Dokufîlm. 68 Deqe. Derhêner Boris Guevara.
18.04.2026
Seat 20:30, Metropol
3. Festîvala Fîlmên Kurdî li Düsseldorfê wê mêvandariya Derhêner Boris Guevara bike. Guevara bi dokufîlma “Mugarik Gabe-Bêsînor” beşdarî festîvalê dibe.
Mijarê dokufîlmê balkêş e… Derhêner, muzîka du welatan, welatê Bask û Kurdistanê lêkolîn kiriye. Dibe ku her du welat ji hev dûr in. Lê dema ku mirov dokufîlmê temaşe dike dibîne ku berxwedan, tekoşîn û çanda wan girêdayî hev in û hevûdu piştrast dikin.

Di nav lîstikvanên dokufîlmê de Stranbêj Mizgîn Tahir jî cih digire… Erê lîstikvan, çêker û piştgiriyên “Mugarik Gabe-Bêsînor” ev in:
Lîstikvan: Ingot (Itziar Ituño, Roberto Awanari, Juanpe Salvador. Joseba Serna, Roberto Figuero), Ines Osinaga, Jon Maia, Onur Kepenek, Yado Uzun, Mizgîn Tahir, Janire Egaña, Chris O’Shea, Azibar Terreros, David Espinaco. Darnel Orueta, Issa Issa.
Çêker: Mugarik Gabe Collective
Çêkerên Hevpar: Suargi Elkartea, Zutarri Kultura Elkartea.
Piştgirî: Durangoko Udala, Erudia Estudio. Ovni, Berria. Durangoko Azoka. Gerediaga Elkartea, Art Records. Coop Noncello.

Promiyera Mugarik Gabe-Bêsînor. Mizgîn Tahir jî beşdar bûye. Her wiha şeş stran ji bo fîlm aranje kirine û roja promiyerê wekî CD derxistine. Wêne ji malpera Mugarik Gabe Collective hatiye wergirtin. Berga CDyê li jêr e:

Çêkerê dokufîlmê Mugarik Gabe Collective, di nivîsa xwe ya danasînê de ji dokufîlm dibêje:
“Fîlm nîşan dide ka huner û muzîk çawa dibin zimanekî hevpar ku dikare sînoran derbas bike. Ew têkiliyên kûr ên di navbera du gelan de eşkere dike û rêwîtiyek mirovî ya hevgirtinê, bîranîn û lêgerîna azadiyê nîşan dide. Fîlm muzîkê wekî qadeke berxwedanê pêşniyar dike ku sînor tê de winda dibin.”

Boris Guevara
Derhêner Boris Guevara sala 2000î tevlî FARC-EPê bûye.
Li wir di warê ragihandinê de xebitiye. Dema ku şervan bûye fotografên şervanan girtiye û derhêneriya belgefîlman kiriye.
Di sala 2011an de derbasî Havanayê bûye. Li Havanayê ji bo hevdîtinên aşitiyê xebitiye û ji bo serkeşên gerîlayan stratejiya ragihandinê pêşxistiye.
Ew di sala 2016an de ji nû ve tevlî jiyana sivîl bûye. Dest bi zanîngehê kiriye û li ser xebatên qeydkirina dîrokê kûr bûye. Guevara ligel şervanekî berê studyoya ragihandina dîtbarî TOTUMAS damezrandiye.





