Dokumentarê “980” û Pêşniyarek

Firaz Baran/Düsseldorf

Îro di 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê de dokufîlmê “980” li Metropolê hat pêş perdeya sînemayê. Danasîna dokufîlmê wiha ye:

Danasîna Dokumentarê
Nav: 980
Welat: Başurê Kurdistan û Iraq
Derhêner: Nabard Fuad
Ziman: Kurdî (Soranî)
Sal: 2024
Dem: 27 deqîqe

Mijara Dokufîlmê

Sala 1988an dîktator Saddam Huseyîn li dijî gelê Kurd Komkujiya Enfalê pêk anî û 182 hezar sivîl kuşt. Aram tenê salek û şeş mehî bû. Bi mucîzeyî, ew û diya xwe sax man. Lê bavê wî kuştin.

Aram niha mamosteyê zimanê Îngilîzî ye û hez dike ku xwendekarên xwe hînî zimanê Îngilîzî bike. Bi vî awayî armanc dike ku şagirtên wî bi cîhanê re behsa Komkujiya Kurdan bikin.

Aram û malbatên şehîdan piştî lêkolîneke dirêj cihê şehîdan hîn derdixin. Aram piştî 35 salan diçe çolê ku bav û xizmên wî kuştine û binax kirine. Ev çol 980 km dûrî gundê wan e. Aram wê şevê li ser hestiyên bav û xizmên xwe radize… Hestên pir cuda derdikevin. Derhêner hemû hestên Aram kişandiye.

Serê sibê Aram gava ji xew radibe, li wir zeviyek genim dibîne. Aram destek genim digre destê xwe û dibêje: “Bavo, min te nedît, ev genim bîranîne bo min.”

Axaftina Derhêneran

Piştî dokufîlmê Derhêner Nabard Fuad û Derhêner Hawraz Mohamed hatin pêşberî sînemahêzan… Nabard Fuad got:

“Enfal berdewam dike. Li Başur bi drone gule li Nazim Daştan reşandin, sax ma. Li Rojava bi drone dîsa êrîş kirin û Nazim şehîd kuştin. Ji ber vê sedemê em tenê xebatên arşîvkirinê nakin. Em dibêjin Enfal berdewam dike.”

Hawraz Mohamed jî axivî û pêşniyarek kir:

“Divê her sal 10 fîlm û dokufîlmli ser qirkirin û Enfalan bên kişandin. Ger her sal 10 fîlm were kişandin di nav 5 salan de dike 50 fîlm. Bo arşîvê dibe mîrasek mezin.”

Şîrove

Gotinên her du derhênerên me em dubare bikin: “Enfal berdewam e û pêwîste ev yek di cîhana sînemayê de were pêş perdeyê.” Çima? Ji ber ku:

Li gorî agahiyên Celadet Bedîrxan û rêxistina Hoybunê: Di navbera salên 1925-1927an de dewleta Tirk bi sedan gundên me şewitandin û 15 hezar mirovên me kuştin.

Komkujiya Zîlanê sala 1930an pêk hat. Komkujiya Dêrsimê di salên 1937 û 1938an de pêk hat. Li gor gotina Dr. Şivan (Sait Kırmızıtoprak) 100 hezar mirovên me kuştin.

Di Komkujiya Enfalê de 182 hezar gelê me kuştin.

Bi kuştina me têr nebûn. Tenê di navbera salên 1980 û 2000î de dewleta Iraqê 5 hezar gundên me, dewleta Tirk 4 hezar gundên me û Îranê jî hezar gundên me şewitandin, wêran kirin û vala kirin.

Me heta niha çend çîrokên gundên me û mirovên me anî pêş perdeya sînemayê? Em tenê mînakêk bidin: Di dema Komkujiya Dêrsimê de êrîşî gundê stranbêj Comerd dikin û dused (200) xizmên wî dikujin. Lê yek rûpel jî nivîs li ser vî gundî tune ye. Ji ber vê yekê gotina Nabard Fuad û Hawraz Mohamed pir girîng e… Pêwîste em dengê xwe bilind bikin û gotinên derhênerên me bigîhinin hemû aliyan…