* Ev nivîs ji ajansa ROJNEWSê hatiye wergirtin.
Li erdnîgariyên qedîm, dîrok bi mîmariyên xwe rêhevaltiya roja me dike. Bi vê yekî rengîn dibin her kolan, tax, bajar û kûçeyên welat.
Ji ber ku Kurdistan xwedî erdnîgariyek qedîme, her bajarê welat bi mîmariyên cêwaz xemiliye. Bi taybetî jî bajarê Qersê ji aliyên mîmariyên balkêş ve gelek dewlemende.
Yek ji mîmariyên balkêş û bi dîrokê re rêwitî kirî, Dêra 12 Hewariyan e. Ji dîrokê heta roja me, gelek caran rol û mîsyona Dêra 12 Hewariyan ji aliyê serdestan ve hatiye guhertin.
Lê belê ew hîn jî weke Dêra 12 Hewariyan tên naskirin û zanîn.
Ji ber ku bajarê Qersê bûye warê gelek şaristaniyan, di gelek mîmariyên bajêr de şopên wan şaristaniyan derdikevin pêşberî mirovan.
Li gor çavkaniyan, tê texmînkirin ku Dêra 12 Hewariyan piştî zayînê di salên 932 û 937an de hatiye avakirin.
Dêra kevnar li navenda bajarê Qersê di bin keleha Qersê de cih digire. Wexta ku mirov xwe ji kelehê ber bi bajêr ve berdide, Dêra 12 Hewariyan derdikeve pêşberî mirov.
Tê zanîn ku dêra giranbûha ya Ermaniyan û Gûrciyan bû. Her çiqas mîmarî weke dêrekî were zanîn jî di rastiya xwe de Dêra 12 Hewariyan, ji bo 12 hewariyên ku di ola Xiristiyanî de cihekî girîng digire hatiye avakirin.
Ji ber vê yekê, di serdema xwe de di nava civaka Xiristiyanan de cihekî xwe yê taybet hebû.
Ji mîmariya dêrê jî ev taybetmendiya wê tê fêmkirin û dîtin. Li ser dîwarên mîmariyê, di aliyê jor li ser baceyan de peykerên 12 Hewariyan hatiye qewartin.
Di hin çavkaniyan de tê gotin ku navê resen ya dêrê, Katediral bû. Lê ji ber ku di qûbeya wê de figûrên 12 Hewariyan hene, bi demê re weke Dêra 12 Hewariyan tevlî rûpelên dîrokê bûye.
Di gelek mîmariyên li bajarê Qersê de kevirên Bazal hatine bikaranîn. Ev taybetiyekî hevpar ya hemû mîmariyên bajêre. Weke mîmariyên din di Dêra 12 Hewariyan de jî kevirên Bazal hatine bikaranîn.
Kevirên ku bi mîmariyekî newaze hatine hunandin, bûne ji avahiyên herî balkêş ya herêmê.
Bingeha dêrê li gor planekî çargoşeyî hatine çêkirin. Di navenda dêrê de, qûbeyekî girover heye. Qûbe li ser çargoşeya navendî ya dêrê hatiye avakirin.
Li derdora hîmê çargoşeyî ji çar aliyan ve jî hin beşên dêrê zêde dibin. Deriyê navendî yê dêrê, li aliyê rojava dimîne. Li aliyê Başûr û Bakur deriyekî yê têketinê heye. Her wiha ji bacayên Başûr û Bakur, roniya rojê dikeve hindirê dêrê.
Di sala 1064an de Herêma Qersê ji aliyê Selçûqiyan ve tê dagirkirin û piştî wê yekî dêra giranbaha wekî mizgeftekî tê bikaranîn.
Piştî wê yekî Mûxûlî bajêr ji Selçûqiyan distîne û dîsa wekî dêrekî tê bikaranîn.
Lê paşê wextê Osmanî herêmê dagirdikin, carekdin wekî mizgeftekî tê bikaranîn.
Tenê bi vê yekê jî namîne, di şerê Rûs û Osmaniyan de vê carê Rûs li herêmê serdestiyê bi dest dixin û vê carê dêrê weke dêreke Ortadoksan bikartînin.
Ev dêr 1960î heta 1961ê weke muzexaneyekî tê bikaranîn. Lê ji wê salê û vir ve dîsa bûye mizgeft. Di roja me de jî wekî mizgefetkî tê bikaranîn.
Pira Kevrî
Li bajarê qedîm li serê her gavekî mîmariyekî dîrokî rastî mirov tê. Li bajarên wiha kevnare, şaristaniyan helbet ji bo herêmê pir jî avakirine.
Yek ji wan pirên dîrokî jî Pira Kevrî ye. Pira Kevrî di bin Keleha Qersê de, nêzikî Dêra 12 Hewariyan hatiye avakirin.
Tê texmînkirin ku Pira Kevrî di sedsala 16emîn de hatiye avakirin. Weke Keleha Qersê û Dêra 12 Hewariyan, Pira Kevrî jî ji kevirên Bazal yên herêmê hatiye avakirin.
Bi giştî sê çavik ango deriyên pirê hene. Di her çavikekî de stûnekî stûr hatiye avakirin. Di wan serdewam de pirên kevir bêhtir ji bo bazirganiyê dihatin avakirin.
Bi saya van piran rêya bazirganan kûrt dibû. Bi hêsanî ji bajarekî derbasî bajarekî din bibû. Tê texmînkirin ku Pira Kevrî jî ji bo vê armancê hatiye avakirin. Ji ber ku pir li nêzî kelehê hatiye çêkirin.
Bajarê qedîm Qers, bi bermahiyên xwe dîroka xwe ya kevnar eşkere dike. Her çiqas hin agahiyên di derbarê dîrokê de neyên zelalkirin jî, mîmariyên wan serdeman her tiştî bi zelalî radixin berçavan. Ango ev bajar jîngeha şaristaniyan e.