Dokumentara Ekrem Heydo

Kovara huner/Düsseldorf

Yek ji dokumentara girîng ên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê “Eine Brücke Nach Rojava” ye. Rêveberê wê Ekrem Heydo ye. Dokumentar wê 26ê Avrelê demjimêr di 20:00 de li Sînemaya Ufa Palastê bê nîşandan.

Danasîna Dokumentarê

Nav: Eine Brücke Nach Rojava (Pireke ber bi Rojava ve)
Derhêner: Ekrem Heydo
Welat: Rojava û Almanya
Sal: 2023
Dem: 66 deqîqe
Ziman: Almanî û Kurdî

Mijara Dokumentarê

Li bajarê Berlînê Komeleya Xwişk û Biratiya Bajêrê Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê ava dibe. Dokumentara Ekrem Heydo li ser çîroka damezrandin, pêşveçûn û projeyên vê komeleyê ye.

Damezrênerên vê komeleyê Elke Dangeleit û H.Günter Kleff sala 2018an diçin Rojavayê. Ekrem Heydo vê gerê kişandiye. Dokumenter veguhertina welat û gelekî tîne ber çavan. Derhêner zehmetî û tehdîdên li ser Rojava jî nîşan dide. Her wiha dokumentar nîşan dide ku jin di her astê de çawa beşdarî jiyanê dibin.

Danasîna Ekrem Heydo

Ekrem Heydo di 2ê Sibata 1973an de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Tibê dixwîne lê doktoriyê nake. Sala 1995an ji ber sedemên polîtîk hatiye Almanyayê û daxwaza penaberiyê kiriye.

Li Hannoverê beşa kamera û montajê xwendiye û di sala 2003an de qedandiye. Paşê li Akademiya Hunerê ya Ruhr a Dortmundê derhênerî xwendiye û sala 2010an qedandiye.

Sala 2011an yekemîn dokumentera xwe ya bi navê “Helebja – Zarokên Winda” kişandiye.

Sala 2016an dokumentara bi navê “Bihuşta Min” kişandiye. Ev dokumentar 104 deqîqe ye. Ekrem Heydo bi van herdu dokumentaran gelek xelat wergirtiye.