurda Êzidî dike ku ji lepên DAIŞê rizgar bûye. Avesta tê Brukselê. Daxwaza wê tenê ew e ku tola xwe ji zilamê ku ew wek kole girtiye hilîne.

Avesta li dijî hovîtiyê edaletê digere. Wê êşek mezin kişandiye û bi zorê bûye dayika zarokekî. Ew bi her awayî hewl dide ku dengê xwe bide bihîstin.

Binevsa Berivan çîrokeke trajîk a travmaya takekesî û kolektîf radixe ber çavan.

Fîlm di Festîvala Fîlman a Ostendê de di 30ê meha Çile sala 2024an promiyera xwe ya cîhanî kiribû û heya niha tenê di festîvalan de hate pêşandan.

Cureya fîlm drama ye û pir zimanî ye. Di fîlm de sehneyên bi zimanê Erebî, Îngilîzî, Hollandî, Kurdî û Fransî hene.

23.04.2024: Roja Pencşem

Roja Pêncşemê wê 14 fîlmên dirêj û kurt li sînemayên Ufa Palast û Metropolê bên nîşandan. Her wiha dê taybet ji bo Bavê Teyar jî bernameyek were lidarxistin. Bernameya wê rojê wiha ye:

Du fîlmên jêrîn saet di 16:00 de li Sînemaya Metropolê tên nîşandan:
980: 27 deqîqe ye.
Unseen Photos Of Anfal: 27 deqîqe ye.

Kurtefîlmên jêrîn dê saet di 17:30 de li Sînemaya Metropolê bên nîşandan.
Ziman: 8 deqîqe ye.
A Coffin For Life: 13 deqîqe ye.
Sorin: 13 deqîqe ye.
Zerya: 12 deqîqe ye.
Wahit Dream: 10 deqîqe ye.
Distant: 17 deqîqe ye.
Ezda: 14 deqîqe ye.

Dîsa li sînemaya Metropolê saat 19:20an ev fîlm were nîşandan:
Serê Kaniyê: Derhêner Olmo Couto ye û 60 deqîqe ye.

Li sînemaya Metropolê saat 21:00an sê fîlmên ku Bavê Teyar dilîze wê bên nîşandan.
Hat Nehat: 5 deqîqe ye.
Xweş Xeber: 4 deqîqe ye.
Kurmê Darê: 21 deqîqe ye.

Roja Pencşemê bernameya li sînemaya Ufa Palastê jî wiha ye:

Saat 20:00: Fîlma bi navê “Beriya Şevê” dê bê nîşandan. Derhênerê fîlmê ku 60 deqîqe ye Alî Kemal Çinar e.

Li heman sînemayê saet 21:50an jî fîlmê bi navê “Asadur” ku derhênerê wê Onur Guler ê û 50 deqîqe e dê bê nîşandan.

Bernameya Roja În: 25.04.2025

Roja Înê dê du fîlmên jêrîn li Ufa Palastê werin nîşandan:

Saat 20:00
Hêvî: Orhan İnce, 80 deqîqe ye.

Saat 21:40
Pirebok: Lütfü İrdem, 60 deqîqe ye.

Roja Înê li sînemaya Metropolê jî bername wiha ye:

Saat 16:00
Panel: Mijara xwe Rojava ye.

Di saet 17:20’an de li pey hev ev kurtefîlm tên nîşandan:
The Acorn: 19 deqîqe ye.
Gate: 14 deqîqe ye.
Goran: 6 deqîqe ye.
Zaro Zemar: 14 deqîqe ye.
Path: 13 deqîqe ye.
Garan: 20 deqîqe ye.

Saat 19:10
Naharina: Ferran Domenech, 53 deqîqe ye.

Saat 21:00 dîsa li pey hev ev kurtefîlm tên nîşandan:
Against Forgetting: 22 deqîqe ye.
Kahlil: 20 deqîqe ye.
Zaam: 20 deqîqe ye.
Muharrem der Freund: 23 deqîqe ye.

26.04.2025: Bernameya Şemiyê

Fîlmên jêrîn dê li Ufa Palast werin nîşandan:

Saat 20:00
Eine Brücke Nach Rojava: Ekrem Heydo, 66 deqîqe ye.

Saat 21:30
Blackberry Season: Haşim Aydemir, 96 deqîqe ye.

Di heman rojê bernameya sînemaya Metropolê jî wiha ye:

Saat 16:00
Semîner: Sînemaya Kurd

Di saet 17:45an de ev kurtefîlm li pey hev dê bên pêşandan:
Rê: 4 deqîqe ye.
Fence: 13 deqîqe ye.
Salt Sallers: 15 deqîqe ye.
Alon is Better: 12 deqîqe ye.
I Will Wait: 12 deqîqe ye.
Rûbar: 15 deqîqe ye.

Saat 19:10
Lêgerîn: Maria Laura Vasques, 83 deqîqe ye.

Saat 20:45
Vartinîs: Ömer Biçer, 60 deqîqe ye.

Roja Dawî: 27.04.2025 – Yekmeş

Fîlmê dawî yê festîvalê roja yekşemê li Sînemaya Metropolê tê nîşandan.

Saat 16:00
Suwariyên Şengalê: Dersim Zerevan, 84 deqîqe ye.

Merasîma xelatdayînê ya 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê 27ê Nîsanê roja Yekşemê saet di 20:00an de tê lidarxistin. Merasîm dê li Atelier Kino pêk were. Festîvala Fîlman piştî belavkirina xelatan wê bi dawî bibe.

Navnîşana Atelier Kino ev e: Graf-Adolf Str. 47, 40215 Düsseldorf

Em wek kovara Huner dibêjin: Hevalno xebata we pîroz be, Festîvala îsal li ser xêre be.