Firaz Baran
Di vê gotarê de li ser mijarên jêrîn agahdarî hene.
A- Lîsteya fîlmên Mano Khalil
B- Şirove li ser fîlmê Cîran
C- Hevpeyvîn bi Mano Khalil re
D- Xelîl Xemgîn behsa Hunera Khalil Dike
A- Fîlmên Mano Xelîl
Mano Khalil yek ji hostayê sînemaya kurdî ye û derhênerê 16 fîlman e. Fîlmên Mano Xelîl ev in:
2021: Neighbours (Cîran)
2018: Hafis & Mara (Hafiz û Mara)
2016: Die Schwalbe (Hechecîk)
2013: Der Imker (Mêşevan)
2010: Unser Garten Eden (Baxçên bihiştê)
2006: David der Tolhildan (Davidê Tolhildan)
2005: Al-Anfal (El-Enfal)
2004: Bunte Träume (Xewnên Rengîn)
1998: Triumph Of Iron (Serkeftina Hesin)
1995: Kino Ocko (Cinema Çav)
1993: The Place Where God Sleeps (Cihê Xwedê lê razaye)
1992: My God (Xweda!)
1991: Oh Father (Ax Bavo)
1990: Embassy (Balyozxane)
1989: My Pain, My Hope (Êşa min, Hêviya min)
1988: Oh World (Ey Cîhan)
Mano Khalil senaryoyên hemû filman jî nivîsiye.
B- Şîrove li ser fîlmê Cîran
Di dîroka sînemayê de cihekî Mano Khalil yê taybet heye. Sedema vê yekê ev e: Wî tenê bi fîlmê xwe yê “Cîran” 70 xelat wergirtine. 70 xelat û tenê ji bo yek fîlmî…
Ev fîlm ji bo kurdan pir girîng e û karekî baş kiriye. Fîlmê “Cîran” heta niha di nêzî 200 festîvalan de hat nîşandan. Di festîvalên gelek welatên wek li Emrîka, Almanya, Belçîka, Korêya Başur û bi dehan welatên din xelatên yekemîn standiye. Bi saya fîlmê “Cîran” pirsgirêkên welatê me ketiye rojeva navneteweyî.
Film li du Festîvalên A weke Şenghaî û Locarno hate nîşandan. Her wiha festîvalên taybet weke Mons, Camera Image, Hof, New York û Palm Spring jî hate nîşandan.
Moderatora Deutschlandfunk Kulturê Ulrike Timm li ser fîlmê Cîranê dibêje: “Fîlmê Cîran trajediya gelê Kurd ji çavê zarokekî vedibêje. Lehengê fîlm zarokek e û navê wî Şêro ye. Ka em binêrin Şêro çi jiyan kiriye…”
Profesor Greg Garett jî beşdarî weşana BBC dibe û behsa fîlma Cîran dike. Dibêje: “Cîran îşev li Festîvala Fîlmên Cihûyan li Londonê tê nîşandan. Yek ji fîlmên herî bedew ên ku min di jiyana xwe de dîtiye Cîran e. Fîlmekî dewlemend, mirovhez, dilşewat û bedew e. Ji ber vê yekê festîvalên fîlman girîng in. Ger derfeta temaşekirina we hebe, lê temaşe bikin.”
Xelata Yilmaz Guney Wergirt
Mano Khalil herî dawî bi fîlma xwe ya “Cîran” beşdarî 1. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê bû. Di festîvalê de Xelata Yilmaz Guney wergirt. Mano Xelîl beriya ku fîlm bê nîşandan panela bi navê “Sînemaya Kurdî” de axivî û tecrubeyên xwe parve kir.
Piştî panelê bi sînemahêzan re sohbet kir û got ku wî 30 sal berê dest bi nivîsandina fîlmê Cîran kiriye:
“Dema ku min sînema li Çekoslovakiya berê dixwend, min difikirî ku fîlmekî wiha çêkim. Ji ber ku dayika min ji Bakur û bavê min jî ji Rojavayê Kurdîstanê ye. Dewletan tenê axa me perçe nekirin. Her wiha malbat ji hev qut kirin. Xalê min li serxetê dima. Rojekê ez bi diya xwe re çûm ser sînor. Min cara yekem xalê xwe li wir dît. Xalê min di navbera têlan de ez maç kirim. Rejîma BAASê dixwest ku bi xwe re koleyan biafrîne. Di fîlmê Cîran de min hewl da serpêhatiyên xwe û nêzîkatiya rejîman ya li hemberî kurdan bi çavê zarokekî vebêjim.”
