Bi Rêya Pêşangeheke Wêneyan Ber bi Dîroka Dijwar ve

Firaz Baran

Bajarê Herfordê li ser girên Ravensbergê ye û di navbera Daristana Teutoburg û Çiyayên Wiehen de ava bûye. Bajar 16 km nêzî telewîzyona Êzdî Çira TV ye.

Bajarê Herfordê…

Dîrok: 17ê Gulana 2025. Li vî bajarî pêşangehek ji aliyê wênekêş Rawend Cewad Smaîl ve hate vekirin. Navê pêşangehê “Ji Taritiyê ber bi Ronahiyê: Hêviya Tawisê Melek” bû.

Smaîl pêşangeha xwe bi hevkariya YEKMAL û Muzexaneya Martha Hoch vekiriye. Pêşangeh dê heta 8ê Hezîrana 2025an vekirî bimîne.

Beşek ji pêşangeha Rawend Cewad Smaîl…

Piştî Fermana 3ê Tebaxa 2014an, gelê me li kampên li Başûrê Kurdistanê hatin bicihkirin. Rawend Cewad Smaîl wê çaxê çûye sê kampan û wêne kişandiye. Bi vî awayî, wî dîroka koçberiyê bi wêneyên xwe belge kiriye.

Dema min li wêneyan nihêrî, koçberiyên din ên mezin hatin bîra min…

Êzdiyan di Şerê Cîhanê yê Yekem de ji Serhedê koçî Ermenistanê kiribûn. Bîranînên Heciyê Cindî hatin bîra min. Zehmetiya rêya koçberiyê… Zehmetiyên li ser Ava Erezê.

Dîsa li Amed û derdora wê 365 gundên Êzdiyan hebûn. Hemû vala bûn. Ew ber bi Ewropayê (taybetî Elemanî) koç kiribûn. Ev koç sala 1961ê dest pê kir û heta dawiya 99an berdewam kiribû.

Her wiha koça 1991ê jî koçake mezin bû. Ji Ermenîstan û Gurcistanê bi dehhezaran gelê me yê Êzdî koç kiribûn. Û 2007an piştî êrîşa mezin 70 hezar Êzdî li Şengalê hatibûn Ewropayê (taybetî jî Holandê). Lê wêneyên van koçan tune ye.

Lewma xebata Rawend Cewad Smaîl girîng e.

Mirov li wêneyên pêşangehê dinêre û di nav fikr û ramanan de winda dibe. Tu li ser qirkirinê û koçberiya mezin difikire. Gelê me 11 salin di şert û mercên dijwar de di kampan de jiyan dikin. Mirov wan şert û mercan difikire û ji xwe hêrs dikeve.

Kampa Êzdiyan/Başûrê Kurdistanê, Wêne: Rawend Cewad Smaîl

A- Wêneya Hejmara 1

Di pêşangehê de 16 wêne hene. Çîroka li kêleka her wêneyekî çîroka wêne hatiye nivîsandin. Bo nimûne, Smaîl li kêleka wêneya hejmar 1 ev nivîs daniye:

“Ji nav wan zarokan yek bi qasî 14 salî bû. Pir xemgîn û çav bihesir bû. Ez li cem wî rûnîştim. Min weneyê wî kişand û ez pê re axivîm. Got:
– Dayika min ji min veqetandin. DAÎŞê bavê min kuşt. Ez tevî birayê xwe yê piçûk û du xûşkên xwe re dijîm.”

Mirov ji xwe pirskir: Çima zarokên me mehkûmî jiyaneke wiha ne? Ma me nekarîbû pêşî li Fermanê bigirin?

Paşê daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Êzîdiyên Ewropî ya di 3ê Tebaxa 2022an de hat bîra min. Wan 8 salan encamên qirkirinê lêkolîn kiribûn û gihîştin van encaman:

Rawend Cewad Smaîl wêneyên beşdarên pêşangehê digire.

B- Fermana 74an: Qirkirina Şengalê

“Di 3ê Tebaxa 2014an de, çeteyên barbar ên DAIŞê li dijî civaka kevnar a Êzdî jenosîd pêk anîn.

* 550 hezar Êzidî li Şengal û derdora wê jiyan dikirin. Dema ku DAIŞê Şengal û gundên wê dagir kir, dest bi qirkirinê kir.

* Di çend rojan de nêzîkî deh hezar gelê me kuştin.
* Bi rêya bombebaranê 68 perestgeh û tirban wêran kirin.
6417 jin, mêr û zarok revandin.
* Di encamê de 2 hezar û 745 zarok bê dê û bav man.
* Ji ber qirkirinê, 360 hezar Êzdî neçar man ku welatê xwe yê kevnar Şengalê biterikînin.”

C- Çima Êzîdî Nehatin Parastin?

Dema komkujiyê çima Êzdiyan nekarîn xwe biparêzin? Kî ji ewlehiya herêmê berpirsiyar bû?

Qaşo Şengal ji aliyê pêşmergeyên PDKê ve dihat parastin. Ne 100, ne 200, lê tam 12 hezar pêşmergeyên PDKê li Şengalê hebûn.

Her wiha wextê ku pêşmergeyên PDKê hatibûn Şengalê, çekên gel berhev kirin û gotin: “Em niha li vir in. Pêwîst nake hûn xem bikin.”

Lê, dema ku di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞ ber bi herêma Şengalê ve hat, pêşmergeyên PDKê reviyan. Wan guleyek jî neteqandin DAIŞê. Parastina gelê Şengalê (Êzdiyan) nekirin.

Eger PDK li hember DAIŞê li ber xwe bidaya, ev komkujî çênebûya. Wê windahiyek ewqas giran nebûya. Ev rastiya dîrokî dê wek lekeyek reş li ser eniya kesên ku ev biryar dane û kesên ku jê reviyane bimîne.

Ne tenê reviyan, her wiha peşmergeyan çek nedan gel jî.

Ji ber ku ew reviyan, çeteyên DAIŞê bê şer pêşî gund û dû re jî navenda Şengalê bi dest xistin. Wan her Êzîdîyek ku digirtin an dikuştin an jî direvandin.

Bi sed hezaran Êzîdî ji bo ku ji qirkirinê xilas bibin, berê xwe dan Çiyayê Şengalê…

Şervanên HPG, YPG û YPJ civaka Êzidî ya ku xwe li Çiyayê Şingalê girtibûn rizgar kirin.

D- Pêşniyara Federasyona Şengalê

Divê Federasyona Şengal were damezrandin. Ji ber ku, ji niha û pê ve, Êzdî nikarin ji Hewler û Bexdayê bawer bikin. Ji ber vê yekê, divê hemû partîyên Kurdî qebûl bikin ku:

Çawa ku li Iraqê Federasyona Kurdistanê heye, divê Federasyona Şengal jî hebe. Pêwîst e gelê Şengalê parastina xwe bike. Divê hêzên mezin ên cîhanê jî vê yekê fehm bikin. Divê Şengal mîna Vatîkanê xwedî statuyek taybet be.