Cemil Oguz: 337 pirtûkên kurdî hatine çapkirin

Edîtorê diyarname.comê Cemil Oguz lêkolînek baş weşand. Oguz du vê pirsê ketiye: “Di sala 2024an de çend pirtûkên kurdî li Bakurê Kurdistanê hatine çapkirin?”

Li gorî agahiyên Cemil Oguz sala 2024an 337 pirtûkên bi kurdî çap bûyîne.

33 weşanxaneyan pirtûkên bi kurdî derxistine.c Weşanxaneya Peywend balê kişandiye. Peywendê 50 pirtûk çap kiriye.

Cemil Oguz dibêje: “Dûre J&J bi 44 pirtûkan hatiye û Nûbiharê jî bi 34 pirtûkan di rêza sêyemîn de cih girtiye.”

Lo gorî agahiyên Oguz, sala 2024an 73 roman, 68 helbest, 39 çîrok û 20 pirtûkên li ser dîrokê hatiye çapkirin.

Xwendevanên ku bixwazin dikarin temamê dosyayê li ser malpera diyarname.com bixwînin.