Mano Khalil li Zanîngeha Şamê dîrok û Hiqûqê dixwîne (1981-1986). Di heman salê de (1986) diçe Çekoslovakyaya berê. Li wê derê di Akademiya Fîlman de perwerderiya derhêneriyê dibîne. Heta sala 1994an li Çekoslovakyayê dixwîne û dixebite. Piştre li Swîsreyê bi cih dibe. Anku ev 30 sal in xebatên sînemayê li vî welatê çiyayî dimeşîne. Ji ber vê yekê hem sînemaya Sovyet û Bloka Rojhilat, hem jî sînemaya Ewropayê nas dike. Ev rastî ji bo sînemaya kurdî tecrubeyek mezin e.
C- Hevpeyvîn bi Mano Khalil re
Hûn hostayekî sînemayê ne. We atmosfera festîvala Düsseldorfê çawa dît?
Çînî dibêjin, “Rêya herî dûr bi gava yekemîn dest pê dike.” Gava ku mirov peşiya çiyayekî bisekine û lê binerê û bêje “Çiya çiqas bilind e” û zehmetiyan bibîne, nameşe û gavê navêje wê çaxê çiya bilind dimîne. Lê gava ku gava yekemîn avêt, ew çiyayê bilind hêdî hêdî nêzîk dibe û e dadikeve ser. Li Düsseldorfê gava yekemîn hat avêtin. Gelekî girînge ku mirov gava yekemîn bavêje. Atmosferek gelekî pozîtîf hebû. Me rengekî baş temaşe kir. Gelek alaqadar bûn û gelek gel jî hazir bûn. Ev dilê mirov vedike. Mesela me fîlma Cîran nîşanî da, sînema yek carî hatibû dagirtin. Derveyî kursiyan jî cîh nemabû. Mana xwe çi ye? Miletê Kurd birçiya hunerê ye û dîasporaya Kurd dixwaze fîlmên kurdî temaşe bike. Her çar perçeyê Kurdistan gelê me hatin û bi hev du re rûnîştin.
Fîlmê “Cîran” li seranserê cîhanê heta niha gelek xelat wergirtine. Li Düsseldorfê di Festîvala Fîlmên Kurdî” de “Xelata Yilmaz Guney” wergirt. Gelo wergirtina xelatê ji kurdan hestekê çawa ye?
Dema ku fîlm dilê gelê me digire, xelata herî mezin ew e. Xelata herî mezin temaşevan in. Eger gelê me got ku “Ev fîlm dilê me girt” ew gelekî girîng e. Fîlmê Cîran hetanî niha 69 xelat wergirtin û bi xelata Düsseldorfê bû 70. Di dîroka Swisrêyê de ez bawerim fîlmekî swîsrî 70 xelat wernegirtiye. Ew bi rastî kêfxweşiyek bû. Ji bo me (anku herkesî ku bi min re kar kiriye) serkeftinek û serbilindahiyek e.
Li Rojavayê di nav şer de, di nav şert û mercên zor û zehmet de xebatên çand û hunerê tên meşandin. Ew jî dibêjin “Me nû dest pê kiriye. Dibe ku kemasiyên me hebin. Em hewl didin ku pêş bikevin.” Her dem bi rexnedarî nêzîkî xebatên xwe dibin. Lê em bi xebatên Rojava hêz digirin. Hûn çawa dibînin?
Dema mirov bixwaze welatekî ava bike, bixwaze xwe rizgar bike, civakek serbixwe ava bike rext û tifing gelekî girîng e. Ji ber ku dijminên Kurdan bi diyalog û axaftinê nayên ser rê. Kurd jî mecbur dimînin û bi çekan berxwe bidin. Ev bû sed sal gelê Kurd înkar dikin. Herî dawî êrîşên DAÎŞ û hevkarên wan jî her kesî dît ku çi tînin li serê gelê Kurd. Kurd mecbur dimîne û bi çekan berxwedanê pêş dixe. Ji bo ku gel li ser lingan bisekine tiştên din jî hene. Sînemaye, şanoye, romane, muzîkê û anku çand û hunere. Eger xebata hunerî nemeşiya kemasiyên me derbikevin. Wextê ku hûn bixwazin welatê xwe bi paqijî û xweşik ava bikin navendên kulturî girîng in. Mirov bi xwarinê zikê xwe têr dike lê çand û huner rihê mirov têr dike. Mirov rihê xwe bi tembûrê, şanoyê, fîlmekî sînemayê têr dike. Anku berxwedan û çand-huner bi rengekî harmonî bi hevdu re dimeşin.
