Kovara Huner/Düsseldorf
Yek ji dokumentara girîng ên 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê “Eine Brücke Nach Rojava” ye. Derhênerê wê Ekrem Heydo ye. Dokumentar sibê (26ê Avrelê) demjimêr di 20:00 de li Sînemaya Ufa Palastê tê pêş perdeyê.
Danasîna Dokumentarê
Nav: Eine Brücke Nach Rojava (Pireke ber bi Rojava ve)
Derhêner: Ekrem Heydo
Welat: Rojavayê Kurdistanê û Almanya
Sal: 2023
Dem: 66 deqîqe
Ziman: Almanî û Kurdî
Mijara Dokumentarê
Li bajarê Berlînê Komeleya Xwişk û Biratiya Bajêrê Friedrichshain-Kreuzberg û Dêrikê ava dibe. Dokumentara Ekrem Heydo li ser çîroka damezrandin, pêşveçûn û projeyên vê komeleyê ye.
Damezrênerên vê komeleyê Elke Dangeleit û H.Günter Kleff sala 2018an diçin Rojavayê. Ekrem Heydo ev gera wan kişandiye. Dokumenter veguhertina welat û gelekî jî tîne ber çavan. Her wiha derhêner zehmetî û tehdîdên li ser Rojava jî nîşan dide.
Danasîna Ekrem Heydo
Xelata Fîlmamed bo Ekrem Heydo
Ekrem Heydo di 2ê Sibata 1973an de li Serêkaniyê ji dayik bûye. Tibê dixwîne lê doktoriyê nake. Sala 1995an ji ber sedemên polîtîk hatiye Almanyayê û daxwaza penaberiyê kiriye.
Li Hannoverê beşa kamera û montajê xwendiye û di sala 2003an de qedandiye. Paşê li Akademiya Hunerê ya Ruhr a Dortmundê li ser derhêneriyê perwerde dîtiye û sala 2010an qedandiye.
Sala 2011an yekemîn dokumentera xwe ya bi navê “Helebja – Zarokên Winda” kişandiye.
Sala 2016an dokumentara bi navê “Bihuşta Min” kişandiye. Ev dokumentar 104 deqîqe ye. Ekrem Heydo bi van herdu dokumentaran Li Amed, Duhok, Uruguay û Îtalî çend xelat jî wergirtiye.
Ji Rojavayê… Derhêner Ekrem Heydo û Rojnameger Ejder Şêxo. 25.04.2025/Düsseldorf – Foto: Firaz Baran