Bi Wêneyan Pêşengeha Şêwekariyê

14ê Hezîranê li bajarê Elmanya Kolnê Pêşangeha Amara vebû û heta êvara 16ê Hezîranê vekirî ma. 17 wênesaz bi berhemên xwe tevlî pêşengehê bûn. Pêşangeh ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” hate vekirin.

Denîz Deman
Gelek stranbêjên wekî Deniz Deman, Xelîl Xemgîn, Şemdîn, Beser Şahîn, Aydin Korkmaz, Hekîm Sefkan, Seyda Perînçek, Sîmar beşdarî pêşangehê bûn.

Wênesaz Hogir Ar bi du berhemên xwe (hunera plastîk) beşdarî pêşangehê bû.

Wênesaz Sînan Hezer bi pênc tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bû. Navê tabloyan ev bûn: Girê Miraza, Kilîta Wendayî, Dayîka Xwedawend, Jineolojî û Xwebûn. Hezer li ser pirsa malpera me axivî û got: “Min ji bo xêzkirina van wêneyan Parastina Rihayê xwend. Paşê min mijar diyar kirin. Dema xêzkirina wêneyan min careke din xwend û ev tablo di nava mehekê de derketin holê.”

Hozan Aydin jî beşdarî pêşangehê bû.

Parlamentera berê ya HDPê Dîlek Ocalan jî beşdarî pêşangehê bû.

Di pêşengehê de Koma Violine Trio konsereke muzîkê ya klasîk pêşkêş kir. Konser rastî eleqeyek mezin hat.

Helbestvan Hekîm Sefkan jî beşdarî pêşengehê bû.