Firaz Baran
A- Li Lubnanê: 1981 û 1982
Sala 1981an 285 kadroyên PKKê derbasî Sûrî û Lubnanê bûn. Kadroyên PKKê li kampên rêxistinên Filîstîniyan man. Di nav rojê de perwerdeya çekdarî û êvarê jî perwerdeya îdeolojîk dîtin.
Ji bo dersên êvarê pirtûk xwendin û li ser mijaran niqaş kirin. Sala 1981 û 1982an Serokê PKKê sê pirtûk nivîsandin. Li ser şerê çekdarî, rêxistinbûyînê ve eniya gel.
Çend kadroyên demê jî broşur û pirtûk nivîsandin. Her wiha li zindana Amedê pirtûka Mazlum Dogan jî hatibû (Berxwedan Jiyane).
Kadroyan êvarê van pirtûk û broşûran xwendin û xwe bo welat amade kirin.
Wê demê Şahîn Kilavuz jî li ser propagandaya çekdarî û ajîtasyonê broşûrek amade kir. Ev broşûr wek materyala dersê hate bikaranîn. Kilavuz rê û rêbazên propaganda û ajîtasyonê, wazîfeyên gerîlayên destpêkê nîşan da.
Ji xwe di dîroka PKKê de hetanî pengava 15ê Tebaxê (1984) dema “Propagandaya Çekdarî û Ajîtasyonê” bû. Lewma bû broşûrek bingehîn. Ji ber ku Kilavûz broşûrê mîna gotareke ansîklopediyê nivîsandiye. Armanc û erkên gerîlayên pêşeng bi hemû hûrguliyan bi agahiyên kurt û zelal aniye ziman.
B- Vegera Welat
Di 1. Konferansa PKKê (1981) û Kongreya 2. a PKKê (1982) de ev biryar hate girtin: “Em ê vegerin welat. Em ê amadekariyên xwe bikin û dest bi şerê çekdarî bikin.”
Li ser vê biryarê pêşî Mehmet Karasungur û Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) çûn welêt. Wan ji bo komên ku werin kampên gerîla saz kirin.
Li ser van amadekariyan ji havîna 1982an pê ve kadro kom bi kom vegeriyan welêt.
Yek yekîne jî ji 9 kesan pêk dihat û bi pêşengiya Şahîn Kilavuz di Mijdara 1982an de derketin rê. Dixwazin bi şev li ser çemê Hêzil derbas bibin. Lê ji ber lehiyê 8 kadro şehîd dikevin. Navê şehîdan li jêr e:
Şahin Kilavuz, Cahît Dayan, Fuat Erturk, Hasan Ozçelîk, Musa Îlk, M. Beşîr Aksoy, Veysî Hantaş û Veysî Şîmşek. Bûyer bi navê “Şehîdên Çemê Hêzilê” di dîroka PKKê de cih girt.
C- Broşur Dibe Pirtûk
Ev bûyer ji bo PKKê êşek giran bû. Ji ber ku, 8 kadroyên ku pir baş xwe amade kiribûn di şevekê de şehîd ketin. Wê demê daxuyaniyên nivîskî hatin dayîn. Ji bo şehîdan bîranîn hatin lidarxistin.
Weşanxaneya Serxwebûnê jî broşura Şahîn Kilavuz wek pirtûk amade kir û ev pirtûk di Çileya 1984an de hate çap kirin. (Navê weşanxaneyê li ser pirtûkê nehatiye nivîsandin.)
Pirtûk ji du beşan pêk tê û 81 rûpel e. Beşa yekemîn 59 rûpel e û ji broşûra ku Şahin Kılavuz nivîsiye pêk te. Beşa duyemîn jî kurtejiyana şehîdên Çemê Hêzîl e.
D- Stranên li ser Şehîdên Çemê Hêzil
Hunermendan li ser şehîdên Çemê Hêzil stran nivîsandin. Em du stranan parve bikin:
Çemê Hêzil – Koma Berxwedan
Gotin û Muzîk: Seyîdxan
Li deşt û çiyan tav dibarî
Hurik hurik baran anî
Li ser deşt û çeman herki
Lo lo çemo çemê Hêzil
Weyla çemo lo lo çemo
Heyla çemo çemê Hêzil
Tu bi xwînê bûye lizik
Lo lo çemo tu neyarî
Çemê Hêzil wekî Firat
Di xul-xulî bi keferat
Qurban ji me dixwest bi xelat
Lo lo çemo tu neyarî
Dijmin weke Dehakê har
Dora çemo kirin çeper
Hêriş berdan ser bi leşker
Lo lo çemo tu neyarî
Çemê Hêzil birîna xedar
Li ser kuştin heşt rêheval
Ji bîrna bin ew canê te dan
Lo lo çemo tu bêbextî
*
Seranserê Çemê Hêzil
Gotin û Muzîk: Serdar Azad
Seranserê çemê hêzil bi geriyama bi geriyama
Destek li ser milêm biketa bigota Evîn keçam ezim
Bigota evîn kecam ezim ne xeml û xeyal im rast im
Siverokên çiyayên bilind dinihêrim roj û şevan
Ji Xwedayê mezin tenê daxwaziya min dîtina te ye
Tenê daxwaziya min ji Xweda ditina bejn û bala te ye
Xwezila carek min te bidîta bila emrê min dan û niv ba
Yek jî hevala Mizgîn bi komê re stranek bi tirkî gotiye. Emê wê jî binivîsin.
* Hûn dikarin hem pirtûkê û hem jî hevpeyvîna Evîn Aksoy bixwînin. Aksoy keça şehîdê Çemê Hêzil M. Beşîr Aksoy e. Wê 14 sal berê çend pirs ji Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Dûran Kalkan re şandibû. Kalkan nameyek ji malbatê re şand û bersiv da pirsên malbata şehîd. Lînka wê nameyê ev e:
29 yıl sonra Hêzil’in 8 Can’ı: Evîn Aksoy, Yeni Özgür Politika, 22.11.2011
https://www.ozgurpolitika.com/haberi-29-yil-sonra-hezil8217in-8-can8217i-16123