Firaz Baran/Düsseldorf
The Memory Of Sur (Bîra Sûrê): Dokufîlm. 36 Deqe.
Derhêner Azad Altay
19.04.2026, Seat 13:00, Metropol
Kîjan navçeya Amedê dîrokî ye? Sûr. Sûr a Amedê li ser erdê di nav bajarên herî kevnarê cih digire. Lê dewleta Tirk çi kiriye? 2ê Kanûna 2015an 6 taxên Sûrê bi barîkatên hesinî girtiye. Heya sala 2022an venekiriye.
Çi kiriye li wan taxan? 3 hezar û 569 avahî xera kiriye. Yanê bajarê dîrokî ji holê rakiriye. Piştre çi kiriye? Xaniyên ku dişibin zindanan çêkiriye û gotiye: “Kerem bikin, ha ji we re xaniyên nû.”
Azad Altay bi rêya dokufîlma “Bîra Sûrê” vê pevajoyê qeyd kiriye. Em dikarin bêjin xabetekê dîrokî derxistiye. Çîroka wêrankirina bajarê dîrokî daniye ber çavan. Mirov dibîne dewleta Tirk kîjan dêr, mizgeft, hamam, kolan û avahiyên dîrokî wêran kiriye.

Sûra Amedê berê çawa bûye û îro çawa ye? Mirov bi rêya dokufîlmê Azad Altay baş dibîne.
Amadekirina Bîra Sûrê sala 2021an dest pê kiriye. Çêkerên dokufîlmê Ajansa Mezopotamya û PEL Productionê. Senaryoyê jî Azad Altay nivîsiye û muzîka wê Rabin Rabiei saz kiriye. Zimanê dokufîlmê kurdî û tirkî ye. Lîstikvanên sereke jî İsmail Üzmez û Şerefxan Aydin e.
Li Gorî Peymana Lahey û Cenevreyê Sûc e
Sala 1907an Peymana Laheyê hate mor kirin. Li gorî xala 1ê tu kes nikare zirarê bide cihên olî, çandî, hunerî, îlmî û dîrokî. Ê ku zirarê didin divê bê ceza kirin. Xala 2. jî parastina van cihan zarûrî dihêle.
Peymana Cenevreyê – peymana 1977an- û xala 53 jî dibêje: Êrîşên li ser cihên dîrokî û cihên pîroz qedexe ye. Dewletê Tirk li Sûrê bi tang û topan êrîşî cihên dîrokî kiriye. Bi êrîşan têr nebûye û ji holê rakiriye û talan kiriye.
Gelo hiqûqnasên Kurd dikarin dewletê Tirk derxin dadgehên navnetewî? Dokufîlm van pirsan tîne bîra mirov.

Azad Altay
Azad Altay momasteyê zimanê kurdî û rojnameger e. Wî 6 sal, di navbera 2008 û 2014an li Konstantînopêl li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî Mamosteyê Kurdî xebitiye. Sala 2014ê li ajansa DİHAyê dest bi rojnamegeriyê kiriye. Azad Altay sala 2017an heya îro li Ajansa Mezopotamyayê kar dike. Wî bi nûçeyên xwe ve Xelata Apê Mûsa wergirtiye. “Bîra Sûrê” yekemîn dokufîlma Azad Altay e.





