Dr. Kamûran Elî Bedirxan

Zeynelabidîn Zinar

Yek ji rewşenbîr û nivîskarên kurd ên bi nav û deng, Dr. Kamûran Elî Bedirxan e. Ew di sala 1895an de ji diya xwe re çêbûye û di roja 07.12.1978an de jî, li Parîsê çûye dilovaniya xwe.

Ew jî, mîna bav û kalên xwe û gelek caran jî, bi birayê xwe Mîr Celadet re, ji bo azadiya Kurdistanê bêwestabûn xebitiye û hetanî roja ku çavên xwe ji dinya jîndar girtine jî, nesekiniye.

Xasma di warê çanda kurdî de, wî esasekî zexm ji nifşên nûhatî re daniye. Bi hindikî be jî wî rêça zimanê kurdî -zaravê kurmancî- di nivîsandina bi tîpên latînî de sererast kiriye.

Dr. Kamûran Elî Bedirxan û hevjîna xwe

Vî welatparêzê bi nav û deng, xwendina xwe ya bilind, li Fakulta Hiqûqa Stenbolê kuta kiriye. Piştî ku kemalîstên xwînrêj, fermana şeniqandina wî, bav û herdu birayên wî dane, ew û birayê xwe Mîr Celadet bi hev re çûne Elmanyayê.

Dema ku Celadet kovara Hawar û Ronahî xistine weşanê, Kamûran di herduyan de jî, bi zimanê frensî û kurdî pir cûre nivîsar, şîrove û meqale weşandine.

Lê piştî ku Kamûran çûye Bêrûdê, îcar wî li wir kovareke bi navê ROJA NÛ xistiye weşanê. Herwiha wî ji kurdên belengaz ên bêkes re, mamostetiya bi zimanê kurdî jî kiriye.

Piştî ku li Bêrûdê xortên kurd ên nûhatî gihane, Kamûranê nemir dîsa bi şûnde vegeriye Ewrûpa û di xebata navnetewî de ferqazine zêdetir avêtine.

Ew, di sala 1950 de li Uniwersîteya Sarbonê, bûye mamosteyê zimanên Rojhilatê û herwiha mamostetiya beşa zimanê kurdî jî kiriye. Piştre di sala 1954an de ew zewiciye û niha kurekî wî heye.

Berhemên Wî

Berhemên Dr. Kamûran Elî Bedirxan, ev in ku me li jêr nivîsîne:

1- Elfabeya Kurdî
2- Elfabeya Min
3- Rêzana Zimanê Kurdî
4- Ferhenga Kurdî
5- Zimanê Mader (Dê)
6- Destpêka Xwendinê
7- Parçeyên Bi jarte
8- Xwendina Kurdî
9- Tefsîra Kuranê
10- Dersên Şerîetê
11- Çarînên Xeyam
12- Porverbes Kurd
(Gotinên Pêşiyan bi Lucy Paule Margerîtta re)
13- Helbestên Kurdî
14- Der Adler Von Kurdistan
(Eyloyê Kurdistanê-Kurdîstan Kartali, Bi Herbert Ortel re)
15- Berfa Ronahiyê
16- Helbestên Kurdî bi Fransî
17- Gramatîka Kurdî bi beyankirina Tirkî

Dr. Kamûran Elî Bedirxan… Li Zanîngeha Sarbonê dersê kurdî dide. 1968

* Ev nivîs ji pirtûka Mehmet Uzun a bi navê “Antolojiya Edebiyata Kurdî I” hatiye girtin. Rûpela 161. Îlona 1995, Weşanên Tümzamanlar/Stenbol