Danasîna Pirtûka Cano Şakir

Kovara Huner

Nav: Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava
Nivîskar: Cano Şakir
Weşanên Ar, Sibata 2020/Stenbol

Pirtûka bi navê “Antolojiya Helbesta Nûjen a Rojava” 717 rûpel e. Nîviskarê wê Cano Şakir e.

Di antolojiyê de danasîna 96 helbestvanan tê kirin. Navên helbestvanan li jêr in:

Emê ji wan Dîlber Haco wek mînak li wir biwêşînin. Cano Şakir helbestvana me wiha dide nasîn (rûpela 505):

Dîlber Haco

“Ew di sala 1948an de li Rojavayê Kurdistanê, Bajarê Tirbespiyê hatiye dunyayê.

Dîlber Haco ji destpêka salên xwe yên zaroktî dest bi nvîsandina helbestê kiriye.

Ew xwuşka hunermendê navdar Ciwan Haco ye. Ciwan Haco piraniya helbestên wê kirine stran û di albûmên xwe de tomar kirine.

Wek mînak: Emîne Emîne, Nesrînê, Ax û Eman, Rêya Min Dûre, Lê Canim, Dilo, Çavên Te û hwd. gelek helbestê wê kirine stran.

Berhemên wê yên çapkirî
Emîne Emîne, 2017, Weşanên Avesta”

Cano Şakir kî ye

Helbestvan û nivîskarê kurd Cano Şakir, di 24.12.1974an de li gundê Til Xatûnê ji dayîk bûye. Ev gund girêdayî Tirbespiyê ye.

Dibistana seretayî li gund, ya navîn jî li Tirbespiyê xwendiye.

Piştre çûye Şamê û li wir çend hevalan nas dike û bi hev re dest bi xebatên muzîk û şanoyê kiriye. Sala 1997an berê xwe daye koçberiyê û li Almaniya bi cîh bûye.

Nivîsên wî di kovar û rojnameyên wek Polîtika Azad û Yeni Özgür Politikayê hatine weşandin.

Cano Şakir salên xwe yên dibistanî de têkîlî bi helbestê re daniye. Sala 1989an helbesta yekem bi navê “Ez Kurd im” nivîsiye. Ji wê çaxê heta niha ew bi helbest, çîrok û gotaran re mijûle.

Ji Havîna 2018an di Çira Tvyê de dest bi bernameya “Pencereya Wêjeyê” kiriye.

Di sala 2020an vê antolojiyê weşandiye.