Fokus a Festîvalê Rojava ye

Kovara Huner/Düsseldorf

Focus a 2. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorfê “Rojava” ye. Amadekarên festîvalê bo Rojavayê Kurdistanê ev çar dokumentarfîlm û du kurtefîlm hilbijartine:

Dokumentarfîlm: “Serê Kaniyê”, “Naharîna”, “Eine Brücke Nach Rojava” û Lêgerîn.

Kurte Fîlm: “Distant” û “Rê”.

Her wiha dê di festîvalê de pêşandana taybet a Bavê Teyar jî hebe. Amadekaran ev sê kurtefîlmên Bavê Teyar bo sînamehêzan amade kirine: “Hat Nahat”, “Xweş Xeber” û “Kurmê Darê”.

Dîsa helbestvana ji Amûdê Jana Seyda jî mêvanê taybet a festîvalê ye. Wê piraniya dema xwe ji bo nivîsandina helbestê terxan kiriye. Lê ew îsal bi romanekê derket pêşberî me. Romana bi navê “Jinekê Mirî li Cihangirê”.

Bernameya pêşandanên Rojava wiha ye:

Serê Kaniyê: 24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:20

Naharîna: 25.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:10

Eine Brücke Nach Rojava: 26.04.2025, Sînemaya Ufa Palast, Demjimêr 20:00

Lêgerîn: 26.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 19:10

Bavê Teyar: Hat Nahat, Xweş Xeber û Kurmê Darê
24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 21:00

Distant: 24.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 17:30
Rê: 26.04.2025, Sînemaya Metropolê, Demjimêr 17:45

Jana Seyda: 26.04.2025, Demjimêr 14:00, li Bibabuzeyê