Cemîl Horo û Strana Mem û Zîn

Rojîna Gulê

Antolojiya Dengbêjan II

Pirtûka “Antolojiya Dengbêjan II” 344 rûpel e. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sala 2011an çap dike.

Di pirtûkê de kurtejiyana 80 dengbêjan hatiye vegotin. Her wiha ji her dengbêjekî yek an du stran wek nimûne hatine nivîsandin. Beşa portreyan jî bi sê zimanan hatiye nivîsandin: Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî. Dengbêjên ku di pirtûkê de cih digirin ev in:

Navê Dengbêjan

Ademê Herbecûnî, Adile Rîza, Arifê Helhelî, Aşemê Şukri

Bavê Selah, Bedîh Dîlanar, Cebê Emo, Cemîl Horo, Dilşa Botî

Dengbêj Siphiye, Dengbêj Qedrî, Dengbêj Rêber, Dengbêj Zilkîfê Mûşî, Dilşa Botî

Evdilqadirê Derwêş, Eliyê Emer, Emînê Bêrtî, Emînê Gomanî, Evdilê Qado, Evdilhadiyê Zinzinî, Evdilkerîmê Şemo, Evdirhîmê Fîsî, Evdirezaqê Kerxa Kika

Hecî Evdoyê Çinarî, Heci̇ Cemîlê Mala Lalo, Feqî Silêman, Feyziyê Nenyasî, Feyziyê Şifqetî

Hediya Dengbêj, Helîmê Pêçarî, Hemîde Dengbêj, Henîfeya Şirnexî, Hesenê Omerî, Hesîbê Koçer, Huzniyê Hezroyî, Kawis Axa, Kurdêya Silopî

Mihemedê Kortepe, Mehmê Eliyê Bedlîsî, Mehmê Reşîtê Dengbêj, Mehmedoyê Dengbêj, Mehremê Pêçarî, Metînê Mûşî, Meyrem Xan, Mihyedînê Çewligî, Mistefayê Bohtî, Mistefaye Sextî

Nadirê Seledûnî, Nasirê Resûl, Nayife Mûnisî, Nezîrê Herşenî

Perîxana Şirnexî, Resulê Xanoserî, Reşîte Mehmikî, Reşîde Baso, Ridwanê Fafî

Sadiqê Pasûrî, Sadiqê Terkî, Sebriyê Miheme, Sebriyê Xelê, Seîdê Cofitnî,
Seide (Osman] Kelê, Selehata Şerîf (Zelal), Serwetê Sextî, Sidiqê (Evdirhîmê) Ereboyî, Sidiqê Hîzanî, Silêmanê Şirnexî, Silhedînê Gimgimî, Simaîlê Xelo

Şerîfê Farqînî, Şemsa Çeço, Şemsedînê Ereboyî, Şêrînê Dingilhewayî, Şeroyê Biro, Şêx Huseyîn, Şukriyê Entaxi

Tacetînê Farqînî, Ûsivê Goçxwarî, Ûsivê Macir, Xaziyê Hezroyî, Xosrofê Dengbêj.

Kurtejiyana Cemîl Horo

Di pirtûkê de kurtejiyana Cemîl Horo û du stranên wî jî hatiye nivîsandin (Rûpela 37-42). Der barê dengbêjê nemir de ev agahî tên parvekirin:

“Cemîl Horo sala 1934an li binxetê, li bajarê Efrînê, li Serincekê tê dinê. Kurmanc e. Bi zimanê Kurdî, Tirkî, Erebî û Farisî dizane. Li ber destê meleyan feqîtiyê dike.

Stranan dibêje. Heya sala 1961ê di dawetan de distrê. Di sala 1965an de stranên wî li sêlikan tomar dikin. Mîna stranên Memê Alan, Feteh Beg, Ûsiv Şêr, Xana Dinê, Eyşa Îbê, Dizo, Cebelî, Xemê Zalim, Tosino, Wey Lawo.

Her wiha karê polîtîk jî dike. Sala 1970an derbasî serxetê dibe. Ew û Ayşe Şan hev nas dikin. Gelek stran ew bi xwe çêdike.

Sê caran zewiciye. Cara pêşî sala 1959an, cara duyemîn sala 1961ê ve cara paşî jî sala 1985an dizewice. 5 Keç û 3 kurên wî hene. Sala 1989an koçî dawî dike.”

Strana Mem û Zîn

Cemîl Horo li ser sêlikan strana Mem û Zîn xwendiye. “Antolojiya Dengbêjan II” gotinên stranê parve kiriye:

Mi go; Memo dilê mi liyan e, dilê mi liyan e
Mi go; Memo dilê mi liyan e, dilê mi liyan e
Kekê dilê mi liyan e dilê mi liyan e, yane yane
Xwedê bîne mala her sê qîzikê pêryan e
Li xwe kirin postê kewan e
Firiyane gişî qatê ezmanî heftan e
Şeva meqamê nîvê şevê
Xwe berdan ser bajarê Cizîra Botan e
Ketin devê qesra rengîn, Birca Belek warê hûtan e
Cî û meqamê dilbera reben Zîna Zeydan e
De wêl wêl wêl wêl haho wêl

Kekê serê mi bi qurbano
Bal û dêna xu danê dilbera reben ketî xewa şevan e
Ber serî û niga dibê firefirê mûman û şemedanan e
Sivik ayetek xwendin pif kirin zeriyê
Dilbera reben Zîna Zeydan e
Zîn kirin wehma miriyan e
Rakirin ji nêv mitêl û nivîn û mûm û şemedanan e
Avêtin tabûta şahê periyan e
Bi derxistin ji bajarê Cizîrê firyan e
Gihîştin qata ezmanî heftan e
Hanîn li bajarê Muxribê li qesra rengîn, Birca Belek
Li dayra giran li kêleka Memê kirin misafir û mêvan e
De wêl wêl wêl wêl tim û tim wêl wêl

