Hemo
Doku. 45 Deqe.
Derhêner Dijle Arjîn
19.04.2026 – Seat 18:00, Metropol
Lîstikvana navdar Dîjle Arjîn îsal wekî “Derhêner” beşdarî Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê dibe. Arjîn derhêneriya dokuya “Hemo” kiriye.

Gelo naveroka dokuyê çi ye? Azad Altay nûçeyek berfireh belav kiriye û gotiye: (Çavkanî: 8ê Kanûn a 2025, Ajansa Mezopotamyayê)
“Hemo Elî Şukrî ji gundê Ziravikê (Kobanê) ye. Bavê heşt zarokan e. Keça wî Hulya Elî Şukrî (Awaz Ferman) li dijî DAÎŞê şer kiriye û sala 2017an tevlî kerwana şehîdan bûye. Çar zarokên Hemo hên di nav Şoreşa Rojavayê de cih digirin û tekoşîn dikin.
Dokuya bi navê ‘Hemo’ li ser jiyana Hemo Elî Şukrî ye. Her wiha Hemo lîstikvanê fîlma ‘Kobanê’yê ye. Wî rola Emîrê DAIŞê girtiye. Balkêş e derhênera dokuyê jî Dîjle Arjîn e û wê jî di fîlma ‘Kobanê’yê de rola sereke girtiye û di nav fîlm de navê xwe Zehra Penaber bûye.”

Dokuya “Hemo” promiyera xwe sala çûyî di meha Kanûnê de li Festîvala Fîlman a Rojava kiriye. Di nav dokuyê de çîroka Hemo cih girtiye. Hemo li gundê xwe jiyan dike. Debara xwe bi aşa genim derdixe. Her wiha çend heywanan jî xwedî dike.
Dîjle Arjîn
Dîjle Arjîn sala 2015an beşdarî Sine-Çiya bûye. Perwerdeya sînemayê dîtiye û di nav gelek projeyan de cih girtiye.

Wekî mînak: Di fîlma “Berfîn” (2019) de karektera Bestayê (diya Berfînê) zindî kiriye.
Di fîlma “Kobanê”yê (2022) de jî “Zehra Penaber” zindî kiriye. Şoreşger Zehra Penaber di nav şerê Kobanêyê de fermandarê Cadeya 48an bûye. Ew ji gundê şehîdan, gundê Hilalê ye û endamê malbata Kara ye. 3ê Sibata 2015ê li gundê Êdiqê (Kobanê) tevlî kervana şehîdan bûye.

Dijle Arjîn di fîlmê “Gava Şitîl Mezin Dibin” (2024) de jî rolek biçûk lîstiye.
Niha ew wekî “Derhêner” dibe mêvanê Festîvala Fîlmên Kurdi li Düsseldorfê.





