Firaz Baran/Düsseldorf
Di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de roja 24ê Avrelê du dokufîlm li pey hev ketin pêş perdeya sînemayê. “980” û “Unseen Photos Of Anfal”. Her du dokufîlm jî li ser Komkujiya Enfalê ne.
Me doh li ser “980”ê nivîsandibû. Îro jî me xwest em li ser dokufîlmê Hawraz Mohammed binivîsin.
Danasîna Dokufîlmê
Nav: Unseen Photos Of Anfal (Enfal û Wêneyên Nehatî Dîtin)
Derhêner: Hawraz Mohammed
Welat: Başûrê Kurdistan û Iraq
Dem: 27 deqe
Ziman: Kurdî (Soranî)
Mijara Dokufîlmê
Ev dokufîlm li ser çîroka wênekêş Hecî Kak Evla ye. Wî bi wêneyên xwe bîranînên şehîdan zindî kiriye. Wêneyên wî beriya Komkujiya Enfalê hatine kişandin. Li ber zilma demê û zilma BAASê birayê Hecî Kak Evla wan parastine.
Piştî bîst û pênc salan ev wêne dikevin destê Hêmin. Hêmin pê dihese ku ev wêneyên Şehîdên Enfalê ne. Hewl dide û li Almanyayê scennerek dikire. Bi scennerê hemû weneyan dadixe li ser computerê.
Paşê dikeve rê û dest lêkolînan dike. Malbatên şehîdan digere. Dibîne ku Hecî Kak Evla li 60 gundan wêne kişandiye.
Her wêne bi xwe re çîrokek nû derdixe. Çîrokên bi êş lê berxwedanî… Malbatên şehîdan bi wêneyan gelek şad dibin. Di dokufîlmê de dîmenên hestiyarî gelek in. Wek mînak zilamek nêzî 40 salî dibêje: “Ev cara yekemîn e, ku ez wêneyê bavê xwe dibînim.”
Danasîna Hawraz Mohammed
Hawraz Muhamed sala 1983 li bajarê helbestê li Silêmaniyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Silêmaniyê beşa Civaknasiyê xwendiye. Li ser sosyolojiyê (Civaknasiyê) du pirtûk bi navê “Dîwarnivîsîn” (li ser nivîsên dîwaran) û “Pîsbûnî Bînî” (li ser dîzayna bajaran) weşandiye.
Her wiha sal dibe 2022 û li Zanîngeha Silêmanî li ser Sosyolojiya Sînemaya Kurd mastera xwe qedandiye. Niha jî li heman zanîngehê mamosteyê beşa Fîlmsaziyê ye.
Hawraz Mohammed derhênerê dokumentaran û fîlman e. 14 dokumentar û 17 kurtefîlm kişandiye.
Hawraz Mohammed û Firaz Baran, 25.04.2025/Düsseldorf
Li ser sînemayê gelek gotar bi kurdî nivîsandiye û di weşanên kurdî de belav kiriye û bi navê “Sînema û Şinas (Nasname)” bi Soranî pirtûkek jî weşandiye.
Hawraz Muhamed beşdarî gelek festîvalên sînemayê yên herêmî û navneteweyî li seranserê cîhanê bûye û 31 xelatên xwecihî û navneteweyî wergirtiye.
Herî dawî em vê agahiyê bidin, ku Hawraz Muhamed mîna her rûniştevanên Silêmanî ji nivîsandin û xwendina helbestan jî hez dike. Di helbestên wî de bandora sînemayê bi awayekî zelal xuya dibe.
Em ji derhenêr, nivîskar û mamosteyê xwe silav dikin û dibêjin: Mamoste Hawraz, te bi keda xwe gelek nirx afirandiye û her serkeftî be.