Mi go kekê serê mi bi qurbano
Bal û dêna xu dan husn û cemala her duyan e
Sivik ayetek xwendin pif kirin ser ciyê Mîrê Mecnûn, Memê Alan e
Memê çavên xwe vekirin ji xewa şevan e
Bal û dêna xwe dayê textikî zêrîn sê pijkoj û çarnigan
Li kêlekê bûye misafir û mêvan e
Li ser xewtiyê dikir eyan du jinan e
Rabû rûnişt li ser cî û nivînan ketibû dişincêkî giran e
Go eceb mi diye xewneka şevan e
Bi mi dikeni lenetila kor şeytan e
Xwend qul û wehed, ayetul kursî li ser cotê baciyan e
Di ser çava ra kişand mitêl û orxan e
Ji wextekî bi şûn da dîsa serê xu berda
Bal û dêna xwe dayê dibê firefirê mûman û şemedanan e
Peya bû ji ser textê zêrîn sê pijkoj û çarnigan e
Hat sekinî li ber serê dilberan û ber Zîna Zeydan e
Orxan mîna li ser çiftê memika mîna li ser gurdikê piyan e
…. çiftê zeryan e

Bal û dêna xwe dayê eniya sorê gewrî meqamê zêran e
Ez bi qurbano texlê çavên reş û belek bi qelemê kila Siphanê kil dane
Xizêm ji zêrê osmanî, çift zincîr berdaye ser xelekê lêvan e
Bizkê gulava belav bûye ser henarê riya fena
Guliyên wê …xu jor da heta topikê nigan xwe berdan e
De wêl wêl wêl wêl haho wêl wêl
Felekê hayê wêl wêl

Mi go; kekê serê mi bi qurbano
Memê xwast ji dilbera reben bistîne cot ramîsane
Go; belkî îhsan be li ber dilê pîr û bavê kal, kokimê di apan e
Ji nû da vegerî ser textê zêrînî sê pijkoj çarnigan e
Kekê serê mi bi qurbano, kor û poşman e
Ketibû dişincekê giran e
Ay de wêl wêl wêl wêl wêl wêl
Ay de wêl wêl ji siltanê kurdara tim û tim wêl wêl

Mi go; kekê serê mi qurbano
Xwedê bîne mala her sê qîzikê pêryan e
Bal û dêna xu danê dilbera reben
Zîna Zeydan çavan venake ji xewa şevan e
Ketî wehma miriyan e
Sivik ayetek xwendin pif kirin ser dilbera reben Zîna Zeydan e
Zînê çavê xwe vekir ji xewa şevan e
Bal û dêna xu dayê camêrikî li kêlekê biye misafir û mêvan e
Rûniştî li ser textikî zêrîn sê pijkoj û çar lingan e
De berî li qata û pencera lê dixe bayê xerbê li behra eniyan e
Li ber serî dibê firefirê mûman û şemedanan e
De wêl wêl wêl wêl wêl wêl

Herê serê mi qurbano
Zînê go lololololo lololololo lololololo
Keko dilê mi liyan e, dilê mi liyan e
Serê mi bi qurbano bal û dêna xwe didimê
Taximê te ne taximê çolix û çobana, taximê beg û wezîr û paşan e
Ji sibê heta vê êvarê rabûn û rûniştinê te li ser çîçek û banê xaniyan e
Tu hatî îro li heramiya kêçika li warê hûta, li Zînê xwaka mîr bûyî misafir û mêvan e
Heyla keko serê mi bi qurbano
Oda mîr li derê han e
Ji mêrê qehremanê wekî te ra eybik mezin e
Tu baxçan bihêlî werî li qîzika bibî mêvan e
Herê lo keko serê mi bi qurbano
Xêrnexwazên bajarê Cizîrê pir in
Tirsa min herin xeberê bidin Hesen û Çerko, Tajdîn her sê çêlikê Şêran e

Xwedanê Kela… qesr û qonaxa Celaliyan e
Ê werin serî bi qurbano
Laşê te hûr kin bavên derê dikan û çarşiyan e
Va ji navê mi ra pir eyb û qusûrekî pir giran e
Li navbera xelkê soz û bextê vê dilbera reben
Egît û camêra dawet dikê, masa qurmîş dikê
Li hêla mêra dikevê kêf û zewqan e
De wêl wêl wêl wêl wêl wêl

Erê mi go; kekê serê mi bi qurbano
A ku e pê zanim ji berê û paşê da, Tebieta lawik û xortan e
Wî ji êvara Xwedê da dadikevin kerxana û meyxanan e
Te şaş kirî rêwî welatê malan e
Tu hatî li xwenga xu buyî misafir û mêvan e
Eger te şaşkirî rê û yola welatan e
Ez ê peyakî li pêşî te kim, bira te teslîm kê li dê û bavan e
Oy de wêl wêl de wêl wêl wêl wêl

Erê serê mi bi qurbano
Memê gotî; dilê mi liyan e
Ji mi ra dibên çelengê mecnûn, Memê Alan e
Xwarziyê Emer Begê xwedanê Kela Mişî şêxê qureyşiyan e
Ûcax û warê dînan û bawî û tawiyan e
Salê minî çardan e, pêlê dike pazdan e
Min xitim kirî Tewrat û Încîl û Zebûr û Quran e
Ji te ra eyb û qusûrik mezin e
Tu li min dixî şor û dilman e
De wêl wêl wêl tim û tim wêl wêl
Wêl wêl wêl hay de wêl wêl wêl

 

Tirba Mem û Zînê