Bixwaze naxwaze Mîhrîcan pêşbirk e. Lewma hemû kom pir nazîk nêzîka pêşandanê dibin. Ji bajarê Düsseldorfê Koma Kelaşîn jî beriya ku derkeve ser dike destê Mamoste Yilmaz Beyazgül girtin û jê re gotin:
“Ka, binêrê Mamoste. Cil û bergên me çawa bûne?” Lîstikvanek xort jî xwest serê wî girê bide. Mamoste serê xortê me girê da û bi giştî cil û bergên komê kontrol kir. Tenê çend sererast kirin û şagirtan bi alîkariya du deqeyen gelek kêfxweş bûn.
Di nav atmosfera Mîhrîcanê weneyên wiha yê curbercur derdikevin. Yılmaz Beyazgül heman demê endamê juriyê ye. Ew ev dibe 40 sal xizmeta govenda Kurdistanê dike. Dilnizme, zana ye û kesayetek giran e. Lewma şagirt û mamosteyên govendê jê hezdikin û rêzê ji wî digirin.