Derhêner Kerem Tekoglû hate girtin

Ji dewleta Tirk komediyeke nû. Derhênerê belgefîlman Kerem Tekoglû bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hate girtin.

Parêzerê Tekoglû Suphi Ozgen diyar kir ku dewlet li gorî xwe sûcan peyda dike û ti eleqeya van sûcan bi hiqûqê re nîne. Ozgen ji Bianetê re axivî û wiha got:

“Muwekîlê min di sala 2021an de bi Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer re li ser telefonê diaxive. Özer li ser Îhsan Aksoy pirtûkekê nivîsandiye. Muwekîlê min dixwaze ji vê pirtûkê belgefîlmê çêbike. Dewlet vê axaftinê sûc dihesibîne. Her wiha bi nivîsandina ‘Rojbûna te pîroz be’ (li ser medyaya civakî) tê sûcdar kirin.”

Kerem Tekoglûyê ku bi belgefîlmên xwe yên wek “Şeva Reş”, “Qulingê Birîndar” û “Dîno” tê naskirin, di 16ê Kanûna 2024an de bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hat girtin û niha li zindanê ye.

Şaredarê Esenyurta Stenbolê Ahmet Ozer jî di 30ê Cotmeha 2024an de bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” hatibû girtin.

Kerem Tekoglû kî ye?

Sala 1984an li gundê Cano yê navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bûye. Di 15 saliya xwe de koçî Stenbolê kiriye.

Heta niha 15 belgefîlm û du kurtefîlm kişandiye û endama PENa Kurd e.

Kerem Tekoglû herî dawî dokumentera bi navê “Mamosteyê  Bêmamosta” kişandîbû. Ev xebat li ser jiyana nivîskar Malmîsanij e.

Li gorî dokumentarê, malbata Malmîsanij (ji gundê Dêran navçeya Pîran a Amedê) jî tevlî serhildana Şêx Seîd bûye. Di dokumentarê de Malmîsanîj wiha dibêje:

“Bûyera Şêx Seîd li Pîranê dest pê kir. Bavê min ji roja ewil ve tê de bûye. Her tim ji me re qala wan rojan dikir.”

Bultena Çandê ya Medya Haber TVyê li ser girtina Tekoglû wiha dibêje: “Dokumentara Tekoglû li ser Youtubeê di demeke kin de rastî eleqeyek mezin hat. Desthilatdariya AKP-MHPê nikare tehemûlê çand û hunera Kurdan bike. Lewma Tekoglu kirin hedef.”

Derhêner Kerem Tekoglû