Fîlmê Cîran fîlmek bû ku kurdan da naskirin. Hûn beşdarî nêzîkî 200 festîvalan bûn û we gelek xelat wergirtin. Zilma ku li kurdan tê kirin we bi zimanekî hunerî vegot. Li her welatê ku Cîran hat temaşe kirin, li ser kurdan gotar hatin weşandin û axaftin hatin kirin. Ez ji bo gelê me pir girîngiyê didim vê yekê.
Raste… Wek mînak Cîran li hemû welatên Araban de hat nîşandan. Li Suudî Arabîstanê xelata “Senaryo”yê histand. Li Îmarata Arabî a Dubaiyê “Xelata Mezin a Jurî” histand. Li Amerikayê 6-7 xelat histandin. Li Kanadayê histand û li Almanya 3-4 xelat histandin. Li Îtalya 4-5 xelat histandin. Li Kurdistanê (Dûhok) xelata “Baştirîn Film” , “Baştirîn Lîstîkvan” û “Baştirîn Senaryo” histand. Li Magrîpê sê xelat histandin, yek ji wan mesela “Baştirîn Lîstikvanê Zarok” bû.
Mamoste Mano Khalil ez zor spas dikin ji bo vê axaftinê.
Spas xweş. Serkeftinê ji we re dixwazim…
D- Xelîl Xemgîn behsa Hunera Mano Khalil Dike
Stranbêj Xelîl Xemgîn jî tevlî 1. Festîvala Fîlmên Kurdî a li Düsseldorfê bû û li fîlmê “Cîran” temaşe kir. Me ji Xelîl Xemgîn hunera Mano Xelîl û fîlmê “Cîran” pirsî. Hunermendê hosta hem dîtinên xwe vegot û hem jî bîranînên xwe bi me re parve kirin:
“Ez Mano ji zû de nasdikim. Hên salê 90î fîlmên wî hebûn. Wê demê li Çekoslavakyayê dixwend. Me hin şevan fîlmên Mano nîşan dan. Mano karên profesyonel çêdike. Li Swîsreyê şîrketek fîlm jî vekiriye û heta niha gelek fîlm çêkirine.
Wek malbat jî xwedî şehîd in. Zahf girêdayî tekoşîna gelê Kurd in. Mano naxwaze bikeve nav siyasetê. Ew bi hunera xwe xizmetê gelê xwe dike.
Fîlmê Cîran min berê li ser televîzyona ARTEyê hindik temaşe kiribû. Nûçeya fîlm weşandibûn. Me li festîvalê hevdû dît û em axivîn. Mîlyonan pere lê çûne (Li gorî daxuyaniyên Mano Xelîl ji medyaya cîhanê re, bûdceya fîlmê 3 milyon Euro ye). Bi keda şîrketa xwe derxistiye û hinek enstîtûtên mezin jî pê re bûne alîkar.
Min fîlm li festîvala Düsseldorfê temaşe kir. Fîlmekî baş bû. Min gelek jê eciband. Ez bawer dikim hemû hevalên ku temaşe kirin jî gelekî ecibandin. Ji ber ku jiyana me ya rastîn bi rêya hunerê hatiye nîşandan. Em yek bi yek rastî wan bûyeran hatine. Anku fantazî tune ye.
Ji bo ku sînemaya kurdî xurt bibe di destê me de ewqas maddeyên xam hene ku… Her çîrokekî Kurdan, her serpehatiyekî Kurdan, her rojekî Kurdan trajedî hene. Çîrokên orjînal ji bo sînemayê pir baş e. Ji ve şikur… Hêdî hêdî sînemaya Kurdî pêş dikeve. Di nav sînemayê de Mano rolekî dilîze û tiştê ku çêdike cîh digirin. Ne tenê fîlmê Cîran. Fîlmên Mano yên din jî gelekî baş hatin pêşwazî kirin.
Wek mînak, xortekî ji Swîsreyê tevlî gerîla dibe. Min wî xortî li çiya dîtibû. Mano li ser wî jî fîlmek çêkiribû. Ew fîlm jî pir hate ecibandin. Pir xelat wergirtin.
Birayê Mano Taha Xelîl jî helbestvanek naskirî ye. Di televîzyonê de bernameyan çêdike. Taha jî mirovek rewşenbîr û çandnase. Malbata Mano hemû bi hunerê re tekîldar in. Mesela Şêro Hindê jî ji malbata wan e. Ez bi rêya vê axaftinê carek din Mano pîroz dikim û dibêjim kêfxweşiyek e ku em bi hunera xwe jiyana gelê xwe peşwazî dikin.”