“Ev huner divê winda nebe”

HUNER

Peykersaz Şahwelat Kiliç li gundê Îrîşat ê navçeya Erdîşê ya Wanê jiyan dike. Ew 70 salî ye. Bi kevirên Xelat (Ahlat), Girê Zernakî (Erdîş) û Nevşehîrê peykeran çêdike.

Çîroka Kiliç

Di 7 saliya xwe de bûye şivan û 3 sal li berxan xwedî kiriye. Dema heywanan diçêrîne tim li ser qûmê wêneyan çêkiriye. Her wiha li ser dîwar û deriyên xaniyan wêneyan xêz kiriye.

Piştre dest bi dibistana seretayî dike û mamosteyê wî gotiye: “Tu pir xweşik wêneyan xêz dike. Tu yê bibî wênesazekî baş.” Ev soz wî motîve dike. Bi demê re li ser keviran jî dixebite.

Şahwelat Kiliç, piştî dibistana seretayî naçe dibistanê. Di ocaxê keviran de dest bi kar dike. Ew fêrî çêkirina kevirên goran dibe. Wê çaxê ji wî ji bo xaniyan kevirên xemilandî jî dixwazin. Ew wan jî çêdike.

Sala 1974an peykerê Haldî (Xwedayê sereke a Ûrartiyan) çêdike. Paşê peykerên mîr û xwedayên cuda jî derdixe.

Emrah û Selvî sembolên Erdîşê ne. Sala 2004an şaredariya Erdîşê pêşbirkek vekiriye. Di pêşbirkê de peykerê Kiliç tê hilbijartin û li navenda navçeyê tê danîn.

Şahwelat Kiliç li Navenda Perwerdehiya Gel dîplomaya hunera keviran jî distîne. Paşê li heman cihî û li Girtîgeha Vekirî ya Erdîşê dersên kevirkêşî û peykerê dide.

Şahwelat Kiliç heta niha nêzî 200 peyker çêkiriye. Ev peyker li Edcîş, Wan, Agirî, Bedlîs, Antalya, Îzmîr û Konstantînapolê gelek cihan dixemilîne.

Hin berhem jî li baxçeyê xwe nîşan dide. Baxçeyê wî dişibe muzeyekê. Ji bo vê jî gel, mamosteyên zanîngehê û peykersaz jî serdana wî dikin. Mamoste û peykersazên zanîngehê kevir, malzeme û amûrên ku bikar anîne meraq dikin û xebatên wî dişopînin.

Li herêma me hunera kevirî ber bi tunebûnê ve diçe. Hema bêje kesên ku vî karî dikin nemaye. Lê hunera kevirî bi hezar salan qesr, dêr, mizgeft, xanî, meydan û goran xemilandine. Şahwelat Kiliç dibêje: “Ev huner divê winda nebe.”