Bo Helbesta “Hey Dîrok”ê Klîba Anîmasyonê

Kovara Huner/Köln

SPOT
Bo helbesta bi navê “Dîrok” a ku Ali Haydar Kaytan nivîsibû klîbek anîmasyonî hate amade kirin. Klîbê pisporê computerê û muzîkjen Çekdar Farqîn çêkiriye. Muzîka klîbê aranjor Murat Yapıştıran saz kiriye û helbestê jî helbestvan û bestekar Hekîm Sefkan xwendiye.

NÛÇE
Ali Haydar Kaytan beriya sala 1980yî bi hevrêyê xwe Hamili Yildirim ve 6 meh li zindanê dagirkeran tê girtin. Li zindanê helbesta bi navê “Hey Dîrok”ê nivîsiye. Malbata Kaytan helbestê bo xebatên çand û hunerî şandiye Ewropayê. Şivan Perwer sala 1981ê kasetek derdixe û helbestê dixwîne.

Sal dibe 1986 û Weşanxaneya Serxwebûnê pirtûka bi navê “Diyarbekir/Seçme Şiirler 1” çap kiriye. Di vê pirtûkê de jî helbest tê weşandin (Rûpela 181). Helbesta “Hey Dîrok”ê bi rêya kaset û pirtûkê di nav gel de belav bûye û tê nas kirin û hezkirin. Salên 80an û 90an di bîranîn, şev û çalakiyên şoreşa Kurdistanê de dibe helbesta ku herî zêde tê xwendin.

Ali Haydar Kaytan û Rıza Altun rêberên şoreşa Kurdistanê û avakarê PKKê ne. PKKê piştî kongreya 12. şehîdbûna Kaytan û Altun ragihand.

Ev agahî li raya giştî ya Kurdistanê tesîrek mezin derxist. Kurdistaniyan li welat û derveyî welat hefteyekê şîna şehîdan girtin û bîranînan li dar xistin.

Hunermendên Kurd Hekîm Sefkan, Murat Yapıştıran û Çekdar Farqîn li bajarê Köln a Alamaniya jiyan dikin. Her sê hunermend jî wek her dilsozê şoreşê ji şehîdbûna Kaytan û Altun tesîr dibin. Tevlî bîranînan dibin û li wir bi hev re diaxivin. “Gelo em dikarin ji bo şehîdan çi bikin?”

Hekîm Sefkan gotiye: “Hevalê Fuat (Ali Haydar Kaytan) ne tenê feylosofê şoreşê ye, helbestvane jî. Em dikarin helbestên hevalê Fuat li studyoyê bixwînin û bi klîban bixemlînin.” Destpêkê bo helbesta “Dîrok”ê bîryarê digirin û dest pê dikin.

Berê Hekîm Sefkan helbestê dixwîne. Piştre Çekdar Farpîn senariyo dinivîse. Murat Yapıştıran helbestê qeyd dike û piştî ku senariyoyê dixwîne dikeve studyoyê du muzîkan amade dike. Her sê heval ji wan yekî hilbijêrin û di klîbê de ew muzîk cih girtiye. Dengê helbestê û muzîka tê ber destê Çekdar Farqîn û ew jî piştî xebatek dûr û dirêj klîba anîmasyonê amade dike.

Klîba bi navê “Hey Dîrok” doh li telewîzyona Med Muzîkê û malpera Youtubê a bi navê Med Hunerê ket weşanê. Lînka klîba ev e:
https://www.youtube.com/watch?v=BAfutYGvEj8

Gotinên helbesta “Hey Dîrok” li jêr e:

Helbest vê pirtûkê hate weşandin.
Dîyarbekîr Seçme Şiirler 1: Weşanên Serxwebûnê, R. 181, 1986

Hey Dîrok
Ali Haydar Kaytan

Biqulibine rûpelên xwe yên qirêj û gemar!
Kè li enîyê danî ev tenîya qirêj û gemar!
Kê rûçikê te reş kirîye?
Kine yên rûçikê te sipî dikin?
Wê kude here hewqas hêrsa min Wê kude here!..
We kude here gira di veşartina dilê min de kombûye?

Ji danezané vir de ber qirkirina ma ne
Ezê hîn bibim çûyina xwe
Ezê bixwe binivisînim hatina xwe!
Tu dîroka bi qirêj veke çavên xwe!
Hinekî tu!?

Ketin zevté qunca emperyalist
Datinin qoloni kulmên xwe yên rizgarîxwaz
Weke gurzan giran-giran
Bi hemû xeml û rédana xwe

Va bibîne..!
Çawan ditirsin kerîyên seyan
Ji nêzîkbûna zirme-gurma dengên lingên azadîyê
Li Qorê, li Vietnamê mêzeké dírok
Li Laosê, Qamboçyayê, Gineyé, Angolayé mêzeke…
Şoreşvanén azadîyé ber bi aşitîya bê bini dibezin
Li bircên kelan tên çikandin alén destên partizanan
Ev car dora welatê min e
Ma qey ez nizanim?
Avaye!..li qadan bi milyonan bang dikin
Dibéjin; biji serxwebûn bimre kedxwari!
Çiya lerizi, erd hejiya
Qelişin kevirên aramé yeko-yeko
A li berxwe dide arama min e
É li berxwe dide dilé min e!

Em ketine destên wan vê gavê
Bila werin li ber xwe bibînin me
Bibin mîna reqelên laş dîtîyên hovberan
Ji bo zileheké biteqînin li ser dev û rûyên me
Bira yeko-yeko têkevin rêza kerîyên qeşmeran.
Çar dîwar…
derîyên hêsin…
têlên risayi
Bira lê tije bibê jîyana me
An bidarxin bihejin bejnê me
An jî derxînin hember berdarkên xwe
Bi destên xwe ber bikin dilê me!

Ger li derve berdewam dibe jîyan
Nehatibê birîn dengê stran û helbestan
Bi dengê xwe ê keles dixwîne mawzer.
Çiye?… çi dibe?.. ki ditirse ji mirinê!

Ji bo çê bitirsin ji mirinė!
Li ber hemû zoriyan singvegirtin hebe
Ji bo çê bitirsin ji îşkencê û lêdanê?
Doost hevalno!

Bila xera bibe kela zilmė
Bila xera bibe mala zilmė
Doost hevalnoo!
Bo daxwaza çêbûna welateki
Bo zarok bé tirs ú stůxwari mezin bibin
Ji bo sir nedin seri bidin
Giringe li ber her zoriyê
dil bi keder û kul li berxwe bide.

Li gel rojên xweş tên
Ewê helbet pir tişt bên gotin

Ji sultanan, ji serdaran, ji împaratoran, ji koma îblisan
Ku di nava axê de dihatin hesp dilîskandin
Ger bi vî avahî here rewş…
Dibê ku pir tişt betin gotin.
Her serîyê diramîne her mirovê bi namûs.

Xwarina wane goştê mirovan…
Xwarina wan bûye xwîn, zeftkaran.
Weke reqelên laş dîtine
Li ser pişta gelê minin!
Şerkirin nas, ehl û zarokên me
Serbiserî bereberî li berxwedan…
Yên di navika xakê de hebûn jîyandin
Ji hêla yên di kela zilmê de rûdinin hatin xwarin
Li ser bedena sar a xwuşka min
Destên xwe yên qirêj gerandin heey dîrok!..
Genîyên însanan
Dolên talan homoseksuelan
Jinên ku xwe bi darve kiribûn
ji werisan anin xwar..

Weke seyên çav-sor û har
Yeko-yeko ketin paşila cesedan!
Bêje! Hey dîroka şerma mirovahî
Hey kerîyên mirovan vekin çavên xwe

Were ziman siltané ker..!
Besee! besee!

Bila bikşînin destên xwe ji welatê min
Destên xwe yên qirêj û gemar
Biksînin destên xwe ji welatê min!
Ewanan ne ku bi dîlîtî û hovberîya xwe bûn
Weke rêza zîroyên tîyê xwînê
Ji bo azadîya milletan, rizgariya gelan
Li qada navîn cilên qirêj bên vekirin
Hunerê wan e koma hestiyên li besta Laçê
Wek diya min ji zarokan re çîrok dibėjin.
Li berxwedana hovitiyê ye
Dersime
Koçgiriye
Zilane

Keda me
Xwehdana enîya me
Talane hemû dewlemendîyên me

Bide erşan bila bê feryada te!
Hewar bikim hewar çuqas bê dengê min
Min bibhîsin yên li pişt çiyayê qaf
Çiya bilivê!
Erd bihejê!
Ker bibhîsin!
Kor bibînin!
Dinya bibhîse!