Dokumentara Naharîna

Kovara Huner/Düsseldorf

Dokumentara “Naharîna” xebateke pir girîng e. Di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de tê nîşandan. Hûn dikarin 25ê Nîsanê saet 19:10an li sînemaya Metropolê li belgefîlmê temaşe bikin.

Derhêner: Ferran Domènech
Cure: Dokumentera Mafên Mirovan
Welat: Îspanya û Rojava
Sal: 2023
Dem: 53 dk
Ziman: Kurdî, Erebî, Asurî
Temen: +12

Muzîka Orjînal: Cloud Studio
Stranbêj: Delîl Dogan
Derhênera Kamera û Wêneyê: Maria Recreo
Kalîbrasyon: Bernat Enric Miquel
Verastkirina Deng: Coni Docolomanski
Dublaj: Gemma Vilaregut û Intichurin Iskaywari

Dokumentar ji aliyê Enstîtuya Aştiyê ya Navneteweyî ya Katalan û Weqfa Coop 57 ve hatiye fînansekirin.

Mijara Dokumentarê

Naharîna tê wateya “Civakên Avê.” Misirên kevn ji gelên ku li nêzî çemên Firat û Xabûr dijîn re (Sûriyê) gotine “Naharîna”.

Derhêner Ferran Domènech dibêje: “Niha di çemê Xabûrê de tenê dema ku baran dibare av diherike. Ji ber ku Turkiye beşê jora çem ziwa kiriye.

Çemê Firatê jî di bin metirsiyê de ye. Di bin bandora polîtîkayên qetlîama ekolojîk ên Erdogan de gav bi gav tê xeniqandin.”

Dokumentera “Naharîna/Berxwedana Civakî li Kurdistana Sûriyê” kûrahiya dîrokî ya gelên Mezopotamyayê û berxwedana îro ya li Rojava vedibêje.

“Naharîna” Komîn û kooperatîfan, malên jinan û modela ewlekariyê lêkolîn dike.

Dokumentar yekem car li welatê Katalonyayê hat pêşandan.

Dîmenek ji “Naharîna”